Di despêka dîroka mirovatiyê de hemû pêşketinên jiyanî li derdora pêwîstiyên bingehîn yên jiyanê şêwe digirt ango hemû zanînên me jiyanî bûn. Qasî ketina ferqê çêdibû, ewqas wate li jiyanê dihat barkirin. Wekî mînak ji ber şert û mercên hewayî û xeteriya êrişek ji milê ajalan ve were kirin, xwe biparêzin pêwîstî hatiye dîtin ku di şikeftan de jiyan bikin. Ew zanebûn di encama windahî û lewaziyên xweparastinê de derketiye holê, yan jî ji bo pêşî li jiyana koçberiyê bigrin bi çandiniyê ve bingeha jiyana xwecihî hatiye avêtin. Pêwistiya pêşketinên di asta şoreşê de pêşxistiye, tarzê jiyanê gûheriye û nirxên nû yên civakî pêşketiye. Çarçoveya jiyanê bi wî rengî hatiye diyarkirin û fikra serwer ji komika xwe re sûdmend bûyîne. Têkiliya mirov ya bi xwezayê re pirsa jiyaneke çawa dide bersivandin, ji ber wê jiyan bi watedare. Bi rêzgirtina xweza re berhemên tên destxistin xwedî nirxin. Tişta herî bi wate jî hevsengiya di nav jiyanê de encama parvekirina ye. ‘Ya min nîne, ya me’ heye. Zanista yekem bi armanca hêsankarî avakirina kar û barê jiyanê pêşket. Mirov xwedî wê taybetmendiyêye ku çavderiyên xwe yên jiyanê di mejiyê xwe de bipîve û projeyan pêşbixîne. Çavdêriyên xwe di çareserî avakirinê de wekî çavkaniyek esasî destgirtin di bingeha zanist avakirinê de xwedî nirxek mezine. Ji bo mirov pêşî li westandina laş bigre pir amûrên hêsankarî avadike yan jî hemû kar digre ser xwe, avakirin. Hinek amûr di milê dem qezençkirinê de sûdek mezin da jiyana mirov, lê taybet piştî pêşketina Şoreşa Pîşesazî makîneyên hatin çêkirin hêza mirov bê wate kir. Şûna çar kesan êdî pêwîstî bi yek kesî hate dîtin. Ew jî bi xwe re pirsgirekên wekî bê karî, girêdayî bê tevger mayînê nexweşiyan pêşxist. Di heman demê de her tişt li yek navendê kom bû. Bê gûman ew pêşketinên hatine çêkirin, di roja me ya îro de gihiştiye astekî pir bilind û hîn xebatên pir berfireh hene, were wê astê ku fonksiyona mirov ji holê rabibe. Xebata herî tirsnak ya di rojeva cîhanê de ye mejiyekî ku mirov bi rêve dibe avakirine. Heta mirov dikare bêje radeyek bilind hikûm li ser jiyana civakî kiriye. Dema em dibêjin civak yan jî pêşeroja mirovatî, di mejiyê me de jin û ciwan şênber dibe. Ji despêkê ve jin û ciwan wekî hêza bingehîn ya civakê rolê gelek giran dane ser milên xwe .Ji her milî ve berpirsiyartî girtine ser xwe, wê yekê nîşan dide ku çiqas jiyanê aydê xwe dibîne. Fikrandina nifşê pişt xwe jî hîn zêdetir bi hûrdekarî û bi cesaret nêzîkbûnê daye civakê. Rûxmê hemû rastiyên ku heta çend sal berê jî tevî bi kêmahiyên xwe ve ji aliyê ciwanan ve dihatin pêkanîn, îro gihaştiye astekî xeter ku civakê ber bi çalekî reş ve dixişikîne. Heta çend sal berê jî ciwan di ferqa berpirsiyartiyên xwe de bûn ango herî kêm hewldanek ji bo çareserkirina pirsgirekan hebû. Bi dînanîzm û hêza xwe ve, bi bê çavtîrs bûyîna xwe ve ciwan hêzek nedihat sînordar kirin bû. Despêkê teknolojî di bin kontrola mirov de bû, ji ber ku li gorî pêwîstiyan bû. Lê roja me de mirov ketiye bin kontrola teknolojiyê. Hêz, desthilatdarî, sermayeya zêde nirx kiriye amûrê her cûre qirêjiya xwe. Mirov hatiye wê astê ku bi robotên sar re di axive. Teknolojiya bê kontrol çi ji me girt? Gelo qasî me zirar jê dît, me sûd jî girt? Dema em li niyeta kesên ku ew amûrên teknolojîk pêşxistine û îro bi çi awayî tên bikaranîn mêze dike, di navberê de ferqek mezin heye. Mînak jina ku ji bo baştir bikaribe baxçê xwe mêze bike dron çêkir, belkî qet ne anîbû bîra xwe jî wê rojekê bi wan dronan mirov bên kuştin. Bes yek amûra teknolojîk ya herî zêde zirar da ciwana û bi taybet jinê telefon bû. Hinek pêkanînên li ser telefonê û taybetmendiyên hin amûrên dîtir yên teknolojîk girtina ser xwe û biçûkbûna wê ji her milî ve wê balkêş kiriye. Bi rêya înternetê jî deriyê cîhaneke derveyî fêrbûyînaye hatiye vekirin. Me behsa mejiyekî hatiye çêkirin û mirov rêve dibe kiribû, ew yek bi rêya înternetê hate kirin. Çend makîneyên ku cihekê ve hatine sabît kirin cîhana me araste dikin.
Rûpelên
wekî facebook, tweet, instagram, snap, tiktok ji bo civaka me bûye pêwîstiyeke
wekî nan û av. Qasî ku nebûna telefonê şerm tê dîtin di heman demê de nebûna wan
rûpelan jî paşdemayînê îfade dike. Çima em hatine wê astê ku xwesteka nirxên
xwe, sadebûna xweparastin yan jî xwe bi wê cîhana qirêj parastin navê wê bû
paşdemayîn? Heta niha jî gelek ji me îddîa dikin ku înternet dema baş bê
bikaranîn sûdê xwe gelekin. Bes gelek avakerên pêkanînên wekî you tube, google,
face book, twîtter, înstagram parve dikin ku di tora înternetê de agahiyên ne
rast heft qat zûtir belav dibe. Ew tê wê wateyê ku heta ku mirov bi başî nekole
xwe gihandina rastiyan gelek zehmete. Em nabêjin hîç agahiyên rast nîne, lê emê
di nav wê çerxê de çawa rastî ji hev derxînin? Di çend salên dawî de taybet di
rastiya Kurdistanê de rêjeya xwe kuştina jinên ciwan gelek zêde bûye. Em wan
kuştinan tenê wekî pirsgirekên malbatî nikarin pênase bikin. Pirsgirek yan jî
nexweşiyên jêre tê gotin derûnî kengê di nav civaka me de belav bûn? Me şahidî ji
gelek bûyerên bê kontrol bikaranîna torên medya dîjîtal kir. Ji bo wêne
girtinek, ji bo şîroveyeke di derbarê parçeyekî bedena wê de hatiye kirin
kuştinên çêbûn an jî bê baweriya di kesayet de pêşxist ciwan kişandin nav
çalekî reş. Êdî kes ji xwe razî nîne, kesek ji xwe hez nake, her tim kêmahiyek
di xwe de dibîne û ji bo wê yekê derbas bike xwe dike halekî nayê naskirin. Ew
xefika ciwanan dikşîne nava xwe, îradeya wan ji wan digre û bi wî şewazî wekî
hevpeymanek hatiye çêkirin xîtabî hezkirinên wan dike. Ser navê jiyana kesî tiştek
namîne, her tişt bi tiktok, instagram, face book, snap re tê parve kirin, ew
bername jî li gor wan parvekirina kesên yan jî tiştên hevpar ji bo wan kom
dike. Yanî kesayet bixwaze jî êdî nikare jê derkeve ji ber ku êdî bernameyeke li
gor dilê wê heye. Em hemû dema xwe hemû didin, li rûxmê wê jî em jê sûd nagrin.
Rêza xwe ya li beramberî xwe winda dikin, ji ber bê îradebûnê em nikarin
biryara xwe bidin yanî em tên araste kirin. Cîvakbûna me namîne çi pirsên me
hebin em ji wê qûtiya sar dipirsin. Bê gûman girêdanbûyînên bê kontrol ji bo
hemû tiştan zirara xwe ya mezin heye. Girêdanbûyînên bê kontrol tenê ji me
digre nirxek di me de zêde nake. Ti ferqa girêdanbûyîna maddeyên hişber û medya
dijîtal nîne. Ger ciwanek nikaribe bê telefon jiyan bike, pêwîste wê yekê bizanibe
êdî îradeya wî ne di deste wî de ye. Civaka em têde mezin dibin bê gûman dikare
pir pirsên me bi bersivîne. Dema me tiştek meraq kir tecrûbeyên mezin yên em bi
wan re jiyan dikin ji wan sîteyan sed qat zêdetir dikarin agahiyên rast bidin
me. An jî dema bêhna me teng bû em germahiya hevaltiyê di wan makîneyên sar de
negerin. Her yek ji me xwedî zarokatiyeke ku tama wê ti car nayên jibîrkirinin.
Berîkirinên me, ger em li beramberî wê xefika qirêj şiyar bibin ewê dîsa heman
hestê di me de ava bike. Her yek ji me xwe lêpirsîn bike ‘îro min çiqas dema
xwe winda kir?’ Yan jî ‘ez çiqasî ji civaka xwe dûrketime?’ Nêvenda herî zêde
mirov têde bi hêz dibe civake. Em jî bi vegera civaka xwe re, bi cewhera xwe re
dikarin hemû nirxên ji me hatine dizîn dûbare bigrin.
Serxwebûn

0 Yorumlar