Ticker

10/recent/ticker-posts

PROJEYÊN NETEW DEWLETAN TÊK DIÇE!


Her netew dewletek demê tê avakirin, ji bo xwe mayînde bike û aqlê xwe yê serdest li ser gelan ferz bike, pêwîstiyên wî bi projeyên bi salan hene. Şerê cîhanê yê sêyemîn wekî berî berdewame. Esas di vê mijarê de wisa tiştekî nû nîne. Lê hin mijar zelaltirin. Projeyên şerê taybet, şerên teknîkî û şerê lihev parvekirinê dikevin dewrê. Di şerê Ukraynayê de rola DYA’yê yek ji van mînakane. Rêveberiya Biden li xwe mikur hat ku şer ji hêla DYA’yê ve hatiye derxistin. Dîsa derkete holê ku şerê Xeza ji hêla DYA û Îsraîlê ve hatiye xwestin, di vî şerî de Hemas û dewleta Tirk jî wekî sîxûran hatine bikaranîn. Helbet di navbera vî şerê berjewendiyê de gelê Xeza asê ma û hate perçiqandin. Bi awayekî herî namerdane û bê exlaqane di vî şerê qirêj de têne qetilkirin.

Rûxmê hemû êrişkarî û tehrîkên Rêveberiya AKP-MHP’ê jî, Îran û Îsraîl neketin nava şer. Her çiqas di navbera Îran-Îsraîlê de êrişên kurt hatibin jiyîn jî, ev veneguherî şer. Di vê mijarê de bi taybetî rêveberiya AKP-MHP bi awayekî vekirî bangawaziya şer dike. Faşîzma AKP-MHP, ji bo bikare li ser Lûbnanê re di navbera Îsraîl-Îranê de şer derxe, dîsa ji bo bikare li ser Suriyeyê re Rûsya û Îranê li hemberî Îsraîlê têxe nava tevgerê, deriyê şer veke, hema bêje her tiştî dike. Tê îdîakirin ku ev rewş, “wê bibe destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn” û mekana vê cihê jî wekî Lûbnan tê nîşankirin. Eşkereye ku faşîzma AKP-MHP, ewlehî û pêşeroja xwe di şerê Îran-Îsraîlê de dibîne. Ger wiha bibe wê şer neyê Tirkiyeyê û herdû alî jî wê xwe neçarî Tirkiyeyê bibînin. Bi vî awayî wê Tirkiye bibe hêza herî mezin a Rojhilata Navîn! Xeyalê faşîzma AKP-MHP eve. Bi rastî jî ev tenê xeyaleke. Çawa ku nekarîn li Xezayê li dijî Îsraîlê Îranê têxin nava şer, li Lûbnan û Suriyeyê jî ev wisa hêsan xuya nake.

Li gorî xuya dike bahoza mezin a ku AKP’yî xeyal dikin wê li Qibrisê rabe. Tê zanîn Tirkiye derveyî rêya enerjî û bazirganiyê hatiye hiştin. Ji ber vê dema dora Qibrisê hat wê Tirkiye Qibrisê jî winda bike û bi temamî radestî DYA’yê bibe. Ger ev rewş ji hêla Tirkiyeyê ve neyê pejirandin, wê demê dê pêvajoya pevçûnê kûrtir bibe. Demê em lê binêrin, polîtîkayên Rêveberiya Erdogan a li ser dijminahiya Kurd hatiye avakirin, Tirkiye xistiye nava rewşekê çawa­? Bi awayekî zelal dikarin vê bêjin: An wê gelên Tirkiyeyê rewşa heyî qebûl nekin û li ser bingehê azadiya Kurd welateke demokratîk bi afrînin, an jî wê Tirkiye bê hêz bikeve û parçe bibe!

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP bi hewildanên wiha dixwaze êrişên xwe yên faşîst-qirker ên li ser Kurdistanê berfirehtir û kûrtir bike. Beriya her tiştî faşîzm li Îmraliyê rewşa bê têkiliyê dide domandin. Ji ber vê, dema 16’ê Nîsanê li xeta Metîna êrişeke nû ya dagirkeriyê dan destpêkirin, dest danîn ser şaredariya Colemêrgê û zext li ser gel zêdetir kirin. Niha faşîzma AKP-MHP dixwaze qadên Xakurkê, Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê bike axa xwe ya fermî. Vê bi destê PDK’ê dike. Dîsa girêdayê mijarê, bi Iraq’ê re peyman mohrkirine. Wisa xuya dike ku bi navê “Herêma Tampon” li ser sînor 20 km dane Tirkiyeyê. Ev qad ji hêla rêveberiyên Iraq û PDK’ê ve hatine firotin! Lê niha vê jî kêm dibîne, dixwaze dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Ji bo vê hilbijartina ku wê li Başûr çêbûya da betalkirin.

Taybet bi êrişên hewayî xwest li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê zext çêbike. Ger ji derve alîkarî girtiba û hêza wî ya leşkerî têrkerba wê êrişî Rojava kiriba. Ji ber lawaziyên xwe yên siyasî û leşkerî heta niha nekariye vê bike. Dîsa nexwest li Bakur-Rojhilatê Suriyeyê hilbijartin çêbibe, li dijî wê sekinî. Ger li vê qadê hilbijartin çêbibe, dibe ku bi demê re statûyek jî pêş bikeve. Bê gûman, îhtîmalek wiha Erdogan ditirsîne. Dîsa di sala 2025’an de îhtîmal heye ku li vê qadê polîtîkayên nû bikevin dewrê. Ji ber vê tirsê jî Erdogan dixwaze bi rêveberiya Esad re rûne ku bikare pêşiya pêşketinekê wiha bigire.

Avzem Edesa

Yorum Gönder

0 Yorumlar