Bersivên Gel:
-Wekheviya mirovan e.
-Xweza û mirovahî parastin e.
-Bingehê jiyana azad e.
-Herikandina wekheviyê ye.
-Jiyanek komînal e.
-Azadiye.
-Xwe berpirsyar dîtin e.
-Malbata demokratîke.
-Pergala jiyana nû ye.
-Jiyanek nû ya demokratîk e
-Ji nû ve avakirin e.
Şaristanî weke peyv şar “bajar” stan jî bi
wateya “cih, dever” yanî ji cihê ku bajar lê hatine avakirin re hatiye gotin.
Ji ber yekem car bajarvanî ango şaristanî li ser xaka Mezopotamya pêşketiye û belavî
cîhanê bûye. Her çiqasî
şaristanî weke peyvekî ya ku ji aliyê desthilatdaran ve hatiye bikaranîn jî
weke peyv Rêber Apo dibêje peyvekî ku di roja me ya îro de cihê wê bigre tine ye.
Ji bo wê di çaxên destpêkê heta niha de jî şaristanî û Şaristaniya Demokratîk
hertim di nava pevçûn û têkoşînê de bûn. Ji bo em Şaristaniya Demokratîk fêhmbikin,
divê em li dîroka mirovahiyê binêrin. Em bingehê Şaristaniya Demokratîk weke
civaka exlaq û polîtîk bingeh digrin. Dîroka mirovahiyê ji sedî 98’ê wê ji civaka
xwezayî pêktê. Civaka xwezayî jî ji komên 25-30 kesan pêktên ku bi awayekî qlan
jiyan dikin. Civaka qlan pêvajoyek ku di tevahî civak, malbat, qebîle, eşîr,
netew û hwd pêktê û heta roja me ya îro jî hatiye. Ji vir jî em dizanin qlan
koka civakê ye. Qlan çi bi şêweyê zimanê îşaretê, çi bi zimanê sembolîk be jî, bingehê
zimane ango şoreşa ziman dan avakirin. Şoreşa ziman hezaran sal berdewam
kiriye. Despêkê bi texlîtkirina dengê lawiran, bi îşaretan, bi guhdarkirina
dengê xwe û xwezayê, bi wê re jî ketina ferqa hinek peyvan, anîna gelhev û hêdî
hêdî navdayîna xwezayê ev pêvajo bi hezarî salan berdewamkiriye û şêwazê îro
girtiye. Di qlanê de dû karên bingehîn yên weke çandinî û nêçîrvanî hene. Berhemên
ku hatine komkirin wekhev li civakê belavdikin. Di civaka qlan de nêçîrvantî û
parastin girînge, ji ber wê jî ji dar, kevir û hastiyên lawiran amûr ji xwe re
çêdikirin. Bi wan amûran li hemberî lawirên dirinde parastina xwe dikirin. Hunera şkeftan bi berfirehî dihat karanîn, li
ser dîwar çêkirina wêneyan, li himberî rewşên avhewa û lawirên dirinde
parastina xwe dikirin. Qlan hertişt zindî didît û ji hertiştî sûd digirt, ji bo
wê ji wan re pîrozbû û jêre rêz digirtin. Bi van hemû şaneyan jî mirov dikare
bêje exlaq îfadeya xwe ya herî bi hêz di dema civaka qlan de pêkanî. Civaka
qlan weke despêka dîroka Şaristaniya Demokratîk jî dikare bidin diyarkirin. Nêzî
20 hezar sal berî niha serdema qeşayê li Toros-Zagros bi şêweyê civaka Mezeolotîk
(BZ 15000-12000) û Neolotik (BZ 12000) civaka qlan gelek pêşketîtirbû. Amûrên ku
çêkirîn, cihwarbûnên wan gelek pêşketî bûn, weke şoreşa gund û jinê jî tê
binavkirin. Gelek pêşketinên wê demê yên weke zimanê sembolîk ku heta niha jî
tê bikaranîn, şoreşa gund (zanîna tov danîn û çandina wan, kedîkirina lawiran)
bazirganî, malbata ku dayîk bi rêxistinkirî, miriyên xwe veşartin, avakirina
Perestgehan, qebîle û eşîret bi tevahî alav û amûrên mohra xwe li dîrokê xistî û bingehê hemû pêşketinên
di roja me ya îro de di wê serdemê de hatiye dîtin. Qlan hêmanên bingehîn yên
civakê ne. Eşîret jî em dikarin weke kombûna qebîleyan ya li gel hev pênase
bikin. Yek ji hêmanên herî bingehîn yên Şaristaniya Demokratîke ku di
pêşengtiya jin de bû û jin civakê birêve dibir. Çanda Xwedawendî û sembolbûyîna
wê (peyker) di vî demî de pêktê. Civak bi awayê exlaqî û polîtîke. Hîna dewlet û hiqûq nebûn,
desthilatdarî nedihat zanîn, dayîk pîroz dihat dîtin û xwedawend dihat zanîn.
Demê dûyemîn yê Şaristaniya Demokratîk bi vî awayî mirov dikare bêje ew dem
nirxê herî sade yê Şaristaniya Demokratîk temsîl dike. Mirovahî xwe li ser
berhemê vê çanda civaka xwezayî heta roja me ya îro daye berdewamkirin.
Berhemên wê demê weke ziman, çand, zanist û gelek berhemên weke vane bingehê wê
hatine avêtin û di roja me ya îro de em li ser vî bingehî civakê birêve dibin. Şaristaniya
Demokratîk bi şaristaniya navendî û ya koledar re hertim têkoşîn daye meşandin,
bi serhildanan, têkoşînan, serîrakirin û bi ne pejirandina yekdasthilatiyê serî
ne tewandiye. Di dîrokê de em rastî gelek ji van têkoşînên ku berhemên Şaristaniya
Demokratikin tên. Weke şoreşa pêxemberan, serîrakirinên femînîzm, anarşîzim, marksîzîm
û hwd bûne parçeyên vê têkoşîna ku li dijî hişmendiya zilamê serdest û
şaristaniya ku hemû berhemên civakê dizî û ji xwe re kirî mal.

0 Yorumlar