Bersivên Gel:
- Jiyana
azad e.
- Dilnizmî
ye.
- Tiştek
sexte ye.
- Jiyan bê
eşq nabe.
- Xweza
ye.
- Cureyek
ya hezkirinê ye.
- Hestên
xwezayî ne.
- Hevaltî
ye.
- Nayê
pênasekirin.
- Hezkrina
bê dawî ye.
- Tiştek
neyî ye.
- Xeyal e.
- Hêviye.
Eşq Mirov
dikare bibêje ku hema hema ti pêxember, oldar, felsefevan, zanyar, rêberên
îdeolojîk, siyasî, polîtîk û eskerî nemane ku têkildarî eşqê nirxandinek yan jî
tespîtek nekiribin. Ev çavkaniya xwe ji xusûsiyeta eşqê digire. Eşq, wekî
hezkirina ku vegûheriye azweriyê, di cîhana hest û fikirê ya mirovan de rê li
ber gûhertinan vedike û bi vê xusûsiyeta xwe ve yek ji hestên herî bingehîne ku
jiyana civakî ji kûranî bandor dike. Heger li gorî xwezaya wê bi asteke
manedariyê bê jiyîn, di peywendiyên civakî de dihêle ku coş, kelecan û
dilsoziyeke pir kûr pêşbikeve. Eşq, di jiyana mirovan de dibe sedema dilsoziyên
wisa ku mirov dikarin di oxira wê de canê xwe bidin. Heger bi peywendiyên
civakî re pêş bikeve û bigihêje kûraniyekê, wê çaxê tevîneka herî bingehîn a
civakê pêk tîne. Li ser vî hîmî eşq çavkaniya esasî ya jiyanê ye. Eşq, li gorî
ast û kûraniya tê jiyîn rengînî û enerjiyekê bi jiyanê dide qezenckirin. Eşq,
ne peywendiyeke wisaye ku tenê di navbera jin û mêr de sînordar bimîne. Di warê
berfirehî û naverokê de ji vê gelekî wêdetire. Hin kes hene hewl didin eşqê ji
wesfê wê yê civakî bişûn û bi rengekî takekesî û ezezî pênase bikin. Wekî ku ji
xusûsên hatine îfadekirin jî tê fêmkirin, eşq ne bûyereke ji rêzê ya tatmînê
ye, ne tiştekî wisa ye ku mirov pê rojên xwe derbas bike. Ji vê gelekî
wêdetire. Bûyereke wisa ya civakî ye ku can dide jiyanê û bi jiyanê pîroziyê
dide qezenckirin. Rûxmê ku wisa ye jî ji bo eşqê pênaseyeke civakî ya tatmînkar
nehatiye pêşxistin. Bi taybet jî li ser peywendiya eşq û azadiyê bi têrkerî
nehatiye sekinandin. Rêber Apo, têkildarî mijarê van tespîtên balkêş dike:
“Eger wê behsa rastiya eşqa serdema me were kirin, ev bi xwegihandina wêrekî,
fedakarî û serketineke wisa mimkune ku her hal Leyla û Mecnûnan gelekî li pey
xwe dihêle, gelek ehlên tesewifê derbas dike, hendezatiya zanyaran pêwîst dike
û rê li ber azadiya civakî vedike.” Parastina Gelekî “Çewtiyeke gelekî mezine
ku mirov zewqa di çalakiya cinsî de weke ‘eşqê’ binav bike. Berevajî, zewqa
girêdayî têkiliya cinsî înkara eşqê ye. Modernîteya kapîtalîst a ku
zayendperestî weke kansêrekê mezin kiriye, bi navê eşqê civakê dikuje. Eşqa
rastî, ew heyecana mezine ku ji zimanê pêkhatina gerdûnê tê hîskirin. Gotina
Mewlana ya dibêje; ‘Di vê alemê de çi heye eşqe, jê pê ve tev qal û qîl e’ dibe
ku bibe şîroveyeke heqîqî ya eşqê. Kengî mirov karibe ji zewqa têkiliya cinsî
bibihure wê karibe behsa eşqê bike, ya rastî girêdayî dualî pêşketina asta azadiyê
ya di exlaqê mirov de ye. Peywendiya şehweta cinsî li gel jidestdana azadiyê û
bêtevgeriya maddî jî heye. Ya herî rast ewe ku ne tenê têkiliya di navbera jin
û mêr de, eşqa di navbera hêmanên tevahiya gerdûnê de divê mirov bi ahenga
pêkhatinê ya eşqê ve girê bide.” “Kengî ew kesên ku nikarin hilweşîn û ji hev deketina
civaka xwe rawestînin, ji namûsê ango bi awayekî zanistî û rast ji bênamûsiya
li dora jinê bi dualî hatiye çêkirin dest bikişînin û bi awayekî mîlîtanî xwe
li avakirina neteweya demokratîk rakişînin, eşq dikare bigihêje maneya xwe ya
civakî û pir zor be jî wê karibe xwe bigihîne potansiyela pêkhatinê. Ji sedî
sed divê mirov eşqê weke hevhestyariya di navbera dû kesan de û cazîbeya cinsî
nebîne. Heta divê mirov bi ber bayê xweşikiyên şiklî yên maneya wan a çandî
tine ye jî nekeve. Modernîteya kapîtalîst sîstemeke ku li ser înkara eşqê
hatiye avakirin. Înkara civakê, harkirina ferdiyetê, ketina cinsperestiyê ya her
qadê, xwedakirina pere, li şûna xwedê danîna netew-dewletê, weke xebatkareke
bêheqdest an jî ya bi heqdestê herî kêm bi nasnamekirina jinê bingehê maddî yê
înkara eşqê ye jî.” “Li Kurdistanê eşq naşibe bûyerên di filmên Hollywood û
Yeşîlçamê de diqewimin. Bi qasî zanyariyê, xweda û xwedawendiyên zaferê
dixwaze. Çivîk bixwe jî li cihên dest pê nebûyî hêlîna xwe çêdikin. Li cih û war
û dilên heta qirikê hatine dagirkirin, eşq dikare hêlînê çêke? Eşq berovajî
texmînan, teorî û pratîkeke tam a sosyolojîk dixwaze; yanî em nikarin daxînin
asta arzûyên sivik ên dû ferdan. Eşq; egîdiyeke mezine, serketine û evîne. Rûyê
eşqê timî li şerê serketinê yê azadiyê ye."

0 Yorumlar