Beriya ku em behsa PDK ya îro bikin, di dîroka Kurdan ya dema bûrî de PDK rolekî çawa leyîstiye emê behs bikin. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn Kurdistan kirin çar parçe, li hember vê bê statubuna Kurdan, Kurd rabûn serhildanan. Li her derê Kurdistanê bigiştî aciziyekî Kurdan li beramberî bê statubunê derket û qebûl nekirinek ya Kurdan bi vî şêweyî derket pêş û heta şerê cihanê yê duwemîn berdewam bû. Piştî şerê cihanê yê duwemîn rewşa Kurdistanê, ew bê statubuna Kurdan pêwist bû ku parastina wê bê kirin. Kurdistan kiribûn çar parçe û her parçeyekî di nava wan dewletan de jî bibûn parçe, her tim alozî û gengeşe berdewambûn. Ji bo ku di nava Kurdan de ev bê statubun bê parastin û sînorê ku ji bo wan sînoran û ew rewşa heyî bê parstin, Mala Barzan xistin dewrê û bi destê Mala Barzan ev rewş domdarkirin. Bi alîkariya Yahûdî û Rûsyayê Mala Barzan partî avakir. Dewletên ku Kurdistan kirine parçe wek Îngilîz, Fransa û Emerîka, di nava Kurdan de rolek ya Mala Barzan avakirin û piştgiriya wan kirin. Ev erkê ku danîn pêşiya Mala Barzan çibû? Ew bê statubuna ku di nava Kurdan de çêbûyî, wê di her çar parçeyan de bên parastin, tevgerên ku di van parçeyan de çêdibin têkbibin û binxistina wan tevgeran bû, Mala Barzan jî ev erk baş bicih anî. Çi tevgera ku li kijan parçeyî rabûye, kişandine Başûrê Kurdistanê û tasfiye kirine. Li beramberî tevgera azadiyê salên 92 û 95, 97 û 98’an bi dewleta Tirk re li Başurê Kurdistanê bandorekî xurt çêkiribû. Li Bakûr û parçeyên din jî ji bo pêşnekeve, bi Tirkan re li hevhatin û li dijî tevgera me, Kurd û Kudistanî her tim ev rolê xwe yê xayîn leyîstin.
Di sala 1998’an de Rêbertî ji Suryê derdiket û berê xwe
dide Ewropa, wexta ku li Italyayêye wê demê wezîrê edaletê yê Herêma Başûrê Kurdistanê
li gel MÎT’ê dirûnin û di derbarê Rêbertî û tevgera PKK’ê de dosyayekê amade dikin. Vê dosyayê bi navê Herêma
Kurdistanê Dilşad Barzanî dibe Ewropa û pêşkêşî Hikûmeta Italyayê dike, dibêjin;
ev serokê tevgerekî terorîste, nûnertiya Kurdan nake em qebûl nakin, Bi navê
herêma Kurdistanê PDK rolekî wisa dileyîze. PDK weke lingekî gladyoya di nava NATO’yê
de, weke Jîtem Tirkiye çawa li beramberî Kurdan rol leyîstiye, li Başûrê Kurdistanê
jî lingekî gladyo weke komploger, tasfiyekar rol leyîstiye. Piştî 2015’an
dewleta Tirkiye li dij tevgera azadiyê plana çok danînê danî pêşiya xwe, PDK’ê
jî di vê komploya li dijî tevgera azadiyê cih girt û heta niha jî li gel
dewleta Tirk di nava vê planê de ye. Kengê PDK bi Ewropiyan, dewletên Rojhelata
Navîn, Iraq, Tirkiye yan her çi dewlet be têkiliyek çêkiribe, li ser bingehê
dijayetiya Rêber Apo û tevgera PKK’ê çêkiriye.
Bernameyekî çokdanînê ya ku dewleta Tirkiye di 2015’an de
despêkiribûn, heta niha Mala Barzan bi aktîf bi şêweyekî hevkar di aliyê
leşkerî, îstixbaratî û lojîstîkî de alîkariya dewleta Tirk dikin, lê bi vê
bernameyê biserneketin. Ne Tirk biserket ku bikaribe bernameyên xwe çêbikin, ne
jî Mala Barzan karî bi saya Tirkiye tevgera me lewazbike û tasfiye bike. Niha dîsa
li gorî rolê ku dayînê berdewambikin û lewazbûna wan derbazbibe, vexwendin civînên
navnetewî. Demek beriya niha bi navê Serokê Herêma Kurdistanê vexwendine civîna
ewlekarî ya li Munîh ê. Dîsa serokê YNK’ê jî vexwendin qaşo wan her duyan li wê
derê li hevbînin û libermaberî tevgera PKK’ê bikin yek, bi Iraqê re jî li
hevbînin û li ser vî bingehî dijberiyekî nû ya ku bi destê Tirkan tê pratîk
kirin, dixwazin bikin. Rolê ku Mala Barzan li hemberê tevgerên Kurd û bi teybet
di roja me de dijî tevgera azadiyê dike, piştgriya dijminên gelê Kurd û
dewletên navnetewiye. Eger wisa nebûya ev komplo bi vî şêweyî berdewam nedikir
û Rêber Apo nedihata dîl girtin. Dibe ku bi şêweykî din ev pirsgirika Kurd biketiba
Rojevê û berbi çareseriyê ve çûba.
Şiyar Bextiyar
0 Yorumlar