Jinên Wargeha Mexmûrê tecrîda ku li ser Rêber Apo bi dijwarî tê meşandin şermezarkirin û bang li hemû gelê Kurd yê welatparêz kirin ku eger ew li xwe û Serokê xwe xwedî dernekevin, kesek li wan xwedî dernakevin.
Xurbet Tallî
Ev 26 salin Rêber Apo li zindana Îmraliyê di nava şert û mercên herî zor û zehmet de, bi êşkenceyek sîstematîk re rû bi rû hatiye hiştin. Her wiha ev 40 mehin bi ti awayî nahêlin ne malbat û ne jî parêzerên Rêbertî pêre hevdîtin bikin. Têkildarî vê mijarê jinên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.
‘Em jî wan nasnakin’
Jina bi navê Emîne Ferhan bi lêv kir ku ev tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin, bi ti şêweyî nayê qebûl kirin û wiha got: “Mafê her girtiyekê heye ku hevdîtinê bi malbat û parêzerê xwe re pêkbîne. Ev dewletên ku destê wan di vê komploya li ser Serokatiya me de heyî û dayîn girtin, bi zanebûn wisa dikin ku Rêbertî di bin tecridê de bimîne. Eger ev dewletên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin, eger bi rastî mafê mirovan diparêzin çima ji bo girtiyên hemû welatan çi siyasî û çi jî ne siyasî bin mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re didin wan, lê dema mijar dibe gelê Kurd û Serokê me çima ev maf nayê dayîn? Ew kesê ku me nasneke, em jî wan nasnakin. Em wek jinên Kurd, kesên ku destê wan di vê komplo û tecrîdê de heyî şermezar dikin. Serokatiya me ne tenê ji bo netewa Kurd, ji bo tevahî gelên bindest dest bi vê şoreşê kiriye.”

‘CPT divê erka xwe pêkbîne’
Emîne Ferhan diyarkir ku gelê Kurd heta dilopek xwîn di laşê wan de hebe, wê li pey doza Serokatiya xwe bin û ev bang kir: “Banga min ji bo hemû gelê welatparêz ewe ku eger em li xwe û Serokê xwe xwedî dernekevin, kesek li me xwedî dernakevin. Pêwîste gelê Kurd di her alî de rabin ser lingan, çalakiyan bikin û vê tecrîdê qebûl nekin. Heta ku tecrîd li ser Serokatiya me hebe, wê li ser me jî hebe û ev şer jî berdewam be. Ji bo vê pêwîste CPT divê erka xwe pêkbîne û rê ji hevdîtinên bi malbat û parêzerên Rêbertî re veke. Heta ku em Rêbertiya xwe nebînin û dengê wî ne bihîsin, baweriya me bi ti kesî nayê.”
‘Em Serokatiya xwe dixwazin’
Jina bi navê Wesîla Gabarî jî di destpêka axaftinên xwe de silavên xwe pêşkêşî Rêber Apo, girtiyên zindanan, dayîkên şehîd û şervanan kir û got: “Ev tecrîd ne tenê li ser Serokatiya me ye. Ev 25 salin Serokê me di zindanê de ye, em Serokê xwe, nasnameya xwe û erdê xwe dixwazin. Ev serhildanên ku çêbûne yekê jî wek Serokatiya me maf ne daye mirovan. Ji ber ku Serokatiya me mafê her kesekê nasdike û diparêze, heta mafê her zindiyekê jî diparêze. Gelo dema evqas zarokên me tên şehîdxistin, di zindanan de dirizin û Serokê me tê xistina nava behrê de, çima cîhan û serokên welatan çavên xwe ji vê re digirin?”

‘Bi ti şêweyî qebûl nakin’
Dayîka Wesîla Gabarî di dawiya axaftinên xwe de tecrîda li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û wiha peyîvî: “Em wek jin vê tecrîda ku li ser Serokatî tê meşandin bi ti şêweyî qebûl nakin. Serokên welatan ji Serokatiya me ditirsin dibêjin, eger ev Serok derbikeve ji ber di mejî û fikir de azade wê her tiştê me ji dest biçe. Bila serokên dinyayê baş bizanibin û xwe nexapînin, heta dilopek xwîn di laşê me de mabe emê li pey Serokê xwe, gerîla û girtiyên xwe bin. Ev sîh salin em penaberin, erdê me hemû hatiye dagirkirin û şewitandin. Banga min ji bo hemû jinên cîhanê, dayîkên şehîd û şervanan, dayîkên gerîlayan her wiha yê ku dilê wan ji bo Kurdîtiyê lêdidin ewe ku eger em destê xwe bidin hev û bibin hêz emê bikaribin tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkênin.”

0 Yorumlar