Ticker

10/recent/ticker-posts

Hevşaredarê Mexmûrê: Li Colemêrgê jî wê sendroma Wan’ê jiyan bikin

 Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Edban Yilmaz destnîşan kir ku desteserkirina şaredariya Colemêrgê, nenaskirina vîna gele û wiha got: “Gelê Kurd çawan xwedî li Wan’ê derketibûn, divê heman şêwazê xwedî li Colemêrgê jî derbikevin. Wê serkeftin ya gelê berxwedêr a Colemêrgê be.”

Armanc Herekol

Piştî ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, li dijî vê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di serî de xelkê Colemêrgê, li tevahiya Kurdistanê gel rabûn ser lingan û gotin, ‘em qeyûman nasnakin û em heta ku Şaredariya xwe nestînin, em nasekinin’!

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, li gelek qadan nerazîbûn derketin. Hevşaredarê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Edban Yilmaz jî li ser navê gelê Mexmûrê ji ajansa me re axivî û da zanîn ku xelkê Wargeha Penbaberan a Mexmûrê heta dawî li pişt berxwedana Colemêrgê ye.

‘Em heta dawî li pişt xelkê Colemêrgê ne’

Hevşaredar Edban Yilmaz di destpêka axaftina xwe de, desteserkirina şaredariya Colemêrgê, weke desteserkirina vîna gelê Colemêrgê bi nav kir û got: “Em wek şaredariya Mexmûrê, qeyûma AKP-MHP’ê ya li ser Colemêrgê bi tûndî şermezar dikin û em wek gelê Botanê yên bi qasî 30 salanin li Başûrê Kurdistanê dijîn, li pişt gelê xwe yê Botanê ne. Ev qeyûm, nenaskirina vîna gelê me yê Colemêrgê ye. Di hilbijartinên herî dawî de, binketina AKP-MHP’ê li tevahî cîhanê hat dîtin. Ev binketin bû bersivek mezin. Ji bo ku tola binketina xwe hilîne, berê xwe dan şaredariyên me.”

‘Ruhê berxwedêr ê Wan’ê ji bo Colemêrgê jî raber bikin’

Hevşaredar Edban di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser berxwedana dîrokî ya gelê Wan’ê ya li dijî qeyûman û wiha axivî: “Divê ji bo gelê Colemêrgê jî heman ruhê serhildêr û berxwedêr bê raber kirin. Di serî de xwestin qeyûm bavêjin ser Şaredariya Wan’ê û bi wê yekî re tevahî şaredariyan bistînin. Lê gelê me yê Wan’ê bersivek dîrokî da wan dagirkeran û di encama têkoşîna gel de, serkeftin bû ya gel. Niha jî dixwazin qeyûm bavêjin ser vîna gelê me yê Colemêrgê. Lê em baş dizanin, wê gelê me yê Kurd, çawan xwedî li Wan’ê derketin, wê wisa xwedî li Colemêrgê jî derbikevin. Ji ber ku şaredarî bi vîna gel hatiye bidestxistin.”

‘Serkeftin ya gelê berxwedêr ê Colemêrgê ye’

Hevşaredara Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Edban Yilmaz her wiha qal rolê gelê Kurd di van serhildanên li dijî qeyûman de kir û wiha pê de çû: “Çalakiyên li dijî qeyûman hemû pîrozin. Ez bang li tevahî gelê me yê Bakûr, Başûr, Rojava û Ewropayê dikim, dakevin qadan û xwedî li vîna xwe derbikevin. Îro Colemêrg bikeve destê wan dagirkeran, sibe wê berê xwe bidin Amed û Mêrdîn ê. Divê em helwestekî tûnd nîşan bidin. Colemêrg vîna Amed û Mêrdînê ye, Kurdistan nayê ji hev qûtkirin. Em jî wek gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê vê qeyûmê qebul nakin û bi tûndî dijî wê derdikevin. Ev yek vîna gel redkirin û nenaskirin e. Em heta dawî li pişt gelê xwe yê berxwedêrin. Çalakiyên tên kirin pîrozin û divê hemû Kurd li dijî qeyûman bibin yek. Wê serkeftin bibe ya gelê berxwedêr ê Colemêrgê.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar