Di 6’ê Tebaxê 2014’an de DAIŞ êrişî wargehê kir. Lê stratejiya şerê gelê şoreşgerî ango hevparbûna gerîla û hêzên parastina cewherî, van êrişan vala derxist û parastina wargehê bi serkeftî pêkanî. Îro jî gelek ciwan dibêjin: ‘Eger DAIŞ an jî artêşa Tirk êrişê wargehê bike, emê wargehê biparêzin. Dema Iraq jî hatî em amadebûn, divê em wek ciwan hertim amade bin.’ Raste, di pêvajoya êrişên Iraqê de jî helwesta gel diyar bû. Lê belê eger em rewşa Rojhilata Navîn meyze bikin, di vê dema dawî de şer êdî gihiştiye astek cudatir. Ji Filistîn bigire heta Lubnan û Îranê, şerê tê kirin ketiye rojeva hemû welatan. Xeta Iraqê di Rojhîlata Navîn de xwedî wateyekî stratejîke, xetekî navendî ye. Ji bo wê jî ji hemû hêzên dagirker hedefekî esasî ye. Di wir de girîngiya Mexmûrê dikeve tevgerê. Mexmûr bi birdozî û sîstema xwe ya netewa demokratîk pêşiya plansaziyên dagirkirinê astengiyek cidî çêdike. Ji bo vê eger di pêşerojê de êrişên girantir werin ser wargehê, divê em şaş nemînin. Jixwe tê zanîn em navend û aramanca vî şerîne. Ji bo wê wargeh gelek caran rastî êrişên giran yê dewleta Tirk hatin û dibe ku demê pêşde jî rastî êrişê cûdatir were. Pêwîste em ji xwe bipirsin em wek ciwan ji bo rewşeke wisa çiqas amade ne? Gelo têrê dike ku em hema bêjin ‘Dema hatin, emê bersiva xwe bidin?’ Eşkereye têrê nake… Ka em di dîrokê de meyze bikin artêşbûna PKK’ê bi ruh û helwesteke çawa derketiyê hole… Di salên 81, 82’an de, dayîk û bavên me bixwe dizanin rewşeke pir giran li Bakûrê Kurdistanê hebû. Derbeya leşkerî çêbû û faşîzma herî hovane li dijî gelê Kurd hat meşandin. Wek tedbîr Rêber Apo û hevalên xwe li Rojhîlata Navîn derketin û cara yekem avabûna arteşê ket rojeva hevalan. Ji bo faşîzma Tirk a di zindanan de, di nava gund û bajaran de were asteng kirin, pêwîstî bi şerê gerîla dît. Esas çalakiya yekemîn wê di sala 83’an de pêk bihata, lê nakokiyên hundurîn pêşî lê girtin. Hinek provokator di nava partiyê de derketin ji Rêber Apo re digotin, 'em ji bo artêşbûnê ne amade ne. Ka em kêmekê din bisekînin.’ Di vê pêvajoya ku bi bîr û bawerî de li dijî vê derket û amadekariya artêşbûnê didomand hevalê Egîd bû. Ser vê esasê çalakiya 15’ê Tebaxê pêngavek nû û nirxek dîrok bû. Ango êdî heval li benda êrişên girantir ên dijmin nesekinîn û însyatîfa şer bixwe bidest xistin. Bawerî, disiplîn û kelecana Hevalê Egîd hişt ku çalakî bi serkeftî derbaz bibe û di tevahî Kurdistanê de vejîna gelê Kurd pêk were. Di pêvajoya heyî de jî divê em fêhmbikin ku roja şer îro ye. Ji ber vê eger em behsa parastina wargehê bikin, teqez divê em rehet nebin û nesekînin heta dijmin hat ber derî. Divê em ji niha ve xwe zanabikin, xwe fêrî rêbazên parastina cewherî bikin û li ser vî esasî tevlî xebatan bibin. Bi vî awayî em dikarin ewlehiya xwe, hevalên xwe, bav û dayîkên xwe li vir mîsoger bikin. Ji wê behtir em dikarin ji bo hemû gelê Kurd rola xwe ya dîrokî bileyîzin û xwedî li mîrasên şehîdan yên wek Hevalê Egîd, Bêrîtan, Azê, heta Hevala Mardîn û Hevalê Dilovan ji me re hiştine derbikevin. Di cîhanê de gotineke heye dibêje, ‘Ciheke ku gotin û axaftin êdî xelas dibin, şer dikeve tevgerê’. Lê Rêber Apo dibêje ku ev gotin ji bo rewşa me ne derbasdare. Li Rojhîlata Navîn bêkû tû xwediyê şer bî, xwediyê artêşê bî, kes mafê axaftinê jî nade te. Ji ber vê şerkerin taybetmediyeke esasî ya ciwanên welatparêze. Li ser vî esasî em êdî li benda dijmin nasekinin û bixwe bi ruhê 15’ê Tebaxê bibin Egîd û Bêrîtanên serdemê.
Baran
Mawa
0 Yorumlar