Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, Meclîsa Îştar bi boneya vexwendina pîrozbahiya 8’ê Adarê belavok belavkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Meclîsa Îştar bi boneya beşdarbûna pîrozbahiya 8’ê Adarê belavok belavkirin.
Hemû berdefkên jin yên semtan li Meclîsa Gel kombûn û ji wir qertên ku ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê hatibûn amadekirin girtin, mal bi mal li wargehê geriyan û belavkirin.
Têkildarî armanca belavokan, berdevka semta Şehîd Xebat Rêzbar Çelî axivî û destpêkê cejna 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Em bang li tevahî jinan dikin ku bi awayek girseyî beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê bibin.”

0 Yorumlar