Xelkê Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku Barzanî di 2014’an de daxwaz ji PKK’ê kir ku Başûrê Kurdistanê bi parêze, niha jî dibêje PKK Başûrê Kurdistanê dagir dike û gotin: “Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî bi heman hişmediya DAIŞ’ê tê pêkanîn. Divê gelê Kurd yê welatparêz van kiyarên qirêj yên li ser xaka Kurdistanê nepejirînin.”
Jiyan Pîran
Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê yên ku para xwe ji mirovahiyê negirtine, bi hovîtiyek mezin êrişî Rojava, Başûrê Kurdistanê, Suriye û Iraqê kirin. Ji bo parastina axa Başûr gêrîlayên azadiyê bi dilxwazî û li ser daxwaz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Başûrê Kurdistanê dest bi şerê li dijî DAIŞ’ê kir û di demek kin de Başûrê Kurdistanê ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Di heman demê de bi salane gerîlayên azadiyê xaka Kurdistanê ji êrişê dagirkeriyê yên dewletên dagirker diparêzin. PKK ya ku di 2014’an de Iraq û Başûrê Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribûn, niha di hedefa PDK’ê û dewleta Tirk de ye.
Têkildarî pêvajoya êrişên çeteyên DAIŞ’ê, helwesta PDK’ê ya wê demê li hemberî PKK’ê û helwesta niha ya PDK’ê ya li hemberî PKK’ê, xelkê Wargeha Mexmûrê ji re ajansa me re axivîn.
‘PKK heman PKK ye, Mesûd Barzanî heman Mesûde’
Mirarî Nêrwehî di destpêka axafrtina xwe de daxuya kirin ku çeteyên DAIŞ’ê di demek kin de êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistan û Iraqê berfireh kir û wiha got: “Mesûd Barzanî daxwaz ji PKK’ê kir ku were Başûrê Kurdistanê rizgar bike. Got, ‘em birayê hevin divê em bi hev re Başûrê Kurdistanê rizgar bikin.’ Li ser vê yekê PKK’ê çeteyên DAIŞ’ê ji Mexmûr, Şengalê û Kerkûkê derxistin. Cîhan bi giştî jî dizanin eger ne bisaya PKK’ê ba, DAIŞ têk nediçû. Heman Mesûd niha pêşiya çeteyên dewleta Tirk dikeve û êrişî herêmên Parastinê yên Medya dike. Ne tenê pêşengtiyê dike di heman demê de mewziyên şer, tûnel û qada şer ji dewleta Tirk re berfireh dike. PKK heman PKK ye, Mesûd Barzanî heman Mesûde, çima niha vê dûrûtiyê dike. Çima di 2014’an de digot emê Kurdistanê bihev re biparêzin? çima niha nabêjin emê Başûrê Kurdistanê ji çeteyên Erdogan rizgar bikin?”

Mirarî Nêrwehî di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir ku li hemberî kiryarên PDK’ê û dewleta Tirk bibin xwedî helwest û got: “Dewleta Tirk ne çiya, ne deşt, ne jî dar ji Kurdistanê re nehêlaye, êdî sewal nekarin di wan çiyayan de jiyan bikin. Divê gelê Kurd yê welatparêz van kiyarên qirêj yên li ser xaka Kurdistanê nepejirînin. Kesên wijdana wan hebin li kuderê dibin bila bibin, wê nerazîbûna xwe li hemberî van kiryaran diyar bikin. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku destê xwe bidin hev hevkariya hev bikin daku em dewleta Tirk ya dagirker ji nava xaka Başûrê Kurdistanê derbixin.”
‘DAIŞ di Başûrê Kurdistanê de şikand’
Mehmud Zêwkî jî ku li ser heman mijarê axivî, destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên di pêvajoya êrişên DAIŞ’ê de bibîranî û wiha got: “Raste êrişa heyî li ser Rojhilata Navîn bû, lê armanca sereke gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bû. Hêzên herêmê yên ku xwe xwediyê herêmê didîtin, ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê reviyan û gelê herêmê di nav pencên DAIŞ’ê de hêlan. Hêza ku xwedî li gel derketî û gel parastî, şervanên azadiyê bûn. Wê demê li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêza PKK’ê ji bo parastina gel û axa Başûrê Kurdistanê li herêmê belav bû. Tevgera Azadiyê çeteyên DAIŞ’ê di Başûrê Kurdistanê de şikand. Di wê pêvajoyê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bixwe hat wargeha Mexmûrê ji bo parastina axa Başûrê Kurdistan û gelê Başûrê Kurdistanê, sipasiya gelê wargehê û gêrîlayên azadiyê kir. Heman kes îro dibêjin PKK Başûrê Kurdistanê dagirdike, ger cesaret bikin wê bibêjin PKK tevgerek teroriye jî. Niha jî PDK li gel hevalbendên xwe û çeteyên DAIŞ’ê, li çiyanên Kurdistanê êrişî gêrîlayên azadiyê yên ku gelê Iraq û Başûrê Kurdistanê ji DAIŞ’ê rizgar kirîn, dikin. Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî bi heman hişmediya DAIŞ’ê tê pêkanîn.”

Mehmud Zêwkî di dawiyê de destnîşan kir ku hêvî û baweriya wan ewe ku çawan di wê pêvajoyê de çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran ji tevgera azadiyê xwar û têkçûn, wê îro jî hêzên li hemberî PKK’ê şer dikin derbeyên giran bixwin û têk biçin û got: “Pêwîste em wek gelê Kurd li nirx û keda şehîdên xwe xwedî derbikevin. Ger em xwedî li keda şehîdan derbikevin, emê xwedî rûmet bin.”

0 Yorumlar