Li Îranê
qanûnên pir tûnd, li ser jinên ciwan hatine sepandin. Ev qanûn bûn sedema
kirîzên navxweyî yên giran. Me du sal piştî şoreşa civakî ya Rojhilatê
Kurdistan û Îranê ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li pey xwe hişt. Di civakê de
guhertinên cidî pêk hatin. Di sala 2023’an de, dewleta Îranê bi awayekî cidî
girtina perdeyê xist rojevê. Jinan di sala 2023’an de, li hemberî van polîtîkayên
Îranê, bertekên girîng pêş xistin. Helbet ev şoreş tenê bi rakirina hîcabê
desgirtin, ne rast û têrkere. Di qonaxa niha de ‘Jin, Jiyan, Azadî’ weke
‘projeya azadiyê’ xwe bi rêxistin dike. Rojeva din a jinan ya ku emê di 8’ê
Adara 2024’an de, bînin rojevê û îsal jî wê yekê binirxînin û bikin rojev,
rojeva jinê ye. Di 72 xalan de, tê zanîn ku bi qanûn û zagonan hemû civakê
îzole dikin. Pêwîste ku xeta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê bi hêztir li hemberî wê
bisekine. Ewê ti carî jî van polîtîka û pêkanîna qebûl neke. Ji ber ku 8’ê
Adarê, guhertina herî girîng a civakan bi xwe re tîne. Her çiqas dewleta Îranê xwest
bi perdeyan, şoreşê paşve bixe jî, lê bi ser neket. Ji ber ku ev ruh û helwest,
niha hebûna xwe weke hêzeke dij-sîstem li seranserê Îranê nîşan dide. Niha gel,
di nava spiraleke tûndiya li ser jinê dihêle. Dewleta Îranê ji ber ku dizanibû
jin wê di civakê de guhertina hişmendiyê pêş bixin, ji bo ku jinên nû
dernekevin holê, jin hedef girt. Tişta hat serê jina ciwan Armîta, hêjî di bîra
me tevan de ye. Girtin dîsa zêde dibe. Êşkence û înfazên li zindanan tên kirin,
girtiyên siyasî ên mîna girtî hiştine, Zeynep Celaliyan û girtina rêhevalên me
Ciwana Sine, Gulrux Îrayî, Nêrgiz Muhemedî, Bahare Hidayet, Sepîde Qulyan û
Paxşan Azîzî vê yekê bi zelalî eşkere dike. Divê jin tu carî ji vê
serkeftinê gav paşde navêje. Deshilardarî çiqas hewl dide ku civakê bitirsîne
jî, pêwîste ku bi berxwedana jin û civakê ve, ev yek were pûç kirin. Me di
demên borî de jî, ev yek dît. Pêwîste ku civak tevahiya amûrên şopandana jin û
civakê ji hole rake. Di heman demê de, tevahiya dadgehên mobîl hilweşîn e.
Îradeya jinê nayê sînorkirin. Ji ber ku jin temînata azadiyê ye.
Em dikarin diyar bikin ku, di van du salên dawiyê de jin û ciwan bi ruhê berxwedanê yê 8’ê Adarê û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ damezrînerên pergala alternatîf ya li Îranê ne.
0 Yorumlar