Bersivên Gel:
-Bêbextî
ye
-Rûhê
xwe kuştine.
-Ji
kesayeta xwe dûr ketine.
-Bê
exlaqiye.
-Xwe
firotine.
-Elçaqtiye.
-Bîra
bêbinîye.
-Pişt
dayîna nirx û exlaqê xwe ye.
-Rûreşiye.
-Sîxurtiye.
-Xwe
tine hesibandine.
-Bê
rûmetiye.
-Bê
şerefiye.
-Xwe
înkarkirine.
-Jehre.
-Bêxîretiye.
-Hebûna
xwe înkarkirine.
-Ji
piştê ve xencerkirine.
-Bê
kokbûn e.
-Tinekirin
e.
-Axa
xwe ne naskirine.
Xiyanet
ziyan dayîna welat, eşîr, malbat yan jî hevalê xwe ye. Hesûdiya Kabîl bû
sedema yekemîn birakujiya di dîroka mirovahiyê de. Gelek versiyonên vê çîrokê
hene, lê versiyona herî zêde tê pejirandin ewe ku di şer de Habîl bi ser
dikeve, lê destê wî naçe birayê xwe bikuje, dev jê ber dide, lê piştre birayê
mezin Kabîl, birayê biçûk Habîl bi bêbextî dikuje.
Çîrokek mîtolojîke ku di pirtûkên olî de bi versiyonên cuda derbas dibe.
Rastî û nerastiya wê li aliyekê, lê mînakeke balkêşe ji bo hesûdî, ezezî û
hestên kujer ên destpêka mirovahiyê! Lewma çawa destpê kiribe, piştre jî wisa
berdewamkiriye ev hezarê salanin.
Di dîrokê de em eynika vê çîrokê di xiyaneta Yudas Îscariot ku yek ji 12
hewariyên Îsa bû û bi 30 polikên zêr xiyanet kir û bû sedema çarmixdana Îsa
dubare dibînin. Heman şêweyî di xiyaneta Heredot ku xayînê yekem yê di dîroka
Kurd de ye, di xiyaneta Marcus Brutus yê di serdema Împaratoriya Romayê de
berdewamiya xiyaneta Kabîl dibînin. Herçendî em gelek caran qala xiyaneta Kurdan
û encamên wan bikin jî, dîroka gelan bi mînakên xiyanetên bi vî rengî dagirtîne
ku gelek ji wan bûne sedema guherandina çerxa dîrokê.
Başe xiyanet çiye? Xiyaneta ku di nav gel de wekî kêra kuh ya li ser piştê
daçikandî tê binavkirin, şêwaza herî xerab û bi bandor a xapandinê ye ku
encamên wê gelek caran pir giranin.
Xiyanet
di encamên têkiliyan de rû didin. Dema ji derve û ji dûr ve bê, navê
wê nabe xiyanet, lê dikare wekî êriş, êrişkarî, dijmin, dijminahî, neyarî bê
binavkirin. Ji bo bibe xiyanet, divê di encama têkiliyeke mirovî de rû bide.
Ango gotina “xiyaneta navxweyî” ne di cih de û ne raste. Lewra xiyanet jixwe ji
bo bibe xiyanet divê ji nav mirov bixwe derkeve yan ji heman
gelî, heman êlî, heman eşîr û malbatî bin. Yan ji heman bîr û boçûnî di heman
rêyê de rêheval bin, an hevjîn, bav, kur, xuşk û birayên hev bin; ji ber kijan
sedemê dibe bila bibe, dema derbe li yên nêzî xwe bidin, wê demê ew kiryara wan
wekî ‘xiyanet‘ tê binavkirin û ew jî wekî ‘xayîn‘ têne binavkirin.
Bê gûman sedemên xiyanetê jî hene. Di civaka me û nav
gelê me de ev dikare bi kiryar û encamên dagirkirina welat û tinebûna maf û
azadiya gel ve bê girêdan ango dagirker wekî sedema xiyanetê jî bêne nîşandan.
Lê bi taybet jî di rewşa bindestiya me de ti sedem nikarin encamên giran ên
xiyanetê ragirin û xiyanetkaran pak bikin. Sedem çi dibe bila bibe, xiyanet
xiyanet e û xayîn jî xayîn e. Dema em realîst tevnegerin û bi dilnizmî dibin
navê biratî û yekîtiyê de rûyê xayînên xwe bi destê xwe veşêrin, em derfet û
fersendê didine wan ku xiyaneta xwe carek din û carek din bi dilekî rehetir pêk
bînin.
Niyeta mirov çiqas pak be jî, sedema xiyanetê bi tenê bi
dagirkeriyê û dagirkeran ve girêdan beriya her tiştî ne realîste û ji bo wê jî
bi tenê dikare bi kêrî xayînan bê. Lewra di bingeha xiyanetê de nexweşiyên
derûnî yên wekî ezezî, xwebînî, xwe biçûk dîtin, daxwaz û girêdana bi
desthilatdariyê û derfetên aborî ve û hwd hene. Dikare bê gotin ku ev jî dîsa
bi bindestiya wî gelî ve girêdayî ye. Mînakên dîrokî yên gelên din jî û yên nav
me jî didine xuyakirin ku sedemên xiyanetê ji bilî bindestiyê û bandorên wê
dikare pir tiştên din jî bin. Lê eger sedem bi tenê bindestî bixwe be jî, ev
sedem jî nikare encamên giran ên xiyanetê ragire an jî serî binuxumîne.

0 Yorumlar