Ticker

10/recent/ticker-posts

TCM û TJCM’ê piştgirî dan gerîlayan

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê TJCM û TCM bi nîşandana sînevîzyona ku li ser çalakiyên gerîlayên azadiyê piştgirî dan çalakiyên  gerîlayan.


Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) bi nîşandana sînevîzyona ku li ser çalakiyên gerîlayên azadiyê piştgirî dan çalakiya gerîlayan.

Beriya ku sînevîzyon were temaşekirin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurd deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endamê Saziya Ciwanan a Mexmûrê Sîpan Yeman têkildarî girîngî û têkoşîna gerîlayên azadiyê axaftinek kir.

Sîpan Yeman da diyarkirin ku pêwîste ew wek ciwan, wek dayik û wek gelê Kurd pêwîste xwedî li berxwedana li çiyayan tê kirin xwedî derbikeve û wiha got: “Ji ber ku ev têkoşîn ya me bi xwe ye. Lewra eger em nebin xwediyê vê têkoşînê, li gerîlayên xwe xwedî dernekevin emê nikaribin bêjin em li erk û berpirsyartiyên xwe yê demê derdikevin. Em dubare çalakiyên herî dawî yên ku di kesayeta şehîd û fermandarên gerîla de hatîn pêşxistin pîroz û silav dikin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser çalakiyên gerîla hatibû amadekirin hat nîşandan.

Yorum Gönder

0 Yorumlar