Ticker

10/recent/ticker-posts

ŞAREDARIYA WARGEHÊ ROJA LEHIYÊ DI XIZMETA GEL DE BÛ

Ev çend rojin serhev baran û teyrokek bi hêz li wargehê dibare û ji ber wê jî li wargehê çend caran lehî rabû, têkildarî vê rewşê Encûmenê Şaredariya wargehê Selman Şiwêdî ev bang kir: “Em şev û roj di xizmeta gelê xwe de ne. Bila hemû malbat qenalên avê yên nêzî mala xwe paqij bigirin û dîwaran li ser qenalan çênekin.”

Armanc Herekol

Di van rojên dawî de çend caran serhev baran û teyrokek bi hêz li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) barî û piştî wê li gelek cihên wargehê lehî rabû. Di encama lehiyê de zererên madî çêbûn. Têkildarî vê zerer û ziyana çêbûyî, Encûmenê Şaredariya Wargehê Selman Şiwêdî ji rojnama me re axivî û bang li gelê wargehê kir daku bi şaredariyê re bibin alîkar.

‘Nehiştin zererek mezin çêbibe’

Selman di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku ji ber barîna zêde ya baran û teyrokê tevahî xebatkarên şaredariyê seferber bûne û got: “Ji ber baran û teyroka van rojên dawî bariye, hindek qenal û dîwar xirab bûn. Her wiha du xetên avê yên giştî teqiyabûn, me ew zû dan çêkirin. Ti zererên canî çênebûn, lê zererên madî çêbûn. Gelek xetên avê xirabkirin, me çêkir. Piranî lehî di semta Şehîd Elîşêr de çêbû. Wek endamên şaredariyê em hemû seferber bûn û em heta sibehê ne razan. Ji bo ku zerer çênebin, me kar kir û me pêşiya bûyerên xirab girt. Li hindek cihan kepçeya me di nava heriyê de ma, bi alîkariya gel me derxist. Her wiha gel û şaredarî bi hev re bûn alîkar û me nehişt zererek mezin çêbibe.”

Di roja karkeran de jî di xizmetê de bûn

Her wiha Selman Şiwêdî di nava axaftinên xwe de diyar kir ku gelek baxçeyên gel ziyan dîtin û piraniya şinatiyên ku gel ji bo xwe çandibû xirab bûn û wiha pêde çû: “Gelek kesan şînatî, bîber, xiyar û xizirwat çandibûn lê mixabin vê baranê piranî xirabkirin. Her wiha zererek mezin da mêw ango tirî. Tirî nû pêve hatibûn û teyrokê hemû weşandin. Her wiha genim û bîstanên gel di bin lehiyê de man. Ev di hêla madî de zererek mezine ji bo gel. Wek şaredarî me xwest ev zerer çênebe û em di nava hewildanan de bûn. Em rexnedayîna wê yekî didin ku di 1’ê Gulanê de xebatkarên me kar kirin. Lê em neçarbûn, lehî rabû û ji bo ku zerer û ziyanek mezin li gel çênebe, di 1’ê Gulanê de jî em tevahî xebatkarên şaredariyê li kolanên wargehê bûn û me kar dikir.”

‘Qenalên avê paqij bigirin!’

Herî dawî Selman Şiwêdî anî ziman ku li çend dîrekên elektirîkê yên di nava wargehê de birûskê lê dane û ev bang li gelê wargehê kir: “Li semta Şehîd Elîşêr nêzî Parka Rêber Apo, birûskê li dû dîrekên elektirîkê dabû. Her wiha li binya seytereya wargehê jî birûskê li dîrekekî da û elektirîka dû semtan yekcarê de qut bû. Ev pirsgirêk hatin çareserkirin. Wek Şaredarî me li gor derfetên xwe yên kêm, xizmet ji gelê xwe re kir. Em li vir bangekî li gelê xwe bikin, bi me re bibin alîkar û dîwarên baxçeyên xwe li ser qenalên avê çênekin, her wiha qenalên avê paqij bigirin. Bi wê ve girêdayî em gelek sipasiya gelê xwe dikin, di nava van rojan de bi me re bûn alîkar û me bi hev re pêşiya felaketên mezin girt. Em kêfxweşin ku zererek mezin çênebû, lê wê amadekariyên me berdewambin û emê timî di xizmeta gelê xwe de bin. Her wiha em vê agahiyê jî bidin, li gor ji me re hatî gotin, wê elektirîka wargehê di havînê de jî wek van rojan ango wek heyî be, ger guhertin çêbibin emê ji gelê xwe re ragihînin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar