Ticker

10/recent/ticker-posts

Çola mirinê bû cihê jiyanê

Dayîka Helîm Tok diyar kir ku gundê Mijîn ji hêla deşt, çiya, kanî û rubarê xwe ve ji hemû gundên herêmê xweştire. Her wiha bilêv kir ku dema ew zarok bû, malbatan girîngî ne dida xwendina zarokên keç û digotin bila keç karê malê bikin baştire.”

Xurbet Tallî

Gundê Mijîn yek ji gundên Bakurê Kurdistanê ye ku di hêla erdnîgariya xwe de xwedî dewlemendiyên ser erd û bin erde. Dayîka Helîm Tok ya ku ji gundê Mijine û niha li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jiyan dike, serpêhatiya jiyana xwe ya gundê Mijîn û zehmetiyên ku di penaberiyê de kişandî ji Rojnameya me re vedibêje.

‘Girîngî ne dida xwendina zarokên keç’

Dayîka Helîm Tok diyar kir ku gundê Mijîn hem di aliyê erdnîgariya xwe de û hem jî di aliyê zozanên xwe de gundekî gelek xweş bû û wiha got: “Di zarokatiya xwe ya li gund de ez bi dayîka xwe re diçûm bêriyê û zozanan. Zarokatiya min piranî bi karê baxçe, bêrî û karê malê ve derbaz dibû. Lehîstokên ku me dilîst jî hebû, lê gelek caran ji ber ku wêdemê ga nebûn genim û ce gêre bikin, em zarok li ser kom dibûn bi gêrekirina genim û ce re me dilehîst jî. Wî demî ne wek vê demê bû, ti dibistan nebûn ku em bixwînin. Piştî ku em hinekî mezin bûn dibistan li gund hat avakirin, lê malbatan girîngî ne dida xwendina zarokên keç, digotin ma wê keç çi bi xwedinê bikin? Bila karê malê bikin baştire, lê zarokên kur rêdikirin dibistanê. Wê deme malbata min jî wek her malbatekî wê demê nehişt ez biçim dibistanê.”

‘Bi nav û deng bûn’

Dayîka Helîm îşaret bi dawetên ku li gund dihat kirin jî kir û wiha domand: “Dawetên me yên wê demê ji yên vê demê zêdetir bûn, hemû bê dahol û zurna dihatin kirin. Xelk wê demê ji niha gelek çav vekirîtir bûn. Xelkê gundê Mijîn di aliyê alîkarîdayîna hev û ya xelkê ji derve de bi nav û deng bûn. Wê demê ji ber ku sewze û fêkiyên me hemû xwezayî bûn, ji ber wê tenduristiya me jî pir baş bû. Cihên ku em diçûn bêriyê ji malan dûr bû, me zaroka xwe dixist parzûna xwe de û em diçûn bêriyê, piştî ku me pzê xwe didot me şîr dixist şîjaran û dixist parzûna xwe de her wiha me zaroka xwe jî dixist ber şîr de û wisa dihatin mal. Li rûxmê zehmetî û westana heyî jî, lê dîsan jî jiyana wêderê gelek xweş û bi tendurist bû.”

‘Ava vexwarinê nebû’

Dayîka Helîm Tok di dawiya axaftinên xwe de wiha behsa penaberiya xwe dike: “Dema em li gund dewleta Tirkiye her tim bi tank û topan êrişî me dikir, ji ber van êrişan em ji gund penaberbûn. Xelkê gund hemûyan pezên xwe firotin lê ji ber ku zarokên min biçûk bûn, me pezê xwe li gel xwe anîn Iraqê. Dema em hatîn Şeraniş, li wêderê dîsa dewleta Tirk bi balefiran êrişî me dikir, zarokên me ji ber ku ti carî teyare nedîtibûn ji ber dengê teyareyan digiriyan. Li wê derê jî me pez xwedî dikir, em di rê de diçûn bêriyê dîsa teyareyên Tirkiye hat ser wargehê li cihê ku pezên me lêbûn bi qazanan lêdida, şivanên me xwe xistibûn bin beran de lê pezên me parçe kirin. Me gelek war guhestin heta em hatin Mexmûrê, li vêderê jî ji ber ku kesê ev cih nas nedikir zarokek li vir windabû ji têhnan wefat kir. Li van warên ku em lê mane, ji tirsê bigire heta birçîbûn, têhnbûn, bazdan û hwd me her tişt dît. Li vê derê ne elektirîk, ne berîde, ne dolabên qeşayê, ne ava vexwarinê hebû, yanî ti jiyan nebû. Ava vexwarinê bi tankeran ji me re dihatin. Li Mexmûrê kesekî ne pere, ne pez hebûn, me bi komkirina karî û çûyîna karê baxçeyan debara jiyana xwe dikir. Neteweyên Yekbûyî jî hinek erzaq di anî, lê ne ar û ne jî tiştên din bikêrî xwarinê dihat. Me dibistan, mizgeft, sazî û malên xwe bi keda destê xwe avakir. Em bi saya Rêbetî pêşketin û hatin vê astê.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar