Beriya bi hezaran sal ku pergala mêrsalarî û civaka mêran ava bibe, li ser axa mezopotamyayê çanda xwedawendên dayîkên bi bereket û pîroz serdest bû, çanda xwedawendan li pêş bû. Jiyana sade, bereketa axê û rê û resmek ya jinê bixwe hebû. Bi fedekarî hemû ked û aqilmendiya xwe ji zarokên xwe yên ku îro jê bêpar dihêlin re dirêjand, nedizanî wê dewleta netewe ya ku li kêleka wî hatiye avakirin, wê rojekê wan tine bike. Li paytexta şaristaniyê Ûrûk an jî Iraq’ê têk çûn, hemû qanûnên wê hatin dizîn û jin êdî di pêvajoya paşveçûneke lezgîn de bûn.
Pergala ku
jêre dibêjin şaristanî, tevgera herî mezin a li dijî jinê ye û heta roja me ya
îro li van xakên ku 5 hezar salin bi awayekî sîstematîk qirkirina jinan tê
kirin, bi rêbazên cuda berdewam dike. Tişta herî girîng bi taybetî li Başûrê
Kurdistanê pergala ji bo jinê hatiye afirandin e. Jin di bin navê olî de bi
çarşefên reş tên pêçandin. Jinên rengîn bi çarşefên reş tên pêçan. Jin li Başûr
û Iraqê, di ti qadên jiyanê de ne xwedî biryarin, di warê siyasî, aborî,
perwerdehî û civakî de, tenê milkê mêranin ku bêdawî îtaeta mêran bikin. Ji
xeynî zarokçêkirinê pêvetir ti erkek wan nîne û bi xeletiyek herî biçûk jî tên
kuştin. Bi awayekî herî hovane dişewitînin û gorên wan jî tine dikin. Başûrê
Kurdistan û Iraq, bajarê jinên bê gor e. Di Başûrê Kurdistanê de heta niha jî
kiryarên qirêj ên wek zewaca temenê zorek de, sinnet, pirjinî û hwd heye. Bi
taybetî di van salên dawî de jin bi rêbazên weke tacîz, destavêtin, fihuş,
şewitandina jinan, teşwîqkirina xwekuştinê û bi awayekî fizîkî jin tên
îmhakirin. Herêma Başûr ku navenda şer e, bûye qada şerê dijî jinan. Qurbaniyên
sereke yên qeyranên aborî, siyasî, leşkerî û civakî yên di Başûr de dîsa jinin.
Bi taybetî jî rêveberiya PDK’ê ya ku li Şengalê, bi hezaran jin di destê hovên
DAIŞ’ê de hiştin, tiliya xwe jî ji bo jinên Şengalê ku hatin revandin, kolekirin
û qetilkirin ranekirin. Berovajî vê yekê zemîna firotina wan avakir. Li bazaran
jin firotin û bûn alîkarê DAIŞ’ê. PDK di van salên dawî de tenê ji bo
desthilatdariya xwe biparêzin jinên Başûr pêşkêşî dewleta Tirk dikin. Modela
sereke ya şerê qirêj ê li Başûrê Kurdistanê tê meşandin bûye jin. Yekîneya
leşkerî ya jin a ku PDK’ê ji bo dijminên gelê xwe afirandine, tenê parçeyek ji
wan şerê qirêj e. Ev jî encama vê siyasetê ye ku niha PDK keçên di navbera 13 û
15 salî de, li Dihokê li ser maseyên bar û meyxaneyan ji bo endamên MÎT’ê kêf
bikin, didin bikaranîn. Li aliyê din hikûmeta PDK’ê ku difikire nasnameyek qirêj
ji bo jinan bi afrîne, vê yekî ji bi xwesteka rejîma Tirk li ser jinan dide
ferzkirin. Vê qirêjiyê jî bi rêya rêzefîlm, ol û şerê taybet dide pêkanîn. Jinê
tine dihesibîne û dike amûra kiryarên xwe yên qirêj. Her wiha dixwaze bike
dijminê tevgera azadî. Ev feraset bixwe şîdetek mezine li ser jinê. Siyaseta
PDK'ê hedefa wê jin e.
Rêbertiya
me di nava têkoşîna Kurd a 50 salî de qonaxeke nû da têkoşîna jinê, bi taybetî
jî îdeolojiya azadiya jinê ya li ser bingehê jineolojiyê ango zanista jinê,
bûye rêya bingehîn a rizgariya jinê. Ji bo me jinan, nasnameya xwedawendan dayîke.
Çawa ku jinên Wargeha Mexmûrê bi vê felsefeyê xwe birêxistin kirine, divê jinên
Başûr û gelên ku rastî komkujiyan tên jî xwe rêxisitin bikin û bi felsefeya
Rêber Apo xwe rizgarbikin. Erka me ya sereke ewe ku em bi perspektîf û zanista
jineolojiyê li ser jiyan û jinê baxivin. Felsefeya Rêbertî ji bo me sedema esas
a têkoşînê ye.
Armanca me
ya sereke ewe ku em projeya xwe ya jina azad, civaka azad bi diruşmeya xwe ya
bingehîn, Jin jiyan azadî, bigihînin hemû beşên civakê.
Songul
Guller
0 Yorumlar