Bersivên Gel:
-Rêveberiya
hevpare.
-Rêveberiya
gele.
-Rêveberiyek
demokratîke.
-Pergalek
ya civakan birêve dibe.
-Pergalekî
serdema nû ye.
-Wekheviya
herdû zayendane.
-Li dijî
desthilatdariyê ye.
-Avakirina
jiyanek hevbeşe.
-Wekheviya
îradeyê ye.
-Li dijî
zayendperestiyê ye.
Hevserokatî
vîna hevpar ya herdû zayendane, weke gel bûyîna xwediyê polîtikaya xwe dispêre
wekhevî, edalet û rêveberiya wekhev ya jin û zilam. Bi vê pergalê
desthilatdarî, yek rengî, zayendperestî, bê mafiya li hember jinê ji holê tê
rakirin. Hevserokatî pergaleke îdelojîk ku li hember hişmendiya jinê dike kole,
mal, bê îrade dike, ji kar û barê polîtîk, rêveberiya gel, xweseriya aboriyê, bê
par dihêle tekoşîna wekheviya îradeyê dide ye. Li hemberî îdeolojî û fikrên ku
jinê ne zan, bê hêz, cahêl weke mirova ku kêm hatiye ser dinyayê anjî bi gotina
hinek qaşo zanyar û fîlozoafên weke
Friedrich Nietzsche Jin Zindiyek hove pêwîste were kedî kirin, Hegel Jin
ji bo bikare zanist û hunerê bike ne xwedî aqlekî têrkere bi zanista jinê
jineolojî ku hevseroaktî çêkera wê ya pratîke şerekî îdeolojîk dide
meşandin. Hevserokatî ji komînê bigre heta komîte, meclîs û şaredariyan nûnertiya
pergalek demokratîk dike.
Hevseroaktî weke pergaleke serdema nû ya zayendperestiyê ji holê rake derketiye pêş. Ji avabûna şaristaniyên koledar heta roja îro pergaleke civak rêvebirinê ya xwe dispêre yek aqil û yek şêweyî heye. Ev pergal li ser bingehê desthilatdariya zilam û kolekirina jinê û xwezayê hatiye avakirin. Bi qasî ji destê wan tê jin û xwezayê talan dikin, di her alî de weke ava aş zivirandina pergala xwe didin bikaranîn. Ji deng û rengê wê bigre heta hest û kêrhatinên wê, ji bedena wê bigre heta baweriya wê misqal bi misqal bi kartîne û ji cewherê wê derdixe. Ji bo xwe nasneke û li îradeya xwe xwedî dernekeve taybet hemû şibaninên xirap û kêm yên di aliyê aqil û fikirî de dikin. Ji van êrişan jî em baş dizanin ku hêzeke muazam ya fikir aqlê jinê heye ku evqasî wan dixe nava tirsekê û canê wan dilerizîne. Ji ber ku tê zanîn ger mirov tiştekê baş naseneke û hêza wê nedîtibe, nezane ewqasî êriş nabe ser di wê xalê de li ser wê ya çîrokên bê bingeh, efsaneyên derewîn û gotinên qaşo yên pêşiyane û hemû jî ji bo xistin û biçûk kirina wê dihatin bikaranîn. Dema em li van gotin û çîrokan meyzedikin dibînin ku êrişekî di çi astê de li ser jinê heye. Mirov ji çi ditirse, ji bo wê binbixe bi hemû hêza xwe êrişdike û wêya reş dike, herdem ji xwe re rikber dibîne û hemû plansaziyên pergalî li ser têkbirina wê ya dide avakirin û li gor wê fetwayan derdixe. Pergala Hevserokatî di Kurdistanê de bi avabûna pergala KCK’ê re ji bo hilweşandina vê pergala desthilatdar hatiye avakirin. Di vir de zilam ne seroke û jin ne cîgirê wiye, jin ne di asta dûyem ya gotin yan jî avêtina îmzayê de ye, jin di vê pergalê de ne bi gotin an jî nêrîna zilam tevdigere. Bi nêzîkatiyên şaş weke jin cîgirê zilame tê raberkirin ev ji nefêmkirina pergala Netewa demokratîk tê, Netewa Demokratîk bi paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê xwe bi rêxistin dike û îdeolojiya wê li gorî vê fikrêye ango azadiya jinê û parstina xwezayê temelê wêye ji ber vê jî pergala hevserokatiyê şêweyê xwe rêvebirina vê pergalêye. Bi hevserokatiyê hêz, îrade, zanist û xwerêveberiya jinê ya bi hezar salane hatiye bin axkirin û dagirkirin ji nû ve zindî dibe. Rêber Apo ji bo jin xwebûyîn û hebûna xwe mîsoger bike ev pergal avakir. Baweriya Rêbertî ya ji hêza jin ya heqîqeta wê tê ew berbi avakirina vê pergalê ve bir. Bi vê pergalê jin ji bûyîna amûra zivirandina aşê pergala dagirker derdikeve, her jinek zanabûyî û ketî ferqa xwe wate kevirek ji dîwarê pergala desthilatdar derxistine. Pêşî li qirkirin û destdirêjiyên li hember jinê, li talankirina xwezayê girtin ango pêşî li jiyana ji rê derket girtine. Ji ber ev tê zanîn hêz û wateya hevserokatiyê tê zanîn, li Bakurê Kurdistanê Tirkiyê dewlet ewqas êrişî vê pergalê dike û na pejirîne. Di hilbijartinên dawî de jî ev bi awayek vekirî derket holê ku dijmin çawa êrişî îradeya jin dike û jina ketî ferqa heqîqeta hevseroaktiyê çawa tekoşîn dike û bi ser dikeve, li Batmanê di asta giştî Kuridistan û Tikiyê de bûyîna yekem ya hevşaredara jin mînaka vê ya şênber bû. Hevseroaktî xeta me ya More em dest jê bernadin.
0 Yorumlar