Yek ji dayîkên Kurd û berxedêr Xanim Teyî ya ku li Mexmûrê dijî qala jiyana xwe ya gund û zilma dewleta Tirk ya ku li ser wan pêkdanî kir û got: “Me ji ber zilma dewleta Tirk berê xwe da Başûrê Kurdistanê, lê li Başûr jî dewleta Tirk bi PDK’ê re bû yek û êrişî me kirin.”
Xurbet
Tallî
Xanim Teyî
ya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jiyan dike têkildarî jiyana xwe ya gund,
zilma dewleta Tirk-PDK’ê û zehmetiyên penaberiyê ji rojnameya me re axivî.
Dayîka
Xanim di destpêka axaftinên xwe de qala xweşî û zehmetiyên jiyanê yên li gund kir
û wiha got: “Gundê me di nava çiyayekî de bû. Li gund her tiştê me hebû, debara
jiyana gundiyan li ser pez û çandiniyê bû. Me li gund nîsk, genim, ce û hwd
diçand. Em pênc-şeş gund wekî malekê bûn, em diçûn şîn û şahiyên hevdû. Dema em
hîn zarok bûn, mala me dibûn dû beş, beşek diçû zozanan, yek jî dima deştê. Em
li gel dayîka xwe diman, dema nîsk, genim, ce û hwd dihatin dirûtin em jî li
gel dayîka xwe diçûn. Piştî ku em mezinbûn û şûnde, me paletî dikir. Lehîstokên
me wê demê dikir wek şîrê keleş, veşartukên çavan û hwd bû. Wê demê dibistan li
gundê me nebû, piştî ku em mezin bûn şûnde dibistan hat gund, em neçûn
dibistanê.”
‘Zext
li me dikirin’
Xanim di
dirêjiya axaftinên xwe de anî ziman ku beriya ew bizewice, wê û hevjînê xwe hev
nas nedikir û peyîvî: “Piştî ku birayê min û birayê wî bi hev re çûn leşkeriyê,
bi naskirina herduyan re zewaca me pêkhat. Piştî ku ez zewicîm, ez birim
Cizîrê. Ji ber ku hevjînê min karê rêxistinê dikir, ji ber dewletê nedihat mal.
Salekê piştî wî ez jî bi sê zarokên xwe ve ji Cizîrê derketim. Em bi meşê hatin
Cûdî, li wêderê hevjînê min gehişt me û em bi hevre heft rojan di rê de man
heta em hatin Şeraniş. Li wêderê jî dewletê zilm li me dikir û em neçar man derbikevin.
Em hatin Bêrsîvê, ne ava vexwarinê û ne jî dar hebû. Li wêderê hinek gamêş
hebûn, me zanî ku golek ya avê hey, me ava vexwarinê ji wê avê di anî. Bi wî
awayî em bi qasî şeş heyvan li wêderê jî man. Sedemê war guhertina me jî ji ber
dewleta Tirk û PDK’ê bû, herdû dibûn yek û zext li me dikirin. Dema em hatîn Geliyê
Qiyametê, dîsa zext û zilma Tirkiye û PDK’ê ji ser me qut nebû. Li wêderê sê
heyvan ambargo danîn ser me. Beriya ambargoyê, xelkê wargehê bacan, bîber,
xeyar û hemû cûrên sewze çandibûn. Ew sewze kiribûn tirşî û bacan jî kiribûn
salçe, bi wan tiştan ambargoya xwe derbaz kirin. Wê demê nexweşên me çêdibûn me
nedikarî em tedawî bikin, ji ber ku her tişt ji nav me derxistibûn. Her wiha
gef li gundên derdorê jî kiribûn ku me nedikarî em qurtek av jî ji wan gundan
bînin. Me dît ku em nikarin bi wî awayî jiyan bikin, em neçar man ji wir jî hatin
Etrûş. Piştî em hatîn Etrûş û şûnde NY êdî zanî em gav paşde na avêjin, ji me
re erzaq anîn. Li wêderê jî PDK’ê derdorê me girt, dixwest me esîr bigire ji
ber wê me berê xwe da sînorê Iraqê ango Nehdara. Li wê derê hêzên Iraqê
nehiştin em derbazbibin. Berf û baran bû, ne gaz û ne jî sope hebû zarokên me
ji serman diqufilîn. Em demekê li wir jî man. Li wê derê mayîn bi xelkê me ve
teqiyan, serê xelkê me jêkirin yanî tiştek nema bi serê me ne anîn. Iraqê em ji
wir anîn Mexmûrê.”
Dayîka
Xanim bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Li Mexmûrê jiyan nebû, me ji
ava germavê av di anî, dikir kelpîç û ew kelpîç dikir xanî. Me bi keda xwe ev
cih kiriye warê jiyanê. Min digot zarokên xwe, min nexwend hûn bixwînin. Min her
sihar zarokên xwe amadedikir û rêdikir dibistanê, dibistana wan jî di bin
çadiran de bû. Maseyên ku li ser rûdinişt û ser dinivîsîn, ji kelpîçan
çêkiribûn. Li vê derê gel bi derfetên xwe şaredarî, meclîs û komînên xwe
avakirin. Piştî ku derfet çêbû êdî her kesekê li gorî hêza xwe karek ji xwe re
kir, wek xwedîkirina pez, çûyîna baxçeyan û hwd debara jiyana xwe kirin.”
0 Yorumlar