Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê 325 roj li pey xwe hişt

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, 325 roj li pey xwe hişt û dewrî koma 64’emîn hat kirin.


Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, 325 roj li pey xwe hişt û dewrî koma nû ya 64’emîn hat kirin.

Çalakî ji aliyê komîna semta Şehîd Elîşêr ve hate dewrgirtin. Beriya dewrgirtinê deqeyek rêz ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin û piştî wê li ser navê koma 63’an rojnamevan Qeder Kar daxuyaneiyek xwend.

Daxuyaniya koma 63’an ya çalakiya nobetê ku ji rojnamevan û kedkarên yên Wargeha Mexmûrê pêk tê, wiha ye: “Şerê ku hêzên hegemon ji bo serwerî û berjewendiyên xwe dan destpêkirin a jêre şerê cîhanê ya sêyemîn tê gotin, di serî de Rojhilata Navîn li seranserî cîhanê berdewam dike. Wek tê zanîn her du şerên destpêkê yên cîhanê jî bi heman armanc û li heman herêmê hatibûn destpêkirin. Her çiqas navenda Şerê Cîhanê ya Duyemîn wek parzemîna Ewropayê dihat dîtin jî, lê li vê derê mebest ew bû ku hikûmdarî û serwerî li ser Rojhilata Navîn bê çêkirin.

Dema ku komploya yekemîn a 6’ê Gulana 1996’an a li hember Rêber Apo pêkanîn neçû serî, vê carê  bi komploya duyemîn ve Rêber Apo ji Rojhilata Navîn derxistin. Helbet armanç tine kirina Rêber Apo bû. Lê ji ber ku hêzên komploger nekarîn vêya bikin, lewra komploya mijara gotinê bi dilgirtina Rêber Apo re bi encam bû. Dema ku Rêber Apo ji aliyê wan hêzên paşverû ve hat dilgirtin jî gotin ‘me şoreşgerê sedsala 20’an jî bêbandor kir.’ Wan wisa dizanî ku wê Rêber Apo bi dîlgirtinê ve bêbandor bibe. Lê tişta ku wan hêvî dikir pêknehat. Ji ber vê jî çi kirin negihiştin armanca xwe.

Herî dawî jî wek tê zanîn ev çar salin bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Eger di wan çar salan de pêwendiya Rêber Apo bi derve re nehatiba qutkirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd derfet jêre hatibe dayîn, ne pêkan bû ku ev şerê mijara gotinê ew qas ajotiba. Ji ber ku Rêber Apo di hevdîtina dawî ya ku bi parêzerên xwe re kirî de gotibû ku eger ji min re derfet bên dayîn, ‘Ezê pirsgirêka Kurd di nava hefteyekê de çareser bikim.’ Lewma piştî wê peyamê jî hema yekser dawî li hevdîtinan anîn. Ev jî nîşan dide ku her çiqas rola hêzên navnetewî ya di tecrîd û îşkenceya Îmraliyê de bê veşartin jî; ji helwesta CPT, Konseya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Netewên Yekbûyî jî diyare ku ev tecrîd û îşkence bi piştevanî û erêkirina wan ve tê domandin.

Em hem wek çapemeniya azad a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û hem jî wek xelkê Wargeha Mexmûrê, hîn zêde xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derbikevîn û heta ku ev hewldana tê raberkirin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re neyê bi encam kirin, emê nesekinîn. Bi vê re em di serî de bang li gelê xwe yê çar parçeyên Kurdistanê û yên dîasporayê dimînin, dost û rayagiştî ya demokratîk jî dikin ku hê zêde bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya nobetê dewrî koma 64’emîn hat kirin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar