Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê: Divê gelê Başûr ji xiyanet û kiryarên PDK’ê re bêje bese!

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bal kişandin li ser xiyaneta PDK’ê û çûyîna Hêzên Roj û Zêrewanî ya li qadên gerîla û gotin: “PDK heta qirika xwe ketiye nav qirêjiyê. Divê gelê Başûr ji van kiryarên PDK’ê re bêje bese!”

Armanc Herekol

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî xiyaneta PDK’ê û çûyîna Hêzên Roj û Zêrewanî ya li Herêmên Parastina Medyayê ji ajansa me re axivîn û dan zanîn ku dewleta Tirk ji roja destpêkê ve dixwaze şerê Kurd bi Kurd re rû bide û divê gelê Kurd li dijî vê xeta xiyanetê rabe ser lingan û bêje bese!

‘PDK tevlî operasyona Tirkan dibe’

Yek ji şêniyên wargeha Mexmûrê Wesîle Çelî di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku kiryarên PDK’ê ne ji rêzê ne, ji demê berê ve PDK xiyanetê li gelê Kurd dike û wiha got: “PDK ne niha xiyanetê li me dike. PDK hevkariya dewleta dagirker a Tirk dike, ev yek eşkere ye. Di van heyvên dawî de û taybet jî van rojên bûrî, tevgerek zêde ya PDK’ê û hêzên wan ên Zêrewanî û Roj ya ber bi Herêmên Parastina Medyayê ve heye. Diyar dibe ku wê dewleta Tirk êriş û operasyonekî li ser hêzên gerîla pêkbînin. Di van çûyînên PDK’ê de jî diyar dibe ku wê yekser li gel dagirkeran carek din cih bigire. Em wan şermezar û rûreş dikin. Em dibêjin bila PDK carek din nekeve vê qirêjiyê û dest ji xiyaneta xwe berde.”

‘PDK navê Kurdan reş dike’

Wesîle Çelî di dewama axaftinên xwe de diyar kir ku dijmin her dijmine, divê PDK ji vê rêyê vegere û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Em naxwazin şerê Kurd bi Kurdan re çêbibe. Ji ber ku ev xwestek ya dijmin e. Ji bo ku vê xwesteka xwe bide pêkanîn, dagirkeran dest avêtiye PDK’ê û li gor xwe li dijî gelê Kurd dide karanîn. Em bang li PDK, Nêçîrvan û Mesûd dikin, bese ji we û xiyaneta we re. Gelê me yê Başûr ên xwedî wijdan û namûs, divê li hember van kiryarên PDK’ê bêdeng nemînin. PDK navê Kurdan reş dike.”

Herî dawî Wesîle Çelî bang li malbatên şehîdên Pêşmerge û jinên Başûrê Kurdistanê tevan kir da ku li dijî kiryar û xiyaneta PDK’ê bibin xwedî helwest û bertekên tûnd nîşanî xeta xiyanetê bidin.

‘PDK’ê gelek bi serê me aniye’

Têkildarî heman mijarê Abdullah Sipêrtî jî nêrînên xwe bi me re parvekir û di serî de wî jî xiyaneta PDK’ê ya li dijî gelê Kurd û hevkariya wan a bi dijminê gelê Kurd re bi tûndî şermezar kir û wiha peyivî: “Ez zelal dibêjim, ger Kurdên wek PDK’ê hevkariya dijmin nekiriba û xiyanet li me nekirba, wê niha em ne di şerek wisa giran de ban û wê Kurdistan ne dagirkirî ba. Wek xelkê Mexmûrê tiştek namaye ku PDK’ê li serê me ne aniye. Ji ber PDK’ê, em neçar man hatin ketin di lepê qatilê Kurdan Seddam Hisên de. Nehêlan em di Başûr de jiyan bikin. Kesên ku xiyanetê dikin, eşîreke û ne ji bo berjewendiyên Kurdan tevdigere. Eşîra Barzaniyan bûye bela serê Kurdan.”

‘Em bi biratî nêz dibin, ew xiyanet dikin’

Abdullah Sipêrtî di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku PDK’ê hêzên Roj û Zêrewanî li dijî Tevgera Azadî dide karanîn û wiha pê de çû: “Li Rojava heman hêzên qirêj ên bi navê ENKS li dijî me dane karanîn, li Başûr jî hêzên Roj û Zêrewanî didin karanîn. Êrişî gerîlayên me dikin. Niha jî PDK bi fermana Tirkiyeyê, hêzên xwe yên Zêrewanî dibe Garê û Zapê. Pêşiya dagirkeran dikevin. Ev hêz, hêza xiyanetê ye. Em bi biratî nêz dibin, ew bi xiyanetê tên me. Divê ev hêza qirêj dest ji van kiryaran berde.”

Herî dawî Abdullah Sipêrtî bang li gelê Kurd û taybet jî gelê Başûrê Kurdistanê kir da ku li dijî vê xeta xiyanetê bibin yek û bertekên pêwîst nîşan bidin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar