Di navbera tevahiya hebûnê ya di gerdûne de tekiliyek yekpar heye. Tiştek bê tekilî ji yên din qut nayê dîtin. Ne stêrkek bê gerdûn, ne dinyaya me bê komstêrk dibe, ne jî mirov bê cîvak û bê xweza dikare were fikirandin. Çawa ku hucreyên bedenek dibin organizmayek û her hucre tenê di yekparebûna vê organizmayê de wateya xwe qezenc dike, her atom jî di yekparebûna gerdûnê bi wate dibe.
Ji rêderketina mezin ya di dîroka mirovan de, derketina
ji vê yekparebûyinê bû. Bi derketina desthilatdarî re zilam dijî jin, mirov dijî
xweza derket û îro em dibînin ku ti tekilî nema ku neketî bin êrişa tinekirinê.
Lê belê mantiqa gerdûnê ne tinekirin e, azadî ango xwe di
her keliyê de nû afirandin e.
Jiyana Rêber Apo, Modernîteya demokratîk dibe vê yekê.
Sererastkirina vê ji rê derketina bingehîn û ferd bi civak, civak bi mirovahî û
mirovahî bi xweza û tevahiya gerdûnê re dîsa kirin yek.
Tişta ku di modenîteya kapîtalîst de digihije lutkeya xwe
tam berovajî vê, mantiqa parçekirin, reqabet û tinekirin e.
Lîberalîzm jî li ser vê mantiqê derket û armanca vê
tinekirina civak, şikandina îradeya civakê ye. Ev jî di bin navê azadiya ferdî de
dixwaze bide qebûlkirin. Dema ferd ji civakê qut tê destgirtin û ji vê hîn
xirabtir li dijî civakê dikeve nava hewldanê, bingehê desthilatdariya bê sînor
ava dibe. Demek şunde dema di civakê de tenê ferdên ‘xweser’ man, ne îrade, ne
jî parastin dikare bê fikirandin. Daku modernîteya kapîtalîst vê pêşbixe şerê
taybet bi hezaran rêbazan dimeşîne. Ji madeyên hişbir bigire heta fuhuşê, ji
ciwanên Kurdistanê kişandina Ewropa bigire heta pêşxistina madiyeta herî erzan
û vala, ti rêbaz nema ku nekeve xizmeta xistina mirovan. Daku hestên her kesî
beralî bike û mirovek bê refleks û bê îrade sazbike, mekîneyek ya propaganda
xist tevgerê ku bi rêka reklam, film û diziyan, bi pêlîstokên bilgîseyarê û
mediyayên dij civakî xwe digihîne her derî.
Rêber Apo di vê plana dijî îradeya gelên cîhanê de dibe
astenga herî mezin û ji ber ku Rêber Apo li ser mirovahiyê israr dike ku bi
gerdûnê re dibe yek, îrade û hêza xwe nas dike û xeta xwe diparêze,
desthilatdarên vê cîhanê bi her awayî dixwazin pêşî bigirin ku peyvek Rêber Apo
nayê bihîstin.
Lê rastiya ku em dibînin ewe ku pêla Rêber Apo her ku
diçe fireh dibe. Di çar aliyên cîhanê de Rêber Apo tê bihîstin û çareseriya
modernîteya demokratîk tê pejirandin. Rûxmê hemû tepisandinan jî Rêber Apo dibe
sedem ku ciwanên her derê dinyayê berê xwe didin vê têkoşînê û yekparebûnê
tercîh bikin. Roj bi roj diwarên Imralî zeyîf dibin û hestên di berxwedana Imralî
û şerê tûnelan de, likûderê dengê Rêber Apo hate bihîstin dibin yek.
Bê gûman wargeha me di vê çarçoveyê de xwedî rolekî pir
diyarker e. Hem wek ciheke ku Konfederalîzma Demokratîk avadike, hem wek keleha
berxwedanê ku li hemberî hemû cure êrişan parastina xwe dike. Wargeha Şehîd
Rustem Cûdî ji dijminê gelan re derde, ji bo mirovên azadîxwaz yên li her derî
re hêvî ye. Ev ji bo me hemûyan hem dibe serbilindî, lê ji vê hîn zêdetir ev
dibe berpirsiyarî. Pêwîste ev berpirsiyarî ji bo civaka me ya şoreşger, were ragahandin,
rola sereke jî dikeve ser mêlê ciwanan. Wek hêza herî dînamîk a vê civakê herî
zêde em di hedefa dijmin de ne ku me ji armanc û rastiya me dûrbixe.
Em çiqas li ser bingehê yekparebûnê bimeşin, wê ewqas êrişên
dijmin vala derbikevin. Dema em berxwedana li Imralî, berxwedana gerilayên li
Zap û Metîna, Rojhat û Erdalan di her hucreya laşê xwe de hîs dikin, ti hêz
nikare me ji armanca me dûrbixe, ti sînor pêşiya me namîne ku nayê hilweşandin.
Baran Mawa

0 Yorumlar