Ticker

10/recent/ticker-posts

RUHÊ CIWANTÎ HÊZA PÊKANÎNA RÊBER APO YE

 


Meşa Rêber Apo ji roja ewil heta îro, ciwantî îfade dike. Pênaseya Azadî ya ku Rêber Apo dibêje 'Azadî xwe di her keliyê de ji nû ve afirandin e' di serî de ruhê ciwantî tînê bîra mirov. Ciwantî hêza xwe nû afirandin e. Dema em li jiyana Rêber Apo binêrin emê dibînin ku li hember her astengî, derbe, êriş û xiyanetê çiqas şert û merc giran bûn jî li gorî vê bersivek mezin pêşxist, xwe ji nû ve afirand û gavên mezin di meşa serkeftinê de avêt. Ev taybetmendiya Rêber Apo ji destpêkê heta îro di gelek mînakan de tê dîtin. Bersiva şehadeta hevalê Rêber Apo yê herî nêz Şehîd Hakî Karer, damerizandina PKK'ê bû. Komploya Navnetewî û girtina derveyî her hiqûq û exlaqê, li Îmraliyê Rêber Apo zivirand Paradîgmaya nû. Ev ji bû sedem ku îro jî her çar aliyên cîhanê mirov azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo ve girêdidin. Çiqas zehmetî mezin dibin jî Rêber Apo dikare vê bizivirîne serkeftinê.

Yek ji qadên ku hêza ciwantî herî xuyaye, şerê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye. Li Zap, Avaşîn û Metina em dibînin ku hêzekî ciwan arteşa faşîst a Tirkiyeyê, bi piştgiriya NATO û xiyanentkarên PDK'ê dişkîne. Dijmin her curê teknîkê bikartîne û bi rêbazên nemerdane, wek bikaranîna çekên kîmyawî û taktîk nukleerî şer dike. Gerîla xwe li hember wan êrişên hovane ji nû ve dafirîne, taktîkên nû pêşdixe û bi israra azadiya welatê xwe dijmin têk dibe. Hêza şerkirinê ya ciwanan di têkoşîna me de gelek caran hatiye ispatkirin, lê li keleka vê avakirina pergala civaka xwe, avakirina Modernîteya Demokratîk erka herî girînge ku ruhê ciwantî têde şerte. Paradîgmaya Rêber Apo xistina pratîkê û Konfederalîzma Demokratîk avakirin, pêşengtî ji ciwanan dixwaze.

Konferansa ciwanên cîhanê ku sala derbasbûyî li Parîsê hat li darxistin, gavek pir bi wate bû. Ciwan ji gelek welatên cîhanê kom bûn ji bo ku erka xwe ya avakirina cîhanekî azad bi cîh bînin. Hem di asta cîhanî, hem di warê xwe de erka sereke ya ciwanan afirandina jiyana azad e. Ji komîna xwe heta konfederalîzma demokratîk a cîhanê pêwîste em bi ruhê ciwantî pêşengtiyê ji avakirinê re bikin. Ne hewce ye em pir dûr bigerin, em wek ciwanên wargehê rola xwe bileyîzin temam e. Di warê xwe de xwe rêxistinkirin, xwe perwerdekirin û paradîgmaya Rêber Apo bi her sê lingên xwe ve xistina pratîkê, erka me ye. Wek ciwan em motora guhertin û veguhertina civakê ne. Em guhertinê di civaka xwe de didin avakirin, em destpêkê xwe di fikrên Rêber Apo de kûr dikin û li ser vî bingehî derdora xwe perwerdebikin û wisa hişmendiya azad pêşbixin. Her neh rehendên Netewa Demokratîk bi afrênerî xurtkirin, di serî de ev rol berpirsiyariya ciwanan e. Yê ku me têde bigihîne serkeftinê jî rêbaza têkoşîna Rêber Apo ye. Berxwedana Rêber Apo li Îmraliyê modernîteya kapîtalîst aniye astek ku hemû qanûnên xwe datînin aliyekê, ji ber ku baş dizanin roja ku deriyê Îmraliyê vebe, binkeftina wan a îdeolojîk mutlaq dibe.

Di warê leşkerî de jî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê her curê êrişan vala derdixe û dijmin li hember ruhê wan ê ciwantî têk diçe. Bi avakirina Konfederalîzma Demokratîk û afirandina jiyana azad em serkeftina xwe temam bikin. Çiqas em wek ciwan û kesayet heqîqeta Rêber Apo di xwe de avabikin, ewqas emê bibin hêza têkbirina sîstema qirkirina Kurdan. Em baş dizanin ku saziyek wek CPT Rêber Apo ji Îmraliyê dernaxe. Dîwarên Îmraliyê bi pêkanîna rastiya Rêber Apo tên hilweşandin. Ev pêkanîn jî bi xurtkirina ruhê ciwantî gengaz e!

Baran Mawa

Yorum Gönder

0 Yorumlar