Hişmendiya faşîzmê xwe dispêre desthiltdariyê. Desthilatdariya serdestan a li ser civakê ji dema şaristaniyê heta roja me ya îro bi gelek rê, rêbaz û amûrên bîrdoziyê berdewam dike. Faşîzm amûra bîrdozî ya modernîteya kapîtalîste ku bi vê amûrê bingehê avakirina dewlet-netewe avakiriye. Faşîzmê, hişmendiya dewlet-netew avakiriye û li ser lingan hiştiye. Her pergal ji bo ku xwe li ser lingan bihêle pêwîstî bi amûrên bîrdozî dibîne. Dewlet-netewe wek berhemên kapîtalîzmê faşîzmê mîna amûrê bîrdozî hem pêşdixe, hem jî vê hişmendiyê zindî di hêle. Pîştî şere cîhanê yê sêyemîn li Îtalya (1922) û li Elmanya (1933) hişmendiya faşîzmê wek pergal hat rêxistinkirin. Piştî vê jî li Îspanya û li Japonya ev hat pêşxistin. Dewlet-netewe bixwe amûrê qirkirina civakê ye û bi hişmendiya faşîzmê avakiriye, qirkirin û tûnekirina civak û netewan rewa dibîne.
Piştî şerê cîhanê yê sêyemîn,
împaratoriyetên di şer de têkçûn hatin parçekirin û gelek dewlet-netewe hatin
avakirin. Yek ji van împaratortiyên têk çûne jî, împaratortiya Osmanîyan bû. Bi
têkçûna împaratortiya Osmanîyan re dewlet-netewe Tirkiye hat avakirin. Gelê
Kurd her çiqas ji bo dagirkeran ji Kurdistanê derbixe bi gelê Tirk re tevgeriya
jî, hişmendiya faşizmê ya ku bi pêşengtiya Cemaeta Îttîhat-Terakî xwe di nav dewlet-neteweya Tirk de rêxistin kir,
gelê Kurd û gelên herêmê di qirkirinê re derbas kirin.
Hişmendiya faşîst xwe li ser tinekirina
gelan mezin dike. Pir rengî, pir zimanî, pir çandî û bihevre jiyana gelan qebûl
nake. Ji bo ku pir rengî, pir zimanî, pir çandî û bi hevre jiyana gelan ji holê
rabike, ji aliyekê ve qirkirina fîzîkî pêktîne û ji aliyê din ve jî qirkirina
çand, ziman û hişmendiya bi hevre jiyanê pêktîne. Dewlet-neteweya Tirk bi vê hişmendiyê
bê navber hem li ser gelê Kurd, hem jî li ser gelên herêmê êrişên qirkirinê pêktîne.
Hişmendî eve; Ger Kurd û gelên din hebin, wê bibin bingehê tinebûna gelê Tirk.
Di Kurdistanê de li hemberî êrişên
qirkirinê gelê Kurd bê navber di nav berxwedaniyê de bû. Lê ji ber ku xwe rêxistin
nekirin û xwe ji hişmendiya kevneşopiyê rizgar nekirin, nekarîn li hemberî êrişên
faşîst xwe bi parêzin. Piştî serhildanên bi pêşengtiya eşiran û pêşengên olî
pêk dihatin ku hewldanên wan yên avakirina rêxistinên modern jî hebûn, têkçû. Gelê
Kurd hat surgunkirin, kuştin û zarokên wan di dibistanên dewletê de hatin bişaftin.
Bi hezaran zarokên gelê berxwedêr ji civakê qût kirin û di nav pergala
dewlet-netewe de hatin mezinkirin. Bi vî şêwazî zarokên Kurdan li hemberî têkoşîna
gelê Kurd bikaranîn. Bê gûman êrişên qirkirinê tenê li ser civakê, li ser
xwezayê û bingehên aborî yên Kurdistanê jî pêkanî.
Li hemberî êriş û qirkirina
dewlet-netewa Tirk, di salên 1970’an de bi destpêkirina têkoşîna bi pêşengtiya
Rêber Apo, têkoşîna gelê Kurd kete pêvajoyek nû. Derketina Rêber Apo di têkoşîna
gelê Kurd û gelê herêmê de serdemek nû destpêkir. Li aliyekî gerîla li hember
artêşa dagirker û qirker şerê gelê şoreşgerî pêşxist, li aliyê din jî bi dahurandinên
Rêber Apo civaka Kurdistanê xwe naskir û xwe birêxistinkir. Di heman demê de
gelê Kurdistanê li ziman û çanda xwe xwedî derket û hişmendiya bi hevre jiyana
gelên li Kurdistanê pêşxist.
Hişyarbûna gelê Kurd bandora xwe ne
tenê li gelên li Kurdistanê kir. Paradigmaya Rêber Apo civaka demokratîk,
ekolojîk û azadîxwaziya jin li ser gelên azadîxwaz bandor kir. Bi vî şêwazî
gelê Kurd bû xwedî hêza pêşengtiya gelên cîhanê.
Rejîma faşîst û qirker ya
dewlet-netewe ya Tirk ev sed sale di nav gelê Tirkiyê de hişmendiya “Tirkiye encex
bi tunekirina gelê Kurd dikare hebûna xwe berdewam bike” bilind dike. Ev
hişmendî nahêle ku gelên li Tirkiyê bi hevre jiyan bikin. Faşîzma Tirk
tunekirina gelan, çandan û baweriyan ji xwe re wek erkek sereke dibine.
Panzehîran hişmendiya faşîzmê,
hişmendiya neteweya demokratîk e. Netewa demokratîk xwe dispêre bi hevre jiyana
gelan, pir rengiya civakî, pir çandî û pir zimanî. Avakirina hişmendiya
demokratîk, bi xwe rêxistinkirin û xwe parastinê pêk tê. Di sedsala 21’an de gelê Kurd hebûna xwe
mîsoger kiriye. Lê ev nayê wê wateyê ku êrişên qirkirinê bi dawî bûne. Niha li
her çiyayê Kurdistanê, artêşa faşîst û qirker êrişên bi armanca tunekirina
gerîlayê Kurdistanê û dagirkirina Kurdistanê pêktîne. Dîsan li hemberî îradeya
gelê Kurd ya xwe rêvebirinê, bi destê qayuman îradeya gelê Kurd tê xespkirin,
desteserkirin. Çiyayên Kurdistanê tên şewitandin, aboriya civakê tê talankirin.
Li hemberî van êrişan xwe parastin, xwe rêxistinkirin û xwe li ser hişmendiya
netewa demokratîk perwerdekirin, li ser her welatiyekî Kurdistanê û azadîxwazan
ferze.
Andok Ozgur

0 Yorumlar