Ev axa qedîm û pîroz bi çîrokên zarokên serhildêr
hatiye neqişkirin. Ev heqîqeta efsunî roj bi roj hêzek gerdûnî ava dike û bû
şopa jiyanê. Ev şop bi heqîqeta jiyanek azad, jiyanek wekhev hat avdan. Şax
veda di nav gelî, zozan û newalan de. Şopdarê rêya heqîqetê di kuraniya çiyayan
de li hebûn û xwebûna xwe digeriyan. Yek ji wan şopdaran jî rêheval Sadiq Bulut
e ku di sala 1975’an de li Nêrweh ya ser
bi Qilabanê di nav malbatek ku di şoreşa azadiyê de xwedî nirxên welatparêziyê
ne çavên xwe li cîhanê vedike. Heval
Sadiq bi dan û standin û lêstokên xwe ya bi hevalên xwe re, dikaribû hevalên
xwe li derdora xwe kom bike û di hêla erênî de dibû kesek bandorker li ser
heval û hogêrên xwe. Di nav hevalên xwe de wek pêşengek tevger dikir û ev
taybetmendiyên wî bala her ferdek yê gund û malbatê dikişand. Rêheval Sadiq li
gund heta amedeyî dibistan dixwîne. Di dersên xwe de ango di nav hevalê xwe de
kesek zîrek û zane tê nasîn. Her çendî di dibistanê de zîrek be jî, li ji bo debara
malê û berpirsartiya xwe ya jiyanê neçarbû ku dest ji dibistanê berde û dest bi
karê şivantî bike. Rêheval Sadiq di jiyanê de keseyetak jîr wêrek û kedkar bû. Di
heman demê de dema karek bidabûya pêşya xwe, bi îdayakî mezin diçe ser kar û mîsoger
bi cîh di anî. Bi dilnimzî nêz dibû û di hemû karên xwe de bi fedekarî û zane
tev digeriya. Rêheval Sadiq kesek bi cesaret û têgîhîştî bû. Heval Sadiq ji ber
ku di nav malbat û gundek welatparêz û têkoşer de mezin dibe, tevgera azadiyê
di temenê xwe yê biçûk de nasdike. Her ku mezin dibe lêgerîn û xeyalê wî yê
jiyanê jî mezin û berfirehtir dibe. Rêheval Sadiq ji bo ew xeyalên ku di dilê
xwe yê pak de afirandiye pêk bîne, di sala 1989 de berê xwe dide çiyayên azad.
Belê ew bibû gerîlayek li ser şopa heqîqetê li pey hebûn û xwebûna xwe bû. Ew bibû
şoreşger, egîd û lehengê welatê xwe. Bi
azwarî dest bi jiyana xwe ya şoreşgerî kir. Rêheval Sadiq di demek kin de têgihiştêna
xwe mezintir kir û bê navber têkoşiya, bîranînên xweş û havaltiyek ne ji bîrkirî
xist nava jiyana xwe ya şoreşgerî. Li dijî hemû polîtîkaya îmhayê bû xwediyê
şer û têkoşîneke mezin. Rêheval sadiq her kêliya xwe bi hemû hêza xwe jiya û di
nava refên gerîla de bi tevlîbûna xwe ya bê navber û hevaltiya xwe ya xurt di
dilê her rêhevalekî xwe yê dozê de cîh girt. Kîna wî ya li beranberê dijmin û
xwastaka wî ya tolhildanê dema ku li her lutkeyê çiyayê azad de hespê xwe di bezand
û ala serkeftinê di çikand hildida. Belê ew evîndarê welatê xwe bû. Di jiyana
xwe ya salekî ya gerîlatiyê de di her gelî û lutkeyên çiyayên azad de destanên
dîrokî neqiş dikir. Di 07.04.1990’an de li qadên azad şer giran dibe, dijmin bi
hovîtiyek mezin êrişên xwe pêk tine. Rêheval Sadiq bi hevalên xwe yên dozê re di nav hemû zorî û zehmetiyan de bersiva
pêwîst didin dijminê xwînmêj û di sala 07.04.1990 de li Komoto Bêşebap ê bi
qehramaniyek bê hempa şer dike û digihije karwanên nemiran.

0 Yorumlar