Destpêkê di kesayeta Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek de hemû şehîdên meha tîrmehê bi bîrtînim û bi minetdarî bejna xwe li ber îradeya wan ya polayî ditewînim û berxwedana wan silav dikim.
Dîroka Partiya
Karkerên Kurdistan tejî berxwedan, fedakarî û îradeya polayî ye. Ji ber ku
hûnandin û raçandina wê li ser vê felsefeyê hatiye danîn. Dijminê ku xaka
Kurdistanê dagirkirî, dijminekî faşîst, qirker û talankere. Ji dîroka kevin
heta roja me ya îro siyaset û sitratejiya xwe li ser înkar û îmhakirina netewa
Kurd daye çêkirin. Ji bo têkoşîna ku li himber bihatiba kirin jî, pêwîst bû xwedî
îrade, bawerî û berxwedanek bê hempa bûya.
Ruhê
felsefeya Rêber Apo û reşandina tovê manîfestoya tevgera azadiyê bi Hakiyan,
Mazluman destpêkir û bi Kamalan, Mehmed Xeyriyan, Akîf Yilmazan û Elî Çîçekan
di zindana Amedê de şênber bû. Ji dijminê qirker û faşîst re gotin êdî Kurdê
berxwedêr, bi hêz, cesaret ji mirina di oxira jiyanê de natirsin li pêşberî we
ye. Ji ber vê yekê dijmin xwest di zindanan de tovê vê berxwedanê zûha bike,
tevgera ku Rêber Apo dayî destpêkirin tinebike û biçewisîne. Dijminê xwînmij
serî li her cûre êşkence û şerê psîkolojîk da, lê li himberî vê îradeyê nekarî
raweste. Kîmyaya dijmin têkbir û vegera welat da çêkirin. Rêber Apo li ser vê
berxwedana dîrokî pêngavek nû û dîrokî amadekir. Li ser bingeha vê berxwedanê
yê, amadekariyên destpêka şerê çekdarî hat kirin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê
di pêşengtiya Fermandarê efsaneyî Mahsum Korkmaz de pêngava 15’ê Tebaxê yanî
şerê çekdarî da destpêkirin. Bi vê pêngavê re êdî Kurd bûn şervanên hebûna xwe
û li himberî dijminê faşîst ji bo hebûna xwe şerkirin.
Ruhê 14’ê
Tîrmehê bû ruhê mezinkirin û pêşxistina şoreşa azadiya Kurdistanê. Her wiha bû
ruhê artêşbûna jin, pêşdebirina gerîlatiya profesyonel, bû ruhê Şoreşa Rojava û
berxwedana serdemê ya di roja me ya îro de li Zap, Metîna ku li himber teknîka
serdemê liber xwe dide. Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû egerê avakirina sîstema
xweseriya demokratîka netewa Kurd û Kurdistanê. Peymanên weke Lozan û Sewrê ku
ji aliyê hêzên emperyal ve bi dijminên Kurdan re hemû nirxên xaka Kurdistanê
talan û wêran kiribûn, bû egera têkbirina wê hişmendiya dagirker û zordara. Bi
ruhê 14’ê Tîrmehê dîroka Kurd û Kurdistanê ji nû ve hat nivîsîn, Netewa Kurd û
Kurdistanê li heqîqeta xwe vegeriya ziman, çand û sîstema xwerêvebirinê afirand.
Ruhê 14’ê Tîrmehê li Rojhilata Navîn û cîhanê heyîna Kurd û Kurdistanê mîsoger
kir. Her wiha kir hêzên navnetewî, keç û xortên Kurdistanê bi îradeya polayî
faşîzma DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn têkbir û di nava civakên cîhanê de nirxên
mezin bi destxist. Ji bo domandin û mîsogerkirina vê berxwedanê, pêwîsete weke
netewa Kurd mîrasên wan pakrewanên ku bi canê xwe ji me re hiştine û gotîn, “li
ser gorên me binivîsin deyîndarê welatê xwe ne” em weke civak ji bo azadiya
fîzîkî ya Rêber Apo ji xwe re bikin soz û peyman, berxwedana serdemê ji xwe re
bikin hêz û bawerî, sîstema xweseriya demokratîk jî ji xwe re bikin pergala
xwerêvebirinê. Wê demê emê bikaribin bibêjin me soz û peymana girêdana bi şehîdan
û Rêber Apo re bi cih aniye. Wê demê em dikarin bejin me cihê xwe yê di vê
cihana heyî de daye çêkirin.
Sêvê Yuksek Kara
0 Yorumlar