Di dîroka
têkoşîna gelê Kurd de, Botan di hemû deman de bûye cihê berxwedanê û werê
serhildanan. Her wiha bûye kaniya parêzvanên doza Apociyan. Warê pekrewanan,
kaniya Mem û Zînê. Gundê Hîlal jî li herêma Botanê wekî nimûneyek ya buheştê,
bi hewaya xwe ya hênik, bi zozanên xwe yên bi bereket û her wiha bi çiyayên xwe
yên bi heybet, di dîrokê de her tim malovanî ji berxwedanî û serhildanên Kurdan
re kiriye û di têkoşîna gelê Kurd de bûye xwedî rolek girîng. Weke her gundek yê
Kurdan, gundê Hîlal jî para xwe ji êriş û dakirkeriya Tirk digre û gund ji hêla
dewleta dagirker ve tê şewitandin. Ev yek hêrs û kîna gelê Kurd zêdetir dike. Ji
bo gelê Kurd li himberî vî dagirkerî têkoşîna doza xwe bidin meşandin, tenê
rêyek li pêşya wan hebû, ew jî rêye heqîqetê ku li çiyayên azad dihat meşandin
bû. Ji bo têkoşîna xwe ya mafdar bi dehan ewladê gelê Kurt berê xwe dan çiyayên
azad û bûn parêzvanên welat û gelê xwe. Yek ji van jî rêheval Şefîq Kara ango
Azad Rojhat bû ku di sala 1972’an de li gundê Hîlal Qilabanê di nav malbatek
welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Rêheval Azad di nav zozanên bi berekt
û çiyayên bi heybet de ku bi dilsozî û girêdanbûna bi nirxên Kurdewarî re tê
mezin kirin, di temenê xwe yê biçûk de tevgera azadiya Kurdîstanê nasdike.
Dibistanê heta navîn dû dixwîne. Di dibistanê de bi fikirê xwe yê jîr her tim
pileya yekem bidestdixe. Heval Azad bi keseyata xwe ya dilnizim û rêzdar di
hêla her neferek yê gund û malbatê de tê heskirin. Ew xwedî kesayetek berpirs bû.
Di wî temenê xwe yê ciwanî de di zanebûna berpirsariya xwe de bû û ji bo debara
malbatê çi kar hebûya dikir. Fedekar û rukeniya rêheval Azad di nav heval û
derdor de kesek diyarker derdixist holê û dibû nimûneyek li ser lêvên dayîkan.
Belê her roja ku derbas dibû, êrişên dijmin li ser gund zêdetir dibû. Dijminê xwînxwar
her roj êriş dikir û ferdên gund û malbata heval Azad digiritin û di êşkenceyan
re derbasdikirin. Her wiha gundê Hîlal dû caran ji hêla dijmin ve tê şewitandin.
Li beranberî van êrişan bêdengî nedibû. Bêdengî serî tewantin bû. Di rêgezên
Rêheval Azad de cih ji bo bêdengiyê nebû, nikaribû li beranberî van neheqiyên
tên kirin bêdeng bimabûya. Divê tola welatê xwe rakiriba. Tola hêsîrên çavên
dayîkan û qêrîna zarokên di landikan de rakiriba. Li ser vî esasî dem hatibû ku
berê hespê xwe bizviranda çiyayên azad û di her lutkeyên çiyayên welatê xwe de
bi çargavî hespê xwe bibezandiba. Rêheval Azad di sala 1988’an de bi kelecanek
mezin û bi ruhê tolhildanê ketibû ser rêya heqîqetê û berê xwe dabû çiyayên
azad. Belê ew bibû gerîlayek li ser rêya fedayî yê Apogeriyê. Di demek kin de
xwe di bîrdoziya Rêbertî de pêşdixe û li pir qadên çiya bi têkoşîna xwe ya bê
hempa dibe mînakek di nav jiyana şoreşgerî de. Rêheval Azad di nav zor û zehmetiyên
çiyan de bi fedekarî û cesaretek mezin di her çalakiyekê de di çeperên pêş de
cih digre û di her çalakiya xwe de tola hezar salan ji dijminê mirovahî û
xwazayê radike. Dibe qêrîna azadiyê. Roj hebû pariyek nan qurtek av di nav
hevalên xwe de parvedikir, roj hebû ku di şevên tarî de di qontarê çiyayên
welatê xwe de li ber agirên gerîla bi sitranên xwe yên dengbêjî dilê her
hevalek xwe kêfxweş dikir. Heval Azad di sala 1990’an de li çiyayê Cûdî
bîrîndar dibe. Rûxmê ku bîrîndare jî, bî rûkenî û dengê xwe yê çiyayî bi gotina
sitranên xwe moralê dide rêhevalên xwe. Piştî tedawî dibine, carek din derbazî
qadên piratîkê Gabar ê dibe û bi erka xwe ya fermandariya taximê bê dudilî
têkoşîna xwe bilintir dike. Di sala 1992’an de li Gaberê bi destpêkirina
operasyonek berfireh ya dewleta Tirk û cerdewanên xiyenetkar kampa hevalan
dorpêç dikin. Rêheval Azad ji bo şikandina vê çemberê bi cesaretek mezin bi
taxima xwe re êrişî dijmin dike û piştê şikandina vê dorpêçê û rizgargina
hevalên xwe, bi komek hevalên xwe re tevlî karwanên nemiran dibe.
0 Yorumlar