Ticker

10/recent/ticker-posts

Hozan Mizgîn li Wargeha Mexmûrê hat bîranîn

 Hunermend û şoreşgera Kurd Hozan Mizgîn di 32’yemîn salvegera şehadeta xwe de li Mexmûrê hat bîranîn.

Hunermend û şoreşgera Kurd Hozan Mizgîn di 32’yemîn salvegera şehadeta xwe de li Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hat bîranîn.

Navenda Çandê bi wêneyên şehîdên çand û hunerê hatin xemilandin. Beriya ku bîranîn destpê bike, di kesayeya şehîd Mizgîn û hemû şehîdên çand û hunerê de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê têkildarî huner û têkoşîna Şehîd Hozan Mizgîn, Endama Stêra Zêrîn Helena Babat axivî.

Helena di destpêka axaftinên xwe de, di kesayeta şehîd Hozan Mizgîn de hemû şehîdên çandê bibîr anî û got: “Wek tê zanîn meha Gulanê meha şehîdane, meha qehremanane, di heman demê de meha şehîdên çandê ye ku hem bi rêya hunerî û hem jî bi rêya qehremanî jiyana xwe ji dest daye. Em wan şehîdan hemûyan bibîr tînin. Wek tê zanîn îro salvegera şehadeta hevala Mizgîn’e. Hevala Mizgîn hem bi şêweyê qehremanî û hem jî bi şêweyê hûnerî keda xwe ya ku di nava gerîla de dayî nîşandan em keda wê ya di çandê de bibîr tînin û bejna xwe li ber ditewînin. Şehîdên weke wê, şehîd Devrim û gelek şehîdên weke wan di vê rêyê de canê xwe ji dest dane. Dema em temaşe bikin, ji dîrokê heta niha bi serdan gelê Kurd, qehreman û ciwanên Kurd li ser vê rêyê canê xwe feda kirine. Emê her tim li ser rêya wan bimeşin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û hunera şehîd Mizgîn hatibû amadekirin hat nîşandan. Her wiha piştî sînevîzyonê Koma Tevçand û Stêra Zêrîn stranên xwe pêşkêşî beşdaran kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar