Gelê Bakurê Kurdistanê ku di salên 90’î de li rastî êriş, zext û zoriya dewleta Tirk hatine, her wiha daxwaza dewleta Tirk ya cerdevantiyê bi tûndî red kirin, ji gund, war û zozanên xwe ber bi metrepol û derveyî welat koç kirin. Ev koç zêdetir li Herêma Botan û Serhedê çêbûn û rêjeyek zêde ya gelê Botanê bi hêviya ku demek nêz de bizivirin, berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Ew gelê ku di wan salan de koçkirbûyî heta niha jî li gund, war û zozanên xwe ne zivirîne. Piştî derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, vê carê jî li hemberî zilm û hovîtiya PDK’ê têkoşiyan û li Başûr jî di salên 90’î de neçar man carekdin ji hev veqetin. Gelek ji wan berê xwe dan Mexmûr û gelek ji wan jî çûn Qesrok, Girêgewrê, Hesenîkê, Melebirha û deverên din.
Gelê ku ji
ber zilma PDK’ê berê xwe dane Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)
ku wek çola Ereban tê binavkirin, jiyanek ji tinebûnê dan avakirin. Erdnîgariya
Herêma Mexmûrê ku weke çol tê bilêvkirin, di salên destpêkê ya avabûna Wargeha
Mexmûrê de, gelek zorî û zehmetî bi gelê wargehê dan jiyankirin. Ji germahiya
zêde bigire heta dûpişk û maran, ji bê avî bigire heta bê xwariniyê, gelê
wargehê gelek zorî û zehmetiyên ku nayê gotin encex bê jiyankirinin, dîtine.
Di tevahî
agahî, nûçe, pirtûk û nivîsên li ser rastî, jiyan û berxwedana gelê wargehê
hatine nivîsandin de, gotina ‘Ji tinebûnê hebûn avakirin’ tê dîtin, ev gotin
hema wisa ji xwe nehatiye nivîsandin, rastî jî ji tinebûnê hebûnek bi wate dane
avakirin. Gelê wargehê bi nebûna derfetan, çola Mexmûrê kirin bihuştek li ser rûyê
cîhanê. Dema ku mirov behsa bihuştê dike, destpêkê şînatî, dar, bax û baxçe tên
fikrê mirovan, raste gelê Mexmûrê bi bax û baxçeyan wargeh kirin bihuşt.
Wargeha ku
berê yek dar û gulek neyî, niha ti mal bê dar û bê gul nînin. Gelê Wargeha Mexmûrê
ku piraniya xwe ji Herêma Botan û Serhedê ne, çanda xwe ya hezkirina ji dar û
xwezayê li wargehê jî dan nîşandan û bi hezkirina xwe her cure dar li wargehê çandin.
Çend curê darên ku li wargehê ji ber ku ne li gor xwezaya wargehê bûn, çênebûn
lê gelek darên fêkî û yên din hatin çandin. Niha di wargehê de darên zeytûn,
tu, hêjîr, qesp, tirî û gelek darên din hatine çandin û bi salane gelek
malbatên wargehê bi berhemên wan daran debara jiyana xwe dikin. Li wargehê
baxçeyên Mijîniyan bi nav û dengin, hemû malbatên wargehê dar hene, lê dema
mijar dibe baxçe û fêkî, hemû wargeh berê xwe dide baxçeyên Mijîniyan. Li Semta
Şehîd Rûbar ku dikeve Bakûrê wargehê bi dehan bax û baxçeyên Mijîniyan hene û
bi sedan darên tirî, hêjîr, hinar, tû û zeytûnan hene. Her sal berhemên wan
daran tên xwarin, belavkirin û firotin.
Gelê
wargehê dema ku dibe wextê çêbûna tirî, berê xwe didin baxçeyên xwe û tiriyên
xwe hem li cîran, nas û dostên xwe belavdikin, hem difroşin û yên mayî jî bi
rêbazên çanda Kurdewarî dikin dims. Ew dimsa ku çêkirine jî difiroşin û dixwin.
Her wiha zeytûnan jî hem çêdikin û hem jî duhnê wan derdixin. Ev çanda
Kurdewarî heta niha jî di wargehê de tê jiyan kirin. Bi wê ve girêdayî li
Mexmûrê 3 parkên ku Şaredariyê ji gel re dane çêkirin hene. Yek ji wan li semta
Şehîd Çîçeke û navê wê parkê Şehîd Aryen Cûdî ye, herdûyên din jî li Semta
Şehîd Elîşêre, navê wan jî yek Parka Şehîd Zehra Penaber e û ya din jî Parka
4’ê Nîsanê ye ku di nava wargehê de weke Parka Rêbertî tê binavkirin.
Di van
rojên germ de hersê park bûne çavkaniya hênikbûn û serlêdanê. Ji ber germahiya
zêde gelê wargehê di nava rojê de dernakevin û dema dibe şev jî jin, zarok,
ciwan û gelê wargehê berê xwe didin parkan. Hêjayê gotinêye ku ev her sê park
jî ji aliyê Şaredariya Mexmrê ve hatiye dayîna çend malan da ku debara jiyana
mala xwe pê bikin.
Armanc
Herekol

0 Yorumlar