Pirtûkên pîroz
axa Kurdistanê wekî bihuştê pênase dikin. Bê guman Mezopotamya ji bo mirovahiyê
bingeha çavkaniya jiyanê ye. Ev rastiya berbiçav ji pêşketin û bedewbûna
mirovahîyê re bûye derguş. Bi taybet di axa Mezopotamya de axa çiyayê Colemêrg
warê qedime. Colemêrg bi gelî, zozan, çiya û mirovên xwe re gelek heqîqetên efsûnî
diyarê mirovahiyê kiriye. Ji ber ku ev herêma kevnar bi hemû bedewbûna xwe her
tim bûye hêlina Egîdan. Çawa ku ev axa qedîm ti carî rê nedaye zalim û zordaran,
Egîdên vê axê jî her tim singa xwe li hemberî zilmê kirine mertal. Yek ji van
Egîdan jî Rêheval Diyar e ango Feyzî Kaya ye ku di sala 1988’an de li mezraya
Kutros a girêdayî gundê Kato Marînosê çavên xwe li jiyanê ve dike. Gundê Kato
Marînos bi çiyayên xwe yên asê tê naskirin û di despêka şoreşa Kurdistanê de
bûye hêlîna gerîla. Ev çepera gerîla her tim di çavên dijmin de kelemeke. Ji
ber vê sedemê di sala 1992’an de dewleta Tirk a dagirker gundê Marînosê
dişewitîne. Malbata heval Diyar koçberî Colemêrgê dibe, ji wir jî berê xwe dide Başurê Kurdistanê. Rêyek
penabertiyek dûr û dirêj li peşiya wî û malbata wî ye. Rêheval Diyar hîn di
zarokatiya xwe de bêhna gerîla girtibû. Belê temenê wî biçûk bû lê hizir û
ramanên wî gelekî mezin bû. Zarokek jîr û zane bû, hêza wî ya fêhmkirin û evîna
wî ya jiyanê dişibiya çiyayê Kato. Di nav zor û zehmetiyên penaberiyê de vînek
polayî û qedîm di keseyeta xwe de ava dike. Bi jîrbûn, kar û xebatên xwe ve
dibe mînakek li ser zimanê dayîkan. Heval Diyar hîn di zarokatiya xwe de ji
çeka gerîla hezkiribû û dizane ku rêya azadiya welatê wî gerîlabûyînê de derbaz
dibe û ji ber vê yekê jî derdikeve ser dikê soza xwe ya tevlîbûna gerîla eşkere
dike. Bi dengek bilind ‘Ez hebûna xwe diyarî Rêber Apo dikim’ dibêje û di sala
2001 de berê xwe dide çiyayên azad. Di demek kin de, di hêla jiyana çiya û
bîrdoziya Rêbertî de pêş dikeve û dibe parêzvanê walatê xwe. Bi ked û
fedekariya xwe dibe evînek di nav dilê her hevalekî xwe yê dozê de. Rêheval
Diyar her kêliya jiyana xwe li gor heqîqeta fikir û ramanên Rêber Apo jiyan
dike. Di pêngava Şemzînan de Heval Diyar berê xwe dide Şemzînan û tevlî gelek
çalakiyên serkeftî dibe. Bi hêza xwe ya mezin zû di nava şer de dipêje. Di vê
pêngavê de giranî birindar dibe. Lê birîndarî li pêşya vîna wî nebû asteng û
heta dawiya pêngava Şemzînanê di şer de cihê xwe digre. Di 2014’an de dema DAIŞ
êrişî Şengalê dike, Heval Diyar vê carê bi hewara gelê Êzidxanê ve diçe. Ji bo
gelê Êzidxanê ji komkujiya DAIŞ’ê rizgar bike bi awayê serkeftî di vekirina korîdorê
de erka xwe ya fermandartiyê pêk tîne. Hêrsa Rêheval Diyar ya li himber
dijminên Kurd û Kurdistanê ti carî kêm nedibû û awirên wî yên wêrek tim li ser
dijminê mirovayê bû. Şer li kûderê bûya Rêheval Diyar berê xwe dida wir û dibû
yek ji parêzvanên gelê xwe. Belê vê carê jî li Kobanê sing bi sing kolan bi
kolan li hemberî DAIŞ’ê şer dikir. Di vî şerê giran de bi giranî birîndar dibe.
Piştî tedawî dibîne dîsa berê xwe dide nav şer. Heta Kobanê Rizgar dibe ew di
çeperên herî pêş de cihê xwe digre. Piştî şerê Rojava dîsa berê xwe dide
çiyayên ku hebûna wî afirandine. Ew heqîqetek
efsûnî bû. Sirra wî ya lehengiyê di menewiyata wî ya mezin de veşartîbû. Roj bi
roj gav bi gav wî hebûna xwe di nava şerê germ de di afirand.
Di kûraniya
wan çiyayan de ew li xwebûna xwe digere. Xeyala wî tim Botane. Pêşniyara wî
dema tê erê kirin bi hemî rûkeniya xwe gavên xwe ber bi Botanê ve davêje. Li
Botanê tevlî gelek çalakiyan dibe. Her derba ku li dijmin dida tola hevalên xwe
yên şehid û zarokên penaber radikir. Di sala 2018’an de li çiyayê Cûdî di pevçûnekê
de birîndar dibe û ji bo tedawiyê dîsa dizivire qadên Parastina Medyayê. Piştî tedawî
dibîne erka fermandariyê ya herêma Zap’ê digre ser milê xwe.
Di şerê li
hemberî dewleta Tirk a dagirker de heval Diyar mîna pêlên robaran bi hêrs
herikî ser çeperên zaliman û di sala
2021’an de li Zap’ê tevlê karwanên nemiran dibe.
0 Yorumlar