Di xwezaya Jina Rojhilata Navîn de her tim têkoşîn, pêşengî û ruhê azad heye. Her çendî ku beşekî mezin ê civakê jin pêktîne jî, ji hemû mafên xwe yên jiyanî hatiye bêpar kirin. Bi hatina Îslamê ya Rojhilata Navîn re bi hinceta wecibeyên olî her çendî derbaz bû, jin jî ji aliyê hişmendiya desthilatdar a zilam ve hat reş kirin, dûrxistin û perçiqandin. Ew di nava paçek reş de pêçan û xistin quncika malê.
Li
gelek devaran li gorî yasayên heyî zilam dikare bi dû jinan re bizewice, bi
awayekî rasterast li hinek cihan zilamên ku bi çar jinan re zewicî tên dîtin. Li
gel vê, hemû mafên jinê ji destê wê tê girtin û wek obje tê bikaranîn. Her wiha
jin ji qada siyaset, aborî, ekolojî û leşkerî hatiye dûrxistin. Ji jinê re tenê
‘quncika malê’ tê rewa dîtin. Hişmendiya zilamsalar ku bi hezaran salin li ser
berhemên jinê desthilatdariya xwe meşandine, di roja me ya îro de jî bi hemû rê
û rêbazan jinê bi fêl û fenên xwe dixe.
Ger
li gorî dixwaze bi dest naxe, xwe ji ti curên tûndiyê paşve nade. Ji lêdan û
êşkenceyê heta şewitandin û serjêkirinê ji xwe re rewa dibîne ku beramberî jinê
pêkbîne. Zilam bi hinceta paqijkirina namûsê, kuştina jinê ji xwe re maf
dibîne. Her roja ku derbaz dibe rêjeya kuştinê ji aliyê bav, bira û hevser ve
zêde dibe.
Rewşa
şer a ku heyî, kriza aborî û siyasî, bê karî û derfetên zehmet yên jiyanê ev
rewş hin xiraptir kiriye û bedela wê ya herî mezin jî jin didin. Lê bi vê
gotinê rasterast yan jî ne rasterast ‘tundiya beramberî’ jinê rewa dikin. Qeyranên
heyî çavkaniya xwe ji jinê nagirin, lê ya ku herî zêde êş û zererê jê dibîne
cardin jine. Li aliyê din keçên ciwan di temenekî pir biçûk de tên zewicandin û
ji qada xwendin û zanînê tên dûrxistin. Di nava civakê de gotina, ‘ma keç
bixwîne wê bikare çi bike, bi kêrî tiştekî nayê’
desthilatdare. Di vî welatî de çand û edetên ku ji xwe re kirine tabo rê nade
ku jin tevlî nava qada zanistê bibin.
Di heman demê de dûrxistana jinê ya ji perwerdeyê, bandorek
mezin li cihê jinê yê di qada siyasetê de jî dike. Cihê jinê di siyasetê de
xwedî rêjeyekî pir kême. Jinên namzet di demê xebatên hilbijartinê de ji aliyê hişmendiya
zilam a desthilatdar ve rastî gelek nêzîkatiyên şaş tên, heta hinek namzetên jin
rastî êriş û lêdanê ji tên. Di vê pêvajoyê de jinên ku xwe ji namzetiyê paşde
kişandin ji tê dîtin.
Vê rewşê jiyana jinê hem di nava civakê de hem jî di nava
malbatê de seqet kiriye, di vir de di kesayeta jinê de, jiyana civakê hatiye
tevizandin. Ji ber wê jî civak nikare pêşde biçe û nûbûnan avabike. Li rûxmê
van hemû perçiqandinan, jin bi ruhê xwe yê têkoşer kêm be jî dîsa kariye hebûna
xwe berdewam bike û têkoşîna wê bide. Mirov dikare mînaka vê di çalakiyên gel
yên van deman de jî bibîne. Çalakiyên ku tên kirin jin pêşengiya wê dike. Jin
di qada civakê de şoreşa jiyanê dide, tevlî plan û projeyan dibe.
Bê gûman li Rojhilata Navîn heta ku şoreşa gel bi
pêşengtiya jina berxwedêr serî hilnede, gelek pirsgirêkên ku hene nikarin werin
çareserkirin. Weke ku Rêbertî jî dibêje; ‘Heta di civakekê de jin azad nebe ew
civak jî nikare azad bibe, pêş bikeve û serbikeve’. Ji ber ku di dîrokê de jî
diyarbûye ku şoreşa bêyî jin hatî kirin, serneketiye û bingehekî azad ji bo
civakê pêşnexistiye.
Bêrîtan Hilal

0 Yorumlar