Ticker

10/recent/ticker-posts

Dibistanên Mexmûrê ketin betlaneya dawiya salê

Dibistanên Wargeha Penaberana a Mexmûrê ku bi giştî 3 hezar û 500 xwendekar lê dixwînin ketin betlaneyê û xwendekaran karnameyên xwe girtin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 4 dibistanên Seretayî, 2 dibistanên navîn û dibistanek ya amedeyî ku nêzî 3 hezar û 500 xwendekar bi zimanê dayîkê lê dixwînin, ketin beltaneya havînê û xwendekaran karneyên xwe girtin.

Li yek ji dibistanên wargehê ya navîn a Şehîd Jiyan, merasîm bi deqeyek rêzgirtin di kesayeta şehîd Heqî Karer de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi sîrûda Netewî destpê kir.

Piştî rêzgirtinê mamoste Dawid Kar axivî û wiha got: “Me salek ya perwerdeyê têr û tejî derbaz kir. Her çiqasî kurt û kêmaniyên xwe hebin jî lê di nava van şert û mercên heyî de me salekî tejî derbaz kir. Gelek xwendekaran di nava vê salê de xebitîn û pileyên bilind bidestxistin, ev tê xwestin ku her xwendekarek, her ferdek ku di vê wargehê de dixwîne pêwîstî pê heye ku xwe pêşbêxe ji bo ku bikaribe ji civaka xwe re bibe pêşengek û bibe bersivek ji bo tekoşîna Rêber Apo. Ji ber wê pêwîste her xwendevanek kurt û kêmaniyên xwe yên heyî ber çavan re derbaz bike ku bikaribe hîn zêdetir xwe pêşbêxe. Her wiha mamostayên ku di vê xebatê de ked dayîn, berhem dayîn em sipasiyên xwe pêşkêş dikin. Bi vê hest û baweriyê di xebat û pêşeroja we de serkeftinê dixwazin.”

Her wiha piştî axaftina Mamoste Dawid Kar, xwedevanên ku pileyên yekemîntî wergirtine belgeyên yekemîntî hat dayîna wan û piştre jî derbazî refên xwe bûn û karnameyên xwe girtin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar