Şêniyên Mexmûrê: “Divê em bi rûhê 8’ê Adarê hemû rojên xwe bikin têkoşîn û berxwedan daku em bigihijin serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re peyam û bangên ji bo berdewambûna têkoşîna azadiya jinê berdewamin. Şêniyên Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 8’ê Adarê ji ajansa me re axivîn.
‘Dema dibe meha Adarê, jin tê bîra mirov’
Endama Stêra Zêrîn Rûheyv Efrîn di destpêka axaftinên xwe de 8’ê Adarê li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha peyîvî: “Dema dibe meha Adarê, jin tê bîra mirov, xweşikbûn û rengîniya wê mehê tê bîra mirov. Em ber bi roja 8’ê Adarê ve diçin, em hemû jî dizanin 8’ê Adarê ji bo jinên cîhanê çiqas giringe, bi taybet ji bo jinên Kurd. Jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê li beramberî gelek zilm û zordariyê hatine. Wek jinên Kurd me ev yek hinek derbazkiriye, ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku bi paradîgmayê bi me dayî têgihandine.” 
‘Jin êdî di ferqa hertiştî de ye û têgihiştiye’
Rûheyv Efrîn di berdewama axaftina xwe de îşaret bi qetilkirina jinên ku li bajarê New York a Emerîkayê kir û wiha pê de çû: “Wek tê zanîn di 8’ê Adarê de 129 jin di fabrîkayek ya kar de hatin şewitandin. Sedemê şewitandina wan jî, ji ber ku heqdesta xwe dixwestin, ew neheqiya ku li wan dihat kirin êdî qebûl nedikirin bû. Ji ber wê ev roj weke roja cîhanî ango 8’ê Adarê roja ku jin li hemberî zordariyê serî hildayî hatiye îlankirin. Jin êdî di ferqa hertiştî de ye û têgihiştiye, kes nikare li pêşiya jinê bibe asteng. Em di giştî jinên cîhanê de jî dibînin piştî ku Rêber Apo derketî û şûnde, paradigmaya ku daniye pêşiya me bandorekî mezin li jinên Kurd û li giştî jinên cîhanê kiriye.”
Rûheyv Efrîn di dawiya axaftinên xwe de ev tişt gotin: “Pêwîste em tenê roja 8’ê Adarê weke roja jinan be û di wê rojê de xwe sînordar nehêlin, divê hemû rojên jinan bibin 8’ê Adarê. Divê em bi rûhê 8’ê Adarê hemû rojên xwe bikin têkoşîn û berxwedan, daku em bigihijin serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
‘Di cîhanê de têkoşînek bê hempa tê meşandin’
Her wiha Robar Spêndarokî di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li Rêber Ocalan û tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Dema 8’ê Adarê tê bîra mirov, rasterast Rêber Apo tê bîra mirov. Ji ber ku Rêber Apo lêkolînên pir dîrokî li ser jinê ya ku di nava pencên kapîtalîzmê de hatî tinekirin kiriye. Serokatiya me ji bo 8’ê Adarê, ji bo jinan bi îdeolojî û felsefeyî li ser kûr bûye. Dema em îro li asta heyî ya ku di cîhanê de temaşe dikin, bi rastî jî ew zanist û îdeolojiya ku Serokatî ji bo jinê pêşkêş kirî, eger xilasbûna jinan hebe wê bi fikra Serok Apo hebe. Wek Rêber Apo jî dibêje; pêwîste jin azadiya xwe li gel zilam nebine, ji ber ku zilam deh qat ji jinê ketîtire. Ji ber wê divê ew bi têkoşîna xwe azadiya xwe bidest bixe.”

Robar Spêndarokî wiha axaftina xwe berdewam kir: “Îro dema em li cîhanê temaşe dikin, ji Rojhilata Navîn bigre heta bigihije Efrîqa birastî jî têkoşînekî pir mezin ya ku bi zanista Rêber Apo hatiye qebûlkirin di cîhanê de tê meşandin. Wek xebatkarek yê Rêber Apo ti gumanên me nîne ku li hemberî têkoşîna jinê astengiyek bikaribe xwe bigire. Ji ber ku dengê ku îro li cîhanê derdikeve dengekî zanistiye, ji ber wê jî serkeftinekî pir mezin di jinan de heye. Teqez serkeftin ya gelên bindest û jinên têkoşer e. Ji ber wê dema jin azad bibe wê welat jî azad bibe. Emê heta dawiyê li ser wê zanista ku Rêber Apo dayî nişandan têkoşîn bikin.”

0 Yorumlar