Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di pêşengtiya Meclîsa Îştar de rêzeçalakiyên 8’ê Adarê bi meşeke girseyî berdewam dikin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di pêşengtiya Meclîsa Îştar de rêzeçalakiyên 8’ê Adarê bi meşeke girseyî berdewam dikin.
Bi kombûna gel û xwendevanan ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan meşekî bi heybet hat li darxistin û heta Parka Şehîd Aryen Cûdî domand. Di meşê de jinên wargehê bi cil û bergên xwe yê gelêrê, meş xemiland. Bê navber dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Sara Rojbîn Ronahî’ hatin berzkirin. Her wiha di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên jinên pêşeng, her wiha dûvîzên bi nivîsa ‘Bi Qîrîna Jin Jiyan Azadî Bihune Tevna Jiyanê’, ‘Bi Jin Jiyan Azadî re Ber bi Şoreşa Jinê be Dimeşe’ hatin bilindkirin.
Piştî ku meş gihişt ber Parka Şehîd Aryen Cûdî, li wê derê daxuyaniyek li ser girîngî û wateya rojê hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn di kesayeta hemû şehîdên jin de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Her wiha piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Mamoste Qîmet Şirnexî ve hat dayîn.
Qîmet Şirnexî destpêkê 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên di vê oxirê de canê xwe fedakirine pîroz kir û wiha peyîvî: “Wek tê zanîn em 8’ê Adarê netenê wekî rojekê dest bigirin, ji ber ku 8’ê Adarê li hemberî koletiya ku li ser jinê hatiye ferzkirin û mafê wê yê ku tê xwarin, hatiye bidestxistin. Ne tenê jinên Kurd, hemû jinên cîhanê bi heman bêmafiyan re rûbirû dimînin. Her çiqasî em dibêjin em di sedsalekî nû de ne jî, lê em rojane bi qetilkirinên jinan re rûbirû tên. Dema ku jin bixwe bawer be, rêxistinkirîbe dikare her di alî de pêşbikeve. Ji ber ku jin afrênera destpêkê ya jiyanê ye, hemû tiştên heyî ji aliyê jinê ve hatiye afirandin. Lê zilamê desthilatdar û hegemonyaya heyî ev maf ji destê jinê girtiye, keda wê wek keda xwe daye nîşandin û jin di rêza duyem de hatiye dîtin. Em dubare 8’ê Adarê li jinên kedkar, jinên cîhanê û bi taybet jinên ku bi têkoşîn û berxwedana xwe ev roj ji bo me afirandine û bi tayebet yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di girtîgehan de li berxwe didin, pîroz dikin û em dibêjin kesek nikare roja jinê tarî bike.”
Piştî axaftinê gel li ber stiranên gelerî govend gerandin.


0 Yorumlar