Piştî avabûna Împaratoriya Osmaniyan û bi taybet piştî hevpeymana Şarq- İslah ku di vê hevpeymanê de Kurdistan dibe 2 parçe, êdî pêyvên wek ‘Kurd, Kurmancî û Kurdistan’ bi tinebûne re rû bi rû dimînin. Bi polîtîkayên bişaftinê gelê Kurd ji nasname û çanda xwe bêpar dimînin. Hêzên dagirker Kurdistan dikin çar parçe û dilê Kurdan jî dikin hezar parçe. Lê bi derketina tevgerên çepgir û sosyalîst yên di salên 1960’an û şûn de ‘qedera’ Kurdan carek din diguhere. Bi derketina Rêber Apo û partiya PKK’ê re rastiya ku hatibû betonkirin, cardin derdikeve ser rûyê cîhanê.
Hîn di salên 1970’an de bi gotina ‘ Kurdistan Metingehe’
Rêber Apo rewşa li Kurdistanê fêhm dike, dinirxîne û bingeha têkoşîna azadiyê
datîne. Rêber Apo bi ketina ferqa dagirkeriya li Kurdistanê tê meşandin re dest
bi têkoşîna rizgariyê dike. Rêber Apo dibêje: “Li Kurdistanê bê rêxistin
(partî) pelê darê jî naheje.” Ji bo vê jî Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê avadike
û dest bi rêxistinkirina gel dike. Di salên destpêka têkoşînê de, peyvên wek
‘dagirkerî, koletî, emperyalîzm û desthilatdarî’ di Kurdan de hişyarî avadike û
bi vê yekê re hestên welatparêziyê dest bi tevgerê dike. Li dijî peyvên me li
jor diyarkirî Rizgarî, Xweserî û Azadî dibin pîvanên jiyana li Kurdistanê.
Bê gûman dewleta Tirk û hêzên desthilatdar yên ku li ser
xwîna Kurdan heta roja îro xwe didin jiyan kirin, ji bo ku pêşî li têkoşîna
azadiyê bigrin, dest bi êrişan kirin. Hebûna Kurdan wek xeteriyekê dibînin û bi
vê hişmendiyê li Tirkiyê faşîzmê belav dikin. Ji bo qirkirina Kurdan hemû
rêbazên dijmirovî ji bo xwe rewa dikin û dixin tevgerê. Lê ew jî baş dizanin ku
wê bi van rêbazan nikaribin pêşiya têkoşîna gelê Kurd bigrin. Ji ber vê
dixwazin Kurdan bi destê Kurdan tine bikin, li ser vî esasî li hemberî xeta
berxwedanê, hewl didin xeta xiyanetê li Kurdistanê avabikin. Hîn di pêvajoya
Osmaniyan de Tirkan, Kurdên ku ji rastiya xwe dûr ketine li hemberî Kurdan
bikaranîn û xwestin xeta îxanetê di nava Kurdan de pêşbixin. Ger em Serhildanên
li Kurdistanê hatine jiyankirin rast lêkolîn bikin, emê rastiya kûrahiya xiyaneta
hatî jiyankirin bibînin. Bê gûman bûyera dîlgirtin û darvekirina Şêx Seyîd û 46
hevrêyên wî yên Kurd, asta qirêjbûna xiyanetê nîşan dide; lê dîroka PDK û Mala
Barzanî weke rûreşiyekê di Kurdistanê de ye ku hîn jî rastiya wê ne hatiye fêhmkirin.
Pêwîste rast were fêhmkirin ka PDK bi destê kîjan hêz û
li ser çi esasî hatiye avakirin ku li gor vê pênaseya heqîqî lê were barkirin.
PDK partiyeke ku li ser bingehê hişmendiya Osmaniyan hatiye avakirin, bi
birdoziya Osmaniyan jî ‘Kurdîtiya’ sexte diparêze. Îro xaka Başurê Kurdistanê
bi destê Mala Barzaniyan di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Gelê Başur her
roj bi êriş û zextên PDK û dewleta Tirk re rû bi rû dimîne. Bertek û helwestên
li beramberî vê tê raberkirin bi rêbazên hovane tên tepisandin û tasfiyekirin.
Her roj pêşengên tekoşîna azadiyê û ferdên welatparêz tên qetilkirin. Bûyerên
ku di van rojên dawî de hatîn jiyankirin jî, asta kîrêtiya PDK’ê ku kîretî jî
derbas dike nîşan dide. Li bajarên Başûrê Kurdistanê çeteyên Tirk kontrola
nasnameyan dike. Her roj komvoya tangên bombebarkirî û takwiye yên leşgerî ji
Başûrê Kurdistanê ber bi Çiyayên Metîna ve dişînin. Gelo em dikarin van
kiryaran ji rêzê bigrin dest, gelo kî rê li vê vedike? Îro pêşmergeyên PDK’ê di
Operasyonên li Qadên Parastinê yên Medyayê de ji leşkerên Tirk re pêşengtî
dikin û cilên faşîzmê li xwe dikin. PDK bi vê re namîne dixwaze bi gefan YNK û dewleta
Iraqê jî bike dostên xwe.
Pêwîste wek gelê Kurd û bi taybet jin û ciwanên Kurd li
hember van kiryaran bê tirs û bê dûdilî bertekên tûnd bên raberkirin. Li hemberî
îxaneta PDK’ê helwestên radîkal di kêliyê de derbikevin ku êdî ji dagirkeriyê
re bêjin bese! Ji bo vê di serî de pêwîste rastiya dijmin bê fêmhkirin û li ser
vî esasî rastiya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê were şermezarkirin. Pêwîste gelê
Kurd bi ruhê şerê gelê Şoreşgerî li ser xeta berxwedanê bersiva pêwîst bide
dagirkeriye. Êdî dem dema rabûnê ye!
Serkeftin Tîjda
0 Yorumlar