Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê (TJCM) di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de çalakiyên cur be cur lidardixin. Di heman çarçoveyê de wê di 19’ê Nîsanê de li Mexmûrê komxebatek ji bo jinên ciwan were lidarxistin.
Xurbet Tallî
Li Wargeha
Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê (TJCM)
ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber di nava
çalakiyan de ne. Bi boneya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêber Apo biryar dan ku
komxebatekê lidarbixin, ev komxebat jî wê di çarçoveya çalakiyên ji bo azadiya
fîzîkî ya Rêber Apo de were kirin. Ev komxebat wê di 19’ê Nîsanê de ji bo jinên
ciwan were lidarxistin.
Di vê
komxebatê de mijara yemkemîn, wê rewşa Rêber Apo û azadiya Jinê were
nîqaşkirin. Ev komxebat wê bibe wesîleya rewşa jinên cîhanê ya di roja me ya
îro de, di heman demê de rewşa Rêber Apo, her wiha berpirsyartiya jin û jinên
ciwan ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çiye, wê were destgirtin. Bi wê ve
girêdayî wê zayînên Rêber Apo, zayîna yekem û dûyem bi taybet wê zayîna sêyem
ya Rêbertî werin nîqaşkirin. Di mijara dûyemîn de wê di encama zayîna sêyemîn
de jin û zilamek çawa avabû, di roja me ya îro de di kîjan astê de ye û di
pêşerojê de pêwîste çawabe were destgirtin. Herî dawî jî wê di mijara sêyemîn de
jî ev mîrasa heyî, têkoşîna ku tê meşandin wê çawa dewrî nifşê nû, jinên ciwan
bikin, wê çawan xwedî li vî mîrasî derbikevin û rola jinên ciwan ya li
beranberî Rêber Apo çiye, wê li ser vî bingehî nîqaş werin meşandin. Her wiha
wê delege ji derve de jî bi dîmen beşdarî vê komxebatê bibin û li ser van
mijaran nirxandinên xwe bikin.
Armanca vê
komxebatê ewe ku her jinek ciwan, her jinekî ku xwe li hiber rewşa Rêber Apo
berpirsyar bibîne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bike.
0 Yorumlar