Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê: Agirê Newrozê geş bikin û Rêber Apo azad bikin

Şêniyên Wargeha Mexmûrê bi bo neya nêzbûna cejna Newrozê gotin: “Newroz rojek dîrokî û nûbûneke. Em vê rojê li mîmarê azadiyê Rêber Apo, gerîlayên serê çiya, girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê û li tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikin. Divê hemû kes tevlî şahiyên Newrozê bibin û li wan qadan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin.”

Armanc Herekol


Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya nêzbûna cejna Newrozê ji ajansa me re axivîn û banga tevlîbûna şahiyên Newrozê kirin.

‘Têkoşîna li hember zordariyê geş bikin’

Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Eyşê Orhan di destpêka axaftinên xwe de cejna Newrozê bi dil û can pîrozkir û got: “Em vê Newrozê li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, li tevahî gelê Kurd, dayîk, jinên Kurd û dostên Kurdan pîroz dikin. Taybet jî ev cejin li girtîyên ku niha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, di çalakiya greva birçîbûnê de pîroz be. Cejna Newrozê rojekî nû û bihareke ji bo me. Ev Newroza sala 2024’an ji bo me Newrozek taybete. Her ku êriş li ser me zêde jî bin, asta berxwedaniya me jî mezin dibe. Têkoşîna gelê Kurd ya li hember zilm û zoriyê, li hember dagirkerî û xiyanetê her ku diçe zêde dibe.”

Agirê Newrozê geş bikin

Eyşê Orhan di nava axaftinên xwe de anî ziman ku bi sedan sale ji bo ku agirê Newrozê bê temirandin, dijmin ti rê û rêbazên qirêj nemane pêk ne anîne, lê ewê di her şert û mercên giran de têkoşîna xwe bilind bikin, Newroza xwe pîroz bikin û wiha pêde çû: “Divê hemû kesên azadîxwaz û ji bo azadiyê xebat didin meşandin, di Newroza îsal de agirê azadiyê pêbixin û cejna Kurdan pîroz bikin. Newroz rojekî dîrokî ye ji bo me, divê em jî li gor wê di van rojên dîrokî de asta têkoşîna xwe diyar bikin.”

‘Di Newrozê de jî daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Herî dawî Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Eyşê Orhan diyar kir ku Newroz ji bo wan ango gelê Mexmûrê roja herî girînge û wiha banga tevlîbûna şahiyên Newrozê kir: “Em her sal bi coş û moralekî mezin vê roja dîrokî pîroz dikin. Ne tenê gelê Kurd, divê hemû netewên din jî vê rojê pîrozbikin û beşdarî pîrozbahiyan bibin. Roja azadî û aştiyê ye. Divê em di qadên Newrozê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin û li ser wê ferasetê têbikoşin. Dubare em vê rojê li Rêber Apo û li tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikin.”

‘Newroz roja aştî û azadiyê ye’

Her wiha Endamê Komîteya Tenduristî ya Mexmûrê Hisên Gozereşî jî li ser heman mijarê peyivî û di serî de Nerwoza sala 2024’an li mîmarê azadiyê Rêber Apo û tevahî têkoşînvanan pîrozkir û wiha axivî: “Ez vê Newrozê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, şervanên azadiyê yên ku niha li dijî hemû teknîk û teknolojiya dijmin li berxwe didin û girtiyên zîndanê pîroz dikim. Divê em bi coşekî mezin tevlîbûna xwe ji bo Newrozê bidin çêkirin. Rûxmê heyva Remezanê ye jî, divê em li qadan bin. Ji bo ku gelê Kurd û gelên azadîxwaz bigihin azadiya xwe, pêwîste em vê Newrozê bikîn Newroza aştî û azadiyê. Divê herkes li welat û derveyî welat rabin ser lingan.”

‘Newrozê de dakevin kolanan’

Herî dawî Hisên Gozereşî bang li tevahî gelê Kurd û dostên Kurdan kir ji bo ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibibin û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Banga me ji bo hemû gelê Kurd û azadîxwazan ewe ku bi hêzekî xurt tevlî pîrozbahiyan bibin. Di Newrozê de emê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Wê ev Newroz bibe, azadiya hemû gelên azadîxwaz. Wê serkeftin bibe ya me.”

Hêjayî bibîrxistinê ye wê şahiya Newroza îsal ya Mexmûrê jî di 18’ê Adarê de bê pîrozkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar