Ticker

10/recent/ticker-posts

Meclîsa Îştar, ji bo jinan firneyek nûjen kir

 Li Wargeha Mexmûrê firneyek piştî 15 salan ji aliyê Meclîsa Îştar ve hate nujenkirin ku tenê xebatkarên jin tê de cih digirin. Li gorî yek ji jinên di firinê de kar dike Wedîe Şirnexî dibêje, ruxmê ku firne nû hatiye vekirîn jî, lê eleqeyek zêde ya gel ji firinê re çêbûye.

Xurbet Tallî

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Memxûr) firinek ji destpêka avabûna wargehê ve ji bo şêniyên wargehê hatibû çêkirin, salên dirêj xelkê wargehê nanê xwe di vê firinê de çêdikirin. Lê ji ber nebûna derfetan ev firin hatibû girtin. Piştî 15 salan carekî din ev firin ji aliyê Meclîsa Îştar ve hate nûjenkirin ku tenê jin têde kar dikin. Di vê firinê de dû jin kar dikin û yek ji wan jinan jî Wedîe Şirnexî ye. Wedîe têkildarî karê xwe ji ajansa me Rojnews re axivî.

‘Em herî zêde nanê ce çêdikin’

Wedîe Şirnexî di desptêka axaftinên xwe de balkişand li ser vekirina firinê û wiha got: “Beriya mehekê me dest bi nûjenkirina vê firinê kir. Hinek kêmaniyên firinê hebûn û me ew kêm û kurtî hinekî sererast kirin. Hinek zehmetî têde hatin dîtin, hîn jî hinek kêm û kurtiyên wê mane û me hemû tiştên wê çênekirine. Ev çar rojin me firin vekiriye û em nan çêdikin. Em herî zêde nanê ce çêdikin. Ji ber ku di wargehê de gelek nexweşên şekir, tansiyon û hwd heye, ji ber wê gel zêdetir nanê ce dixwaze ji bo wê em jî nanê ce çêdikin. Lê em di ber nanê ce re nanê spî jî çêdikin, gelê wargehê jî dema hevîr ji bo nan, kûlîçe, borek, beqlawe tînin, em ji wan re dixin firinê.”

Wedîe Şirnexî di nava axaftinên xwe de behsa rojên ku kar dikin jî kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em di nava heftiyê de ji bilî rojên Îniyê, her roj di demjimêr 13:00’an de firinê vedikin heta êvarî demjimêr 17:00’an. Li rûxmê ku firin hîna nûye jî lê heta niha gelek kes nanê xwe ji vir digirin. Me hêjî belavî dikanan nekiriye, her kes tê ji vêderê nanê xwe digire.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar