Bersivên gel:
- Hevaltî
ye.
- Xebatkirin
e.
- PKK ye.
- Hevrê
ye.
- Jiyana
azad e.
- Rêya
azadiyê ye.
- Şervantî
ye.
-
Şoreşgertî ye.
- Fedayîtî
ye.
- Kesê xwe
fedayê civaka xwe kirî ye.
- Rûmeta
me ye.
Me wek gel
bi PKK’ê re peyva gerîla bihîst û ji wê demê heta niha peyva herî zêde tê
bihîstin, tê bilêv kirin peyva gerîla ye. Lê em ê li gel wê jî di vê nivîsa xwe
de pênaseya gerîla, dîroka wê û gerîlatiya li Kurdistanê bi PKK’ê re destpêkirî
bigirîn dest. Baş e gerîla çiye, kengî wek peyv hatiye bihîstin û cara destpêkê
li gorî pênaseya ku em didin li kûderê pratîze bûye?
Kêm zêde
ji bo gerîla pênaseyek wiha tê kirin: “Destpêkê wek yekîneyek biçûk bi armanca
ku welatê xwe ji dagirkeriyê rizgar bike tê avakirin. Ev yekîne her ku diçe
mezinbûnê esas digire, di nava civak û eniya şer de cihê xwe çêdike, her gava
ku xwe rêxistin dike dijminê xwe tengav dike û bi taktîka lêxe-bireve re jî
dijminê xwe têk” dibe.
Wek peyv
jî di sedsala 18’an de û li gorî pênaseyê jî di heman sedsalê de li Îspanyayê
pratîze bûye. Jixwe peyv bixwe jî Îspaniye. Dema ku artêşa Fransa ya di bin
serkêşiya Napolyon Bonaparta de xaka Îspanyayê dagir dike, Îspanyayî destpêkê
bi komên biçûk ve û piştre jî bi hêz mezin kirinê ve darbeyên mezin li artêşa
Fransa dixin û wan li ser xaka xwe derdixînin. Jixwe ji wê demê û şûnde jî li
hember dagirkeriyê, bêmafiyê, zilm û zordariyê dibe rêbazê ku herî zêde tê
bikaranîn. Hema bitaybet jî bi sedsala 20’an re, li dijî dewletên dagirker û
rêveberiyên hevkar-xayîn, yekîneyên gerîla tên avakirin. Helbet her çiqas
yekîne yan jî rêxistinên gerîla li gorî pênaseya wê bên ava kirin jî, ev nayê
wateya ku wê sedan sed serbikevin an jî serdikevin ku gelek rêxistin hîna
destpêkê belavbûne, hinek ji wan wextek dirêj şûnve belav bûne û hinek jî bi
hêza dijber re li hev kirine, lê negihiştine armancên xwe. Yanî tişta ku
dixwazim bêjim ewe ku xwe mezin kirin têra nake. Yan jî dûr û dirêj şer kirin,
li gorî demê taktîk guherandin jî biserê xwe nebes e. Ji ber ku Pilingên
Tamîlan jî rêxistinek pir mezin bû, 30 salan zêdetir şer kir, hem xwediyê hêzên
bejahî û hem jî deryayî bû. Di şer de taktîkên cur be cur jî bikar danî û bi
wan re xwe dispart hêza gel jî. Lê piştî sî salan şûnve tasfiye bû. Lewra ev
biserê xwe têra nakin. Helbet ev jî girîngin, lê tiştên ku pêwîste wan temam
bikin jî hebin. Baş e, çi ne?
Aha
taybetmendiya ku Rêber Apo ji rêberên din ên şoreşê, PKK’ê ji rêxistinên din ên
gerîla cuda dike ev e. Rêber Apo beriya ku şervanên azadiyê bişîne Kurdistanê,
bi pirsa “Çi bê kirin?” ve gerîla, hevrêyên xwe dixîne nava lêhûrbûyînek hûr û
kûr. Piştre “Çawa bijîn û Ji kûderê bê destpêkirin?” jî li ser vê pirsê zêde
dike. Lewra hîna wê demê pêşiya xeteriyên ku rêxistinên çep sosyalîst jiyan
kirîn û jiyan dikin digire. Yanî hîmê rêxistinê bi kesayetên pir saxlem ve
davêje. Jixwe gerîla, mîlîtana/ê ku wan pirsan jixwe bike û di çarçoveya wan
pirsan de xwe rêxistin bike; li ber bayê modernîteyê nakeve. Ji ber ku li gorî
felsefeya Loqmayek Hirqeyekê jiyan dike. Ê yên ku wiha jiyan bikin jî, wê hem
xwe mezin bikin û hem jî rêxistin-tekoşîna xwe mezin bikin. Yek jî babeta ku
gerîlayên azadiyê ji gerîlayên din ên cîhanê cuda dike ev e; jixwe zêdetir
hevalê/a xwe difikire. Helbet ê ku ev çand afirandî jî dîsa Rêber Apo ye. Rêber
Apo ji bo hevrêtiyê dibêje “Hevrê ewe ku eniya hevala/ê xwe digihîne stêrkan.”
Dema ku ev babet jî li ser bê zêde kirin, jixwe êdî têkçûyîn pêkan nabe.

0 Yorumlar