Di welatek
dagirkirî de jiyanek azad ne pêkan e. Ewladên vî welatî ti carî hebûna dewlata
Tirk a qirker li welatê xwe qebûl nekirin. Ji bo zarokên Kurd li ser axa
welatek azad, bi hebûn û xwebûna xwe bijîn, bi sedan zarokên vê xaka pîroz bûn
lêgerê heqîqetê û wateya jiyanek rast li çiyayên azad ditin. Li ser vî bingehî berê
xwe dan çiyayên bilind, çiyayên asî. Bûn parêzvanê welatê xwe û bê dudilî canê
xwe kirin mertal. Yek ji van jî rêheval Hesen Kara ango Xwînrêj bû ku di sala
1967’an de li gundê Hilal a girêdayî Qilabanê di nav malbatek welatparêz de û
di welatek dagirkirî de çavên xwe li cîhanê vedike. Heval Xwînrêj li gund
dibistanê heta sereteyî dixwîne. Her çendî di dersê xwe de serkeftî be jî, dawî
li dibistanê tîne û ji bo debara malê dest bi karê genim dirûnê dike. Dema diçe
genim dirûnê, di encama qazayê de û di temenê xwe yê hevde salî de çavek xwe
winda dike. Ev yek her çendî ji bo wî xemgîniyek ango êşek be jî, lê ji ber heskirina
xwe ya jiyanê û ji ber berpirsiyartiya xwe ya mirovatiyê ango malbatê nexist
asteng. Piştî ku çavê xwe winda dike ji bo debara malê vê cara derbazî metropolên
Tirkiye dibe û li wir dest bi kar dike. Rêheval Xwînrêj xwedî kesayetekî
fedekar û dilnizim bû. Bi her ferdekê re li ser hevaltiyek rast di nav danûstanekê
de bû. Bi nîqaşên xwe yê têgîhîştî, her kesî derdora xwe komdikir û dilê her ferdekî
şadikir. Ev hevaltiya wî di nava gund û malbatê de şênberbû. Bi xwişk û birayê
xwe re wek birayek na, wek hevalekî danûstandin dikir. Rêheval Xwînrêj ku di
nav malbatek welatparêz de mezin bibû li beranberê tevgera azadiyê û gerîla heskirinek
mezin di hewand. Li Mêrsînê di nav
tevgera ciwanên welatparêz de cih digre û di pir helan de karê rêxistinê bi berpirsiyartî
bi cih tîne. Rêheval Xwînrêj di sala 1990’an de carek din vedigere gundê ku lê
dayîk bûye. Heval Xwînrêj her ku li beranberî gelê Kurd êriş û gefên dijmin dibine,
kîn û nefreta wî mezintir dibe. Li beranberê van êrişan ji bo pêşeroja gelê Kurd
û ji bo zarokên gelê Kurd azad û bi hebûna xwe bikaribin bijîn, biryara beşdarbûna
nava refên gerîla dide û di sala 1991’an de dikeve ser rêya heqîqetê. Heval Xwînrêj
di demek kin de, li ser rêgezên mîlîtaniya Apoyî xwe di jiyana gerîla de pêş
dixe. Ji bo heyfa welatê xwe yê ku bi salane dagirkiriye hilîne, bi cesaretek
mezin di çeperên pêş de cih digire û darbeyên mezin li dijminê mirovatî û xwînmij
dide. Belê rêheval Xwînrêj jiyanek dem kurt ya gerîlatiyê de ku jiyan kir,
berhemek bi wate û jiyanek rast ji bo gelê xwe hişt. Di jiyana xwe ya salekî de
bê navber û bê dûdilî li ser bîrdoziya Rêbertî têkoşya û ji bo rêhevalên xwe yê
dozê bû mînaka jiyanê. Rêheval Xwînrêj di sala 1992 de bi rêhevalên xwe yên
dozê re êrişek mezin dibin ser qereqola Rubarokê. Di vê çalekiyê de darbayek
giran li dijminê mirovatiyê didin. Heval Xwînrêj di vê çalekiyê de bi giranî
bîrîndar dibe. Rêhevalên wî, wî ji cihî çalekiyê rêzgar dikin tînin şikeftê. Ji
ber ku bîrîna wî girane li wir tevlî kerwanên nemiran dibe.

0 Yorumlar