Namzeta
Hevşardara Elkê ya DEM partiyê Beybûn Aslan diyar kir ku hêza jinê ya pêşengiyê
serkeftinê mezintir dike û wiha got: “Ti rewş, ti dem û zorî pêşiya têkoşîna
jinê nagire. Dayîk û jinên xebatkar geh li gundan, geh ji li bajar û navçeyan bûn,
kêliyek tenê jî ne rewestiyan.”
Jiyan Pîran
Wek tê zanîn di 31’ê Adarê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hilbijartinên herêmî hatin kirin. Di hilbijartinê de partiya Kurdan DEM partî li bajar û navçeyên Kurdistanê serkeftinek mezin bidestxist. Têkildarî vê mijarê û pêşengtiya jinê ya di xebatên hilbijartinê de Namzeta Hevşardara Elkê ya DEM partiyê Beybûn Aslan ji rojnameya me re axivî.
‘Xwe di
hemû aliyên xebatê de berpirs didîtin’
Namzeta Hevşardara
Elkê Beybûn Aslan di destpêka axaftinên xwe de daxuya kirin ku di her kêliya
xebatên hilbijartinê de jin li pêşbûn, ji bo vê xebatê pêşengtî dikirin û wiha
got: “Kar û xebatên jinan yên ji bo hilbijartinê hem li hemberî zoriyên jiyanê
hem ji li dijî polîtîkayên AKP û MHP jin rolek sereke didin meşandin. Ti rewş,
ti dem û zorî pêşiya têkoşîna jinê nagirin. Dayîk û jinên xebatkar geh li
gundan, geh ji li bajar û navçeyan bûn, kêliyek tenê jî ne rewestiyan. Xwe di
hemû aliyên xebatê de berpirs didîtin û xebatên xwe di asta herî baş de birêvedibirin.
Bi gotinekê, bi şopandina siyastê yan jî di rengdayîna mitîngan de cih girtin. Dayîk û
jinên Kurd di pêvajoya hilbijartinê de li derê herkesê xistin û pêvajoya heyî
ji herkesê re vegotin. Bi şev û roj ranewestiyan. Ji ber ku ev hilbijartin ji
bo gelê me xwedî derketina li ziman, çand, huner, heqîqet û rastiya me bû. Ji
bo ku em pêşerojek azad jiyan bikin. jinên xebatkar rol û mîsyonek mezin dan
ser milê xwe û di pêvajoya hilbijartinê de kar kirin. Dema jin xurt be, xwedî
hişmendî û di ferqa hêza xwe de, bibêje ez çidikim, ji bo çi dikim? wê bikarbe
li beramberî hertiştî xwe pêşbixe. Pêşketina wê jinê pêşketina rêxistinê ye. Ji
ber ku jin ji bo rastî û heqîqeta xwe têkoşînek bê hempa didin meşandin.”
‘Naxwazin
jin di qada siyasetê tê de cih bigrin’
Beybûn
Aslan di berdewam axaftina xwe de balkişand li ser serkeftina DEM partiyê ya di
hilbijartinê herêmî de û wiha pêde çû: “Li Bakurê Kurdistanê em gihiştin
armanca xwe. Ji ber ku AKP û MHP ne tenê li Bakurê Kurdistanê li Tirkiyê jî
têkçû. Êdî hemû cîhanê jî hêza gelê Kurd dît. AKP û MHP ev demek dirêje
polîtîkayên şerê tayber li ser bedena jinê dide meşandin. Naxwazin jin di qada
siyasetê de cih bigrin û dixwezin jinê ji têkoşîna heyî dûrbixin. Lê pêştî vê
hilbijartinê hêza AKP-MHP bê bandor ma. Êdî li hemû herêm û cihan komcivînên me
destpê kirin e. Di van civînan de kêmanî û nebesiyên me yên di pêvajoya
hilbijartinê de hatibûn jiyan kirin tên dest girtin. Ji bo pêşrojek mezintir em
xwe rêxistin dikin û emê têkoşîna xwe mezintir jî bikin.”
Namzeta
Hevşardara Elkê Beybûn Aslan di dawiya gotinên xwe de wiha got: “Pêşengtiya
jinê ya di civakê de reng dide karê tê meşadin û serkeftinên bi heybetir dike.
Jinên Kurd di ferqa hêza xwe de ne. Her ku diçe li hemberî polîtîkayên qirêj
yên li ser jinê, dengê jinên bilintir dibe. Bila baş were zanîn jin bi qasî
îradeya xwe xwedî baweriye, wê bi hêz û hêviyên xwe civakê rêxistin bike. Emê
heta dawiyê jî li hemberî sîstemê xwedî helwest bin.”
0 Yorumlar