Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 59’emîn berdewame

 Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 299’an de bi koma 59’emîn didome.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 299’an de bi koma 59’emîn didome.

Merasîma dewirgirtinê li Komîteya Malbatên Şehîdan bi kombûna xelkê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 58’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.

Qedrî Şirîşeyî di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Wek tê zanîn tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Di dîrokê de tecrîdek wisa di ti welatan û şaristaniyan de nehatiye pêkanîn. Li dijî vê tecrîdê em wek gelê Kurd nêzî çar salin li ser piyanin, weke ku em têrê nakin û dinya hemû jî ne şahidê vê tecrîdê ye, dadgeha edaletê şerm nake li pêş çavên raya giştî ya cîhanê dibêje ti tecrîdek nîne. Ger hiqûq û edalet heye, ka li kûderêye? Eger wijdan û rastî heye, wek civaka Kurd em dipirsin ka li kûderêye, ka çawan, kengê û bi kê re hevdîtin hatiye kirin? Bila ji raya giştî re bê gotin. Wek tê zanîn ev tecrîd û îzolasyon di kesayetiya Rêbertiya me de veguheriye tecrîdekî giştî li ser civaka Kurd ya ku dixwaze azadiya xwe bidest bixe. Em carek din yên ku li ser dadgeha edaletê û mafê mirovan li pêş çavên raya giştî şerm û nakin derewan dikin şermezar dikin. Bi vê boneyê em dûbare bang li raya giştî ya Kurdistanî û cîhanê dikin ku ev helwest û têkoşîna heyî têrê nake, pêwîste hîn xurtir bê kirin ku em bikaribin vê tecrîda heyî bişkênin.”

Piştî axaftinê, çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ dewrî koma 60’emîn hate kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar