Berisvên Gel:
-Gel
bûyîn e.
-
Hişmendiya Welatparêzî ye.
-Komînalbûyîne.
-Bi
hevre kar kirine.
-Parvekirine.
-Heskirina
netewî ye.
-Ji
bo jiyanek azad nebe nabe ye.
-Wekhevî
ye.
-Aram
jiyan kirine.
-Bêyî
cûdahî hewandina hemû gelane.
-Li
hev hatine.
-Yek
destî ye.
Hebûna mirov bi yekitiyê gengaz dibe. Lewma yekitî sedama hebûnê ye. Civak ji hêjmaran pêk nayê, bi yekpare fikir û jiyankirina mirovan pêk tê. Yekitî di ruh û hizir de çêdibe. Mirovên ku ruhê hevpar dihewînin dibin civak û civat. Hemû tevger û jiyana mirovên wiha li ser esasê tekiliya sîmbiyotîk ango pêywendiya ku hevdu xwedî dikin de ye. Tekiliya dayîk û zarok peywendiyek wiha ye. Di cewhera yekbûnê de ev peywendî heye. Ji ber vê dema mijar dibe yekitî yekser rêgez û pîvanên civakî tên bîra mirov. Ev yek çi di navbera civakên cuda de be, çi jî di navbera malbat, qebîle û eşîran de be pêwîste wiha be.
Yekitî ji ber ku ji yekbûnê tê, pêwîste bi hev re jiyankirin hebe. Ji
bo ku mirov bi hev re bikaribe jiyan bike pêwîste hevdû fêm bike û li hember
hevdû hestiyar be. Kes an jî civakên ku hevdû fêm nekin, nikarin yekitiyekê jî
çêkin. Lewre civak ji aliyê çandî ve ji hev cuda bin jî, pirsgirêkên civakî kêm
û zêde dişibin hev û ji ber vê hevparin. Heger pirsgirêk hevpar bin, divê li
beramberî vê yekitî çêbibe da ku bikaribin çareserbikin. Bêyî ku di navbera
civakan de yekitî were avakirin, jiyana hevpar jî naye avakirin. Lewma
pirsgirêkên heyî bingeha xwe ji yekpare nebûna civakan digire. Civakê danîn
milekê, hîn di kesayeta mirov û kesan bixwe de hest, ruh û hizirandinek yekpare
pêk nehatiye. Mirovên ku di her milî de xwe gihandine yekparebûnê pir kêmin. Ji
ber vê di civak û mirovên heyî de xerabûn û rizînên çandî-civakî her li pêşe.
Mirov an jî civak hevgirtî nebe, ne pêkane ku xwe ji wan encaman rizgar bike.
Li gel van hemûyan yekitî ji yekbûnê tê, lê ne wek hêjmar, wek çawanî û
cewher. Lewma dema em dibêjin yekitî behsa cudabûnê dikin. Yekbûn rastiyekî
homojen, yane “saf” nîne. Berovajî ji heterojenbûnê, yane cur be curbûnê pêk
tê. Dema tiştên ji hev cuda tên gel hev û li dora heqîqetekî digihijîn hev, yekbûnê pêk tînin. Ne ku cudabûna
xwe wenda dikin, tenê cudahiya xwe bi cudahiyekê din re dikin yek. Ji vê yekê
him tiştek nû, him jî kombûnekê mezintir û bihêztir çêdibe. Ev di xweza û
gerdûnê de jî wiha ye. Yanî mirov jî, civak jî bi vî rengî dibin hebûnekî ku
form-teşe digire. Civakê ku di hebûnê de form girtibe tê wê wateyê ku di
zanabûna xwe de ye.
Dewlet û desthilatdarî ji ber ku rastiyên der civakî ne, yekitiya
cudahiyan berovajî dikin û dibêjin “cudabûna yekitiyê” û vê jî dixwazin wek
dewlet pêşkeşî civakan bikin. Lê belê di rastiyê de tiştê ku li civakan ferz
dikin netew-dewlet e. Jixwe dewlet xwe li ser nakokiyên civakî dide jiyankirin
û hebûna van nakokiyan, hinceta hebûna netew-dewletê ye. Rêbertî li beramberî
vê pêwîstî bi avakirina Neteweya Demokratîk dît û got, “Neteweya Demokratîk ruh
e, Konfedaralîzma Demokratîk bedena wê ye.” Yanî wê hemû civak bi felsefeya
yekitiya cudahiyan bigihîjin hev û wek rêbaza jiyanê jî, wê Konfedaralîzma
Demokratîk ava bikin. Ji bo vê têgihîştin û civakîbûn pêwîst dike. Îro wek gelê
Kurd jî ji cudahiyan pêk hatiye û wek erdnîgarî Kurdistan jî civakên cur be cur
di xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê eger yekitî nebe ne wek Kurd, ne jî wek
Kurdistan hebûn ne gengaze. Li gel vê xwegihandina cudahiyên Rojhilata Navîn a
hevdû jî ne pêkane. Lewma Kurdistan dil û giyana Rojhilata Navîne û yekitiya wê,
yekitiya Rojhilata Navîn jî wê leztir bike.

0 Yorumlar