Hewa Buldan têkildarî dirûtina cilên jinan yên Kurdî axivî û got: “Ji ber ku gelê Kurd bi wê çandê, bi van cil û bergan, bi zimanê xwe yê Kurdî tê naskirin. Eger ev çand tine bibe, êdî tiştekî bi navê Kurd û Kurdistan namîne, ji ber wê divê ev çanda me ya Kurdî bê berdewam kirin û parastin.”
Xurbet Tallî
Çand di
milê etmolojî de peyvekî latîniye û tê wateya çandiniyê ango çand ji çandiniyê
tê û gelek wateyên çandê hene. Tiştên ku civakekê ji civaka din cûda dike re
çand tê gotin. Di destpêkê de guhertin û veguhertinên di jiyana wan de çêdibin,
adet û teqalîtên wan, huner, çand, bawerî, feraset, tevger, cil û berg, dawet, xwarin û vexwarin
ango her tişta ku mirov di dîrokê de afirandî, Madî û Manewî, Kevneşopî, ziman,
mîmariya wan, rêbazê jiyanê û hwd jiyandikin û ji neslekî veguhestina neslê din
re dibêjin çand. Di vê wateyê de em dikarin bêjin çand ruhê civakê ye.
Têkildarî
dirûtina cil û bergên jinan yên Kurdî, hemwelatiya Wargeha Penaberan a Şehîd
Rustem Cûdî (Mexmûr) Hewa Buldan ku ev zêdeyî deh salin cilên jinan yê Kurdî
didirû ji rojnameya me re axivî.
‘Ez tenê cilên jinan didirûm’
Hewa
Buldan di destpêka axaftinên xwe de qala fêrbûna xwe ya dirûtina cil û bergên
jinan yên Kurdî kir û anî ziman ku wê bi xwestek dest bi dirûtina cilên Kurdî
kiriye û wiha got: “Ji destpêkê ve xwesteka min ya dirûtina cilan hebû, lê min li
wargehê dest bi dirûtina cilên Kurdî kiriye û ev zêdeyî deh salin ez cilên
Kurdî didirûm. Ez cilên normal yên nava malê nadirûm, tenê cilên Kurdî yên jinan
ên herêma Colemêrgê û Behdînan didirûm. Ji ber ku ti derfetekî min yê wisa nîne
ku ez xwe fêrî dirûtina şal û şapikan bikim û dirûtina wan jî ji bo min
zehmete, ji ber wê ez tenê cilên jinan didirûm. Bi dirûtina van cilan ez debara
malbata xwe dikim. Gelek kes dibêjin; çima tû modelekî din çênakî? Ez dibêjim;
ez ti modelan naxim nava cilên Kurdî. Ka cilên Kurdî | berê çawan hatine
çêkirin, divê ji niha û şûnde jî bi heman awayî bêne çêkirin. Kî cilên Kurdî
bîne gel min û bêje ji bo me modelekî cûda çêbike, ez modelan naxim nava cilên
Kurdî. Ez li dijî modelên ku dikevin nava cilên Kurdî me.
‘Em rê
nedin cilên me yên Kurdî bên xirabkirin’
Buldan di
dewama axaftinên xwe de da diyarkirin ku ew ji derveyî rojên taybet û rojên
dawetan jî cilên Kurdî didirû û wiha pêde çû: “Di mehên ku dinya germ de hinek
navber dikeve dirûtina cilan, ji derveyî wê ez hertim cilên jinan yên Kurdî
didrûm. Ez cilên zarokan nadirûm, ji ber ku ez di malê de bi tenê me, hem karê
malê û hem jî karê di nava wargehê de dikim, hinekî zehmet dibe. Em dibînin bi
pêşketina tekînîk û teknolojiyê re cilên Kurdî jî ji Kurdîbûna xwe hinekî
derketiye, divê em rê nedin cilên me yên Kurdî bên xirabkirin. Ji ber ku cilên
me yên Kurdî cilên taybetin û ji demê berê heta niha wekî çandekê hatiye û em
bi vê çandê tên naskirin.”
‘Divê çanda Kurdî neyên tinekirin’
Hewa
Buldan di dawiya axaftinên xwe de ev tişt got: “Çi dibe bila bibe divê çanda
Kurdî, cil û bergên Kurdî neyê tinekirin, bi yek kesî jî mabe wê ev çand bê
domandin. Banga min ji bo hemû herêman ewe ku nehêlin çanda Kurdî bi taybet
çanda cil û bergên Kurdî bê windakirin û bila li ser rastiya xwe bên berdewamkirin.
Her wiha ez di wê hêviyê de me ku ev nifşê nû jî vê çanda Kurdî berdewam bike.
Ji ber ku gelê Kurd bi wê çandê, bi van cil û bergan, bi zimanê xwe yê Kurdî tê
naskirin. Eger ev çand tinebibe, êdî tiştekî bi navê Kurd û Kurdistan namîne,
ji ber wê divê ev çanda me ya Kurdî bê berdewam kirin û parastin.”
0 Yorumlar