Zarokên ku di pêşbaziyên Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê de pile girtine, rojbûna Rêber Apo pîroz kirin û wiha gotin: “Me xwest bibêjin ger em xwe bigihînin asta zanista Rêber Apo, emê bikaribin xwe bigihînin Rêbertî û Rêber Apo ji zindanê rizgar bikin.”
Jiyan Pîran
Wek tê zanîn ev 16 salin li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Mihrîcana
Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah
Ocalan tê li darxistin, îsal jî bi coş û kelecanek mezin hat pêşwazî kirin.
Gelek ciwan û zarokên di van pêşbaziyên hunerî û werzîşî de cih girtibû bi
pileyên yekemîntiyê ev mihrîcan hîn rengîntir kirin. Têkildarî vê mijarê zarokên
di mihrîcanê de pile girtine ji rojnameya me re axivîn.
‘Ez bi vê yekê gelek keyfxweşim’
Fatma Kar di destpêka gotinên xwe de balkişand li ser
kelecan ku hersal di mîhrîcana 4’ê Nîsanê de jiyan dikin û wiha got: “Ez
destpêk 4’ê Nîsanê li tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikim. 4’ê Nîsanê ji bo gelê
Kurd gelek girînge. Em her sal vê mihrîcanê bi boneya Rojabûna Rêber Apo pîroz
dikin û ji bo gelê wargehê mihrîcanek bi nirxe. Wek tê zanîn pêşbaziyên werzîş
hene. Em ne tenê ji bo ku pile bigrin em beşdar dibin, ji bo ku ev mihrîcan bi
awayekî herî dewlemend were bi rêvebirin. Her wiha di aliyên hunerî de me
dariştin û helbestên têkildarî hestên xwe yên di derbarî Rêber Apo de nivîsîn.
Hestek gelek xweşe ku mirov ji bo Rêberê xwe hestên xwe bîne ser ziman. Ez hem
di aliyê werzîşî de hem jî di aliyê hunerî de başdarî vê mihrîcanê bûm û min di
herdû aliyan de jî pileya yekemîntiyê bi destxist. Ez bi vê yekê gelek kêfxweşim.
Her ferdek yê azadîxwaz vê rojbûnê weke rojbûna xwe di nirxîne. Îsal mihrîcan
gelek germ û bi coş derbaz bû. Her kesekê tişta ji destê wî dihat dikir, ev
hewldan gelek watedarin. Ez hîvîdarim ku em salek din germtir û beşdarbûnek
baştir beşdarî vê mihrîcanê bibin. Ez bang li tevahî ciwanan û gelê Kurd dikim
ku çalakiyên xwe yên ji bo fîzîkî azadkirina Rêber Apo hîn mezintir û bi
heybetir pêşbixin.”
‘Min di gelek pêşbaziyan de cih girt’
Gulan
Keklîk ya 11 salî jî di destpêka axaftina xwe de roja 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber
Apo li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz kir û wiha pêde çû: “Her sal mihrîcanek
mezin ji bo vê rojê tê amadekirin. Min û hevala xwe jî xwest em bi maketekî
beşdarbûna xwe ji vê mihrîcanê re bikin. Min û hevala xwe bi alîkariya meta wê
ev makêt çêkir. Di heman demê de min beşdarbûna xwe ji pêşbaziyên werzîşî re jî
çêkir, lê min di aliyê werzîşî de Pile negirt. Min jî wek zarokek yê vê wargehê
xwest beşdarbûna xwe ji vê mihrîcanê re bikim. Min di gelek pêşbaziyan de cih
girt lê ez û hevala xwe di çêkirina makêtê de bûn yekemîn. Hestekî gelek xweşe,
ez gelek kefxweş bûm. Me di maketa xwe de girtîgeha Rêbertî têde ye nîşanda ku
Rêbertî di pençereyekê de destê xwe dirêj dike û zarokek biçûk bi hêza xwe
dixwaze gulek raberî wî bike. Me xwest em di vê maketê de gulek bikin diyarî ji
bo Rêberê xwe.”
‘Gul pêşkêşî Rêber Apo dike’
Afrîn Sezek jî di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku
rojbûna Rêber Apo rojbûna hemû zarokên xwedî cîhanek mezine û wiha got:”Ez
rojbûna Rêber Apo li hemû zarokên Kurd û li Rêber Apo bixwe pîroz dikim. Me
maketek li ser Rêber Apo çêkiribû. Maketek gelek bi wate bû herkesê ku lê
temaşe dikir, balkêşiya wê ji me re dianî ziman. Zarokekê lingê xwe daniye ser
pênûsê û gul pêşkêşî Rêber Apo dikir. Yanî me xwest bibêjin ger em xwe bigihinîn
asta zanista Rêber Apo, emê bikaribin xwe bigihinîn Rêbertî û Rêber Apo ji
zindanê rizgar bikin. Min û hevalek ya xwe alîkarî ji meta min xwest û me bi
hev re amadekir. Min di pêşbaziyên werzîşî de jî cih girt, lê ya ku min pile
têde girtî maketa ku me li ser Rêbertî çêkirî bû.”
0 Yorumlar