Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 230’an de bi dewrgirtina koma 46’emîn berdewam dike.
Merasîma dewrgirtinê bi kombûna gel û çalakvanan ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 45’an mamoste Huseyîn Kara axivî.
Huseyîn Kara di destpêka axaftinên xwe de 8’ê Adarê li hemû jinên kedkarên cîhanê, jinên şoreşger û tevahî jinên Wargeha Mexmûrê pîroz kir û wiha got: “Hemû çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hem li hindir û hem jî li derve, li zindanan em çalakiya wan silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Rêbertiya me beriya 26 salan bi komploya hêzên hegemon, emperyalizm û dagirker radestî dewleta Tirkiye kirin, mînakên vê di cîhanê de pir kêmin. Dixwestin di kesayeta Rêbertiya me de li ser civaka Kurd û civakên bindest planên qirêj bi meşînin, lê Rêber Apo heta astekê ev planên wan yên qirêj vala derxist. Berxwedanek bêhempa li Girtîgeha Îmralî meşand. Li ser Rêbertiya me êşkence û tecrîdeke pir giran heye. Têkiliyên Rêbertiya me bi gel û derve re qut kiriye. Rêber Apo bi berxwedana xwe civaka Kurd şiyar kir, asta ku niha gelê Kurd gihiştiyê bi saya Rêber Apo ye.”
Piştî axaftinê, çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma 46’an kir. Her wiha piştî dewirgirtinê sînevîzyonek li ser bîranîna Şehîd Tolhildan Qendîl hatibû amadekirin, hat nîşandan.

0 Yorumlar