Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Komîteya Çalakiyan a Mexmûrê ve ji bo şikandin tecrîda girankirî û azadî Fîzîkî ya Rêber Apo ku di 20’ê Tirmehê 2023’an hatibû destpêkirin, salek li pey xwe dihêle.
Çalakiya Nobetê ya ku ji 20’ê Tirmehê ve li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê tê meşandin bi koma 72 û di roja 365’an de didome. Ji bo dewrgirtinê xelkê wargehê li Saziya malbatên Şehîdan a Mexmûrê kom bûn û bi merasîmekê koma nû çalakî dewrgirt.
Dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî dewgirtinê li ser navê koma 71’an Nûran Sezgîn axivî.
Nûran Sezîn di destpêka axaftina xwe de bi boneya 12’emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanên hemû Şehîdên Şoreşa Rojava bibîranî û wiha got: “Sibê çalakiya me ya nobetê salek li pey xwe dihêle. Ev çalakî bi armanca azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpê kirin. Em di wê bawariyê de ku emê teqez azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bingehê Netewa Demokratîk ya azadî xweziya jinê pêşxist û niha jî pêşengtî ji şorşa jinê re dike.”
Hêjaya gotinê ye ku ev sê rojin bi boneya salvegera çalakiyê Nobetê çalakî tên lidarxistin û wê sibe şev jî pîrozbahiyek girseyî were li darxistin.

0 Yorumlar