Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê destdirêjiya leşkerê Tirk hat şermezarkirin

Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Menxmûr) bi daxuyaniyekê destdirêjiya çawişê pispor yê dewleta dagirker a Tirk ya li Şirnexê ku li jinekî Kurd kiribû, bi tûndî şermezar kir.

Duh li taxa Dîcle ya Şirnexê çawişekî pispor yê dewleta Tirk xwest destdirêjî li jinekî Kurd bike, xelkê herêmê ev tecawîzkar ceza kir. Têkildarî vê mijarê Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê hem tecawîzkarê dewleta Tirk şermezar kir û hem jî piştgiriya xwe ya bi xelkê Şirnexê re dan diyar kirin. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Mamoste Bêrîvan Îşlek daxuyanî da.

Bêrîvan Îşlek di destpêka axaftina xwe de çawişê pispor yê ku duh li Şirnexê xwest destdirêjî li jinekê Kurd bike, şermezar kir û wiha peyîvî: “Em weke jinên Meclîsa Îştar a wargehê daxuyaniya ku em îro bidin ji bo şermezarkirina tevahî hêzên desthilatdar, hêzên ku dixwazin qirkirina çandî pêkbînine. Wek tê zanîn duh li Şirnexê buyerek li ser jinekê pêkhat, em dibêjin ew buyer ne tenê li ser wê jinê pêkhat li ser tevahî jin, îradeya gelê Kurd û jina Kurd pêkhatiye. Ji ber wê di wî demî de bertek û îradeya gelê Şirnexê ya ku hatî diyar kirin bixwe cihê bersivdayîna hemû hêzên tacîz û tecawîzkarin. Gelê ku li Şirnexê li berxweda di dema hilbijartinên 31’ê Adarê de nehişt vîn û baweriya wî bê binpêkirin. Polîs, cenderme û hemû memûrên ku ji bo wan kar dikin anîn Şirnexê û deng bikar anîn, bi vî awayî şaredariya Şirnexê xistin destê xwe. Lê li beranberî vê yekê gelê Şirnexê serî netewand û li ber xwe da, heta roja îro jî li ber xwe dide. Ji ber wê dijmin zanî ku nikarin vîn û baweriya Şirnexê binpê bike, bi salane bi tacîz û tecawîzê, bi anîna hêzên ku ji derve de wek ajan, polîs û cenderme di xwazin çanda sîxurtî, çanda tacîz û madeyên hişbir bixin nava ciwanan û jinan de ji bo bikaribin wan di aliyê şerê taybet de qir bikin, bi her awayî li ser karin. Hemû amûrên xwe yên şerê taybet ji bo civaka Kurd, civaka Botanê tine bike bi kar tîne.

Em jî weke jinên Kurd, weke jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî vê êrîşê, vê tacîz û tecawîzê şermezar dikin û em dibêjin bila li her cihî bi banga Jin Jiyan Azadî rabin ser xwe. Ji ber ku eger îro ve êriş li Şirnexê pêkhatibe, wê sibe li Amed, Riha, Misêbîn û hemû cihî pêkwere. Pêngava Jin Jiyan Azadî ya ku pêkhatî divê li her derê bê destpêkirin. Em jî weke jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi her awayî piştgiriya xwe bi gelê Şirnexê re didin diyarkirin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo, Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar