Ticker

10/recent/ticker-posts

DENGÊ JINA KURD, NESRÎN ŞÊRWAN

 


Di her warekî civakî, aborî, zanistî an jî hunerî de yên ku pêngava yekê di avêjin, ew kesin yên ku xwedî xeyal û pêşerojekî mezintir ji bo civak û kesayeta xwe dixwazine. Ew dibin destpêka şopên girîng û dîrokî ku bandorê li ser derdora xwe çêdikin. Hinek kes diçin nav şoreşê û dibin şoreşger, hinek kes jî dibin serkêşên şoreşê reng û rûyê jiyana civaka xwe û hinek ji wan jî di hunerê de serkêşiyê ji civaka xwe re dikin. Mînaka vê ya berbiçav jî dengbêja nazik û nazelîn Nesrîn Şêrwane. Dengê stranên Kurdî ya nazik û keça radyoya Kurdî Nesrîn Şêrwan yek ji wan jinên ku ji bo xizmeta hunera Kurdî bike di rêza yekem de li hemberî çewtiyên civaka feodalîzmê sekinî û li ber xwe da. Nesrîn Omer Şêrwan bi navê Nesrîn Şêrwan jî tê naskirin, navê wê yê rastî Xoxê Omer Osman e. Dengbêja Kurd e, di sala 1929’an de li gundekî ji Şirnexê di malek koçer de ji dayîk bûye. Ji ber aboriya xerab gelek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê digerin û herî dawî di salan 1932’an de ber bi Başûrê Kurdistanê ve diçe û li wir li maleke fileh mala Xerîb Powez ku ew berê naskirîbû jiyana xwe didomîne. Demekê jî li mala Cemal Baban kar dike ku di vê demê de hunermendên wek Elî Merdan û Hesenê Cizîrî nas dike. Li wir Nesrîn bi bira û xweşkên xwe re di nav malên dewlemendan de dixebitîn. Nesrînê rojekê di dawetekê de bi dengê xwe yê bilind û xweş sergovenda dewatê digire û distire. Ew rewşa şahî û dewatê bû. Di wê dawetê de Mamoste Elî Merdan ku wê demê li radyoya Bexdayê dixebitî û berpirsyarekî radyoyê bû, bi bihîstina dengê wê pir bi bandor bû û ji wê xwest ku biçe radyoyê û li wir di komeke mûzîkê de bixebite. Di 25’ê Adara 1944’an de di êzgeha Radyoya Bexdayê de dest bi kar dike û bi rengekî fermî bû karmenda radyoya Kurdî. Nesrîn Şêrwanê li radyoyê bi karê koroyê dest bi xebata xwe ya hunerî kir û heta dawiya jiyana xwe mîna keça radyoyê, xwe ji vê saziya Kurdan dûr nexist. Di wê pêvaajoyê de bi gelek hunermendên wê serdemê re yên wek Mihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Resûl Gerdî, Şemal Saîb, Kawês Axa hevnasiyê dike û karê hevbeş stranên dû qolî li gel hev dibêjin. Nesrîn Şêrwanê piraniya lawik û meqamên xwe bi awayê (Beyat-Husênî) gotine. Piraniya stranên Nesrîn Şêrwan folklorî û gelêrî ne û wê gelek ji stranên cemaeta Kurdan bi dengê xwe ji tinekirinê parastin. Naveroka stranên Nesrîn Şêrwanê bi piranî wesfî ne û bi taybetî bedewiya çiya, zozan, gund û xwezaya Kurdistanê bi zimanê xwe yê xweş tîne ziman. Stranên mîna Gulşênî, Were Narîn, Hey Nêrgiz - Nêrgiz, Koçerê, Şêxê dînê, Çiyeyê me bilind in, Hay berde berde, Hesenîko, Hey can, Nêrî, Ez nayêm, Derdê dilan, Hesen Hesen e lo lawo, Narê û bi dehan ji stranên wê di nav gel de belav bûn û bi dengê wê ji tinekirinê hatin parastin. Nesrîn Şêrwan yekemîn jina Kurd e ku zêdetir ji hemû jinên stranbêj yanî 500 stran li radyoya Kurdî tomar kirine. Piştî 50 salan xebat û karkirinê di radyoya Kurdî de Nesrîn Şêrwan jî mîna gelek ji stranbêjên din yên Kurd di sala 1975’an de xanenişîn dibe hejar û bêkes dimîne. Hunermenda nemir Nesrîn Şêrwan di 10’ê Cotmeha 1990’an li bajarê Bexdayê çû rehmetê û bi merasimekê ku gelek hunermend û xebatkarên radyoya Kurdî têde beşdar bûn, li goristana Şêx Merûf hat veşartin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar