Ticker

10/recent/ticker-posts

Ciwantî çiye?


Bersivên Gel

-Ruhê nûjen yê civakê ye

-Atîk û aktîf bûne

-Nifş gihandina dema pêş e

-Guhertin û vegûhertine

-Zindî bûne

-Di navbera temenê 15 û 25 de ye

-Nûjenî ye

-Xurtbûne

-Xwe ragirtine

-Dînamîka civakê ye

-Xweşik bûne

Ji bo derxistine zanabûna wateya ciwantî, di serî de pêwîste em tenê sînordarê fîzyolojî û biyolojiya ku ji aliyê pozîtîvîzmê ve tê pênase kirin nemînin. Li gor zanista pozîtîvîzma sîstema modernîteya kapîtalîzm dema dibêjin ciwan, tenê mirovên temenê wan di navbera 12 heta 28 salî de weke ciwan têne hesibandin. Lêbelê ev destgirtinekî pir tenge û ji rastiya ruhê ciwantiyê dûre. Di serî de sosyolojiya ciwan û ruhê ciwantî pêşiya temenî ye ku ji aliyê sîstemê ve tê diyar kirin. Ciwan di tevahî dîrokê de li hember her cûre êrişê berxwe daye û bûye hedefa êrişên kesên jenotokrat. Ciwan hêz û dînamîzma herî berbiçav a civakê ye. Ciwan di tevahî dîrokê de rola xwe ya pêşengtî, berxwedêrî û azadîxwazî îspat dikin. Ji bo ku ciwan bikaribin rola xwe ya cewherî di nava civakê de bileyîzin, pêwîstî bi ji nû ve pênasekirina nasnameya rast a ciwantiyê heye. Piştî derketina Rêber Apo û xebatên şoreşgerî ya tevgera azadiyê, ciwan êdî bû xwedî nasname. Cara yekem di tevahî dîroka mirovahiyê de dîroka ciwanan bi têkoşîna şoreşgerên ciwan ên PKK'ê hate nivîsandin. Eger em dîroka azadiyê careke din bînin bîra xwe; Rêber Apo beriya her tiştî weke rêberekî ciwanan gav avêt. Hem ciwan bû, hem jî di nava ciwanan de karê zanekirin, birêxistinkirin û çalakiyê dimeşand. Koma pêşeng a ku PKK afirand, bi esasî komeke rewşenbîr ya ciwanan bû. Lewma PKK bi esasî weke partiyeke ciwanan ava bû. Ji ber ku pêşengiya partiyê di nava gerîla de şênber kir, her tim weke partiyeke ciwanan ma û têkoşiya. Rêxistinbûna destpêkê ya fermî ya Tevgera PKK'ê 'Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Kurdistanê' bû. Ji sala 1977'an heta bi avabûna partiyê bi vî navî xwe bi rêxistin kir û têkoşiya. Piştî ku partî ava bû, weke rêxistinbûna destpêkê ya girseyê berê xwe da birêxistinkirina ciwanan. Eger bi darbeya faşîst ya 12'ê Îlona 1980'î pêşî lê nehatibûya girtin, baskê rêxistinbûyî yê karên partiyê wê dîsa rêxistiniya ciwanan bûya. Jixwe piştî Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê, dema ku dest bi birêxistinkirina ERNK'ê kir, bi rêxistiniya jin û karkeran re rêxistina destpêkê ya girseyê 'Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Şoreşger ên Kurdistanê' bû. Zêdeyî ji sedî 90‘ê kadroyên avakar ên PKK'ê, ji nava ciwanan dihatin. Nêzî temamiya kadroyên ku derketin derveyî welat, li qada Lubnan-Filistînê perwerdeya gerîla dîtin û vegeriyan welat, ciwan bûn. Lewma Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxa 1984'an bi esasî pêngaveke ciwanan bû. Gerîla ku destpêkê bi navê HRK'ê, piştre jî bi navê ARGK'ê xwe bi rêxistin kir bi esasî rêxistiniyeke ciwanan bû. HPG û YJA Star jî ku pêşengiyê ji berxwedana li dijî komployê dikin, weke rêxistineke ciwanan ava bûn.

Rêber Apo dema ku dest bi pêngavê kirî, 24 salî bû. Dema partî ava kirî 29 salî bû. Şehîdê destpêkê yê mezin ê PKK'ê Hakî Karer dema ku Rêber Apo nas kirî 22 salî bû û dema şehîd bûyî jî 27 salî bû. Mazlûm Dogan dema şehîd bû 27 salî bû, Mahsûm Korkmaz dema şehîd bûyî 29 salî bû. Yanî temamiya yên ku PKK ava kirine, temsîl kirine, şehîd bûne û fermandarî jêre kirine, ciwan bûn. Di nava PKK'ê de her tim sembolên ciwanan derketin pêş. Mînak ji bo dema destpêkê,  Berxwedana Zindana Amedê Alî Çîçek bû. Alî Çîçek dema ku hate girtin û şehîd bû, hîn nebûbû bîst salî. Yê ku di nava gerîla de ji bo ciwanên Kurd bû mînak û sembol Hogir Mardîn bû. Rêber Apo ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê Huseyîn Çelebî weke sembol ragihand. Huseyîn Çelebî li Ewropayê demeke dirêj gelek karên hêja kir û piştî ku perwerdeya Rêbertî wergirt, tevlî nava refên gerîla bû, li Heftanînê şehîd ket. Leyla Şaylemez jî ya ku 9'ê Çileya 2013'an li gel hevrê Sara li Parîsê hate qetilkirin, ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê bû semboleke mînak. Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê ku niha ketiye sala 39'an, bi esasî pêngaveke ciwanan e. 38 salin ciwanên Kurd xwe li ser xeta Apoyî perwerde dikin, dibin gerîla û li dijî dûyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê, li dijî artêşa Tirk bênavber şerê azadiyê dikin. Di vî şerî de bi deh hezaran ciwanên leheng şehîd bûn. Ciwanên Kurd xwedî ewqas lehengên bênav û sembolin.

Ev ciwan îro li çar aliyên cîhanê dibin mînak ji hevtemenê xwe re. Ji bo hemûyan dibin coş û kelecan. Bûne navendek ku ber bi xwe ve dikişînin. Bi berpirsyarî û cidiyeteke mezin pêşengiyê ji lêgerîna li cîhaneke nû re dikin.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar