Şêniyên Mexmûrê diyar kirin ku bi karanina kîmyabaranê re bi hezaran cûrê lawir û şînati hatine tinekirin. Ji ber ku di xwezayê de her tişt bi hevdû ve girêdayî ye, eger şînatî nebe mirov û lawir jî nikarin jiyan bikin. Eger bi vî awayî berdewam bike wê zererekî mezin bide mirovahiyê.
Xurbet Tallî
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)
têkildarî jîngehê ji rojnameya me re axivîn û bang li her kesekê kirin ku destê
xwe bixin bin kevir.
‘Lingekî bingehîn yê pergala me ye’
Mamosta Pakîstan Bîlen di destpêka axaftinên xwe de bilêv kir
ku jîngeh ciheke ku her zindî bikaribe bi awayekî azad û xwezayî jiyan bike û
got: “Bê gûman jîngeh ji roja destpêkê ya ku cîhan çêbûyî heta roja îro ku em
pênasedikin, zindiyên ku têde jiyandikin mafekî rewa yê her kesekê ye ku
bikaribe li vê cîhanê jiyan bike. Her wiha divê mafek yê wan hebe di jîngehê de
wek hev, bi pirengiya xwe, bi mafê xwe yê xwezayî di hemû aliyan de bikaribe
jiyan bike ev tiştekî xwezayiye û pêwîste bidomîne jî. Di pergala me de Rêbertî
herî zêde girîngî daye jîngehê, weke lingekî bingehîn yê pergala me ye, ji ber
wê em dibêjin civakekî xwezayî û ekolojîk.”
‘Mirovahî ber bi tinebûnê ve diçe’
Bîlen di dewama axaftinên xwe de qala girîngiya jîngehê kir û
wiha domand: “Dema em bikevin nav girîngiya jîngehê bixwe çiye, jiyanekî
xwezayî, ekolojî û ya herî girîng jî mirov dikare civaka xwezayî bigire dest.
Ji ber ku şertê yekem ewe ku mirov bikaribe hîn bi tendûristir jiyan bike, xwe
bide berdewamkirin û parastin, ev yek ji bo hemû zindiyên din jî derbazdare.
Divê pirsa me ya herî bingehîn eve be; çima Rêbertî girîngiyekî mezin dide
jînegehê û di heman demê de weke lingê herî bingehîn digire dest? Û divê
bersiva wê ya bingehîn jî evbe ku eger jîngeh nebe zindî nikarin jiyan bikin.
Rewşa ku îro em têde ne, bi rastî jî jiyan gihiştiye astek wisa ku êdî mirovahî
ber bi tinebûnê ve diçe, sedema vê jî ji jîngeha ku têde jiyan dike ye. Mînakên
vê yekê em rojane dibînin, ev şerê ku di cîhanê de çêdibin û kîmyabaranên ku li
ser erdê tên barandin, gelo vê jîngehê xirab nakin? Hemû daristanên ku heyî tên
şewitandin, cihên ku di bedewiya dîrokê de ji destpêkê heta niha em behsa wan
dikin, hemû xirab dikin. Ev yek ji bo giştî cîhanê zererekî mezine. Bi
barandina kîmyabaranê re bi hezaran cûrê lawir û şînatiyan hatine tinekirin. Ji
ber ku di xwezayê de her tişt bi hevdû ve girêdayî ye, eger şînatî nebe mirov û
lawir jî nikarin jiyan bikin. Lê em dibînin îro jîngeh ji aliyê sîstema
desthilatdar ya ku xwe li ser civakan didin ferzkirin ve tê xirabkirin. Eger bi
vî awayî berdewam bike wê zererekî mezin bide mirovahiyê. Wek gelê Kurd jî divê
em xwe bigihînin astek wisa ku bikaribin jîngehê vegerînin xwezayîbûna wê.”
‘Xweza bixwe dermanbû’
Her wiha Xelîl Hilalî jî di axafinên xwe de qala xweşiya
jîngeha Kurdistanê û sûndên wê kir û got: Dema em li Bakûr ti nexweşiyên me nebûn,
ji ber ku di xwezayê de ji bo her nexweşiyekê dermanek yê wê jî hebû. Xweza
bixwe dermanbû. Piştî em penaber bûyîn heta niha dijmin tiştek ji xwezaya
Kurdistanê nehiştiye, hemû agir pêdixe, çekên kîmyawî, bombe û her cûre êrişan
li ser pêktîne. Her der bûye komkujî û xwîn, her tişt tevlîhevkirine. Her wiha
kesên ku li wan deveran jiyan dikin jî ji ber
êrişên li ser xwezayê nikarin bi tendûrist jiyan bikin, neçar dibin
diçin metrepolên Tirkiyê û Ewropa. Armanca dijmin ewe ku bi van êrişan Kurdan
ji Kurdistanê derbixe û kesên wekî xwe lê bi cih bike.”
Mam Xelîl Hilalî bi lêv kir ku bila dijmin li wê hîviyê
nemîne ku wê Kurdistan ji wan re bimîne û bi rehetî têde jiyan bike û ev bang
kir “Banga min ewe ku her kesek destê xwe bixe bin kevir da ku em bikaribin bi
hev re rabikin û hevaltiya dijmin nekin.”

0 Yorumlar